Diyarname
Nivîskarê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Philip Roth roja 22'yê gulanê di 85 saliya xwe de wefat kir.
Doth du hefte berê rakirin nexweşxaneyê û niha ji ber dil wefat kir.
Nivîskar Roth di 19'ê adara 1933'yan de li Rewark a New Jersey hat dinê. Wî di jiyana xwe de ji 30'î zêdetir pirtûk nivîsandin. Di sedsala 20'an de yek ji nivîskarên hilberînêr ê DYA'yê bû.
Wî di sala 1998'an de bi pirtûka xwe "Amerîkana Pastoral" Xelata Politzer girt. Wî di pirtûka xwe de li ser jiyana piştî şerê Wîetnamê nivîsî.


