Ji bo guhdarîkirinê:
Emê di vê nivîsê de bi ser reqeman re agahiyan rêz bikin. Emê agahiyan bidin ber hev û jêderxistina encameke erênî-neyînî ji bo we bihêlin. Lê bizanibin ku van reqeman gelek bandor li jiyana me kirine, wê bikin jî.
De kerem bikin…
JI 1992'YAN HETA 2012'YAN
- Di sala 1992’yan de Parlemena Herêma Kurdistana Federe li Hewlêrê hate ragihandin. Pêre hikumeteke kurdan çêbû. Li parlemenê tenê du partî hebûn.
- Di sala 2012’yan de li Rojava yek bi yek bajaran Xweseriya xwe ragihand, rêveberî ava kirin. Ji bilî ENKS’ê, gelek beşên civakê di nav de cih girtin. ENKS ligel “Hêzên Muxalif ên Suriyeyê” bû.
- Her du partiyên li vê Parlemena Başûr ji xwe re du artêşên cuda çêkirin. Pêşmergeyên YNK’ê hebûn, yên PDK’ê jî. Li parçeyê din li Rojava kirin ku tenê artêşek hebe. Yên li Başûr xwestin li Rojava jî du artêş hebin, ji bo vê yekê "Pêşmergeyên Roj" ava kirin, xwedî û kedî kirin, lê nekarî tiştên li Başûr qewimîbû, li Rojava jî çêbikin.
1998, TALABANÎ Û BARZANÎ LI WASHINTONGÊ HATIN BA HEV
- Ji 92'yan heta niha her du partiyan dijî hev şer kirin. Gotina “Birakujî” ku berê derketibû li vê parçeyê xurtir, gurtir, qewîntir bû û di nava ferhenga kurdan de bi tîpên stûr hat nivîsîn. Gelek caran DYA'yê ew bi zorê anîn ba hev. Mînak, di sala 1998'an de Wezîra Karên Derve ya DYA'yê Madeleine Albright li Washingtonê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bi zorê anîn ba hev û peymana neşerkirinê da îmzekirin.
Berevajî Başûr, li Rojava ji bilî çend partiyên li nav ENKS'ê, yên din di nav Rêveberiya Xweser de cih girtin.
- DYA'yê li Başûr ji bo Sedam “biryara qedexeya firînê” da û nehişt Sedam balafiran rake û êrîşê heremê bike; li Rojava biryareke wisa nehat dayîn/girtin.
- DYA'yê di sala 1992'yan de pêşî li partiyên Başûr vekir ku hilbijartinê li nav xwe çêbikin. Çêkirin jî. YNK'ê 50 kursî, PDK'ê 50 kursî girtin. Li Rojava rêveberî xwest hilbijartina herêmî çêbike (2024) di serî de DYA, welatên derdorê nexwestin, loma betal bû.
JI 2003’YAN HETA 2025’AN
- Di sala 2003'yan de rejima Sedam Huseyîn têk çû. Rêyek nû li ber kurdan vebû. Di sala 2025'an de (dawiya 2024 e, ez bi taybetî 25 dinivîsim) rejima Beşar Esad têk çû, rêyek din li ber kurdan vebû.
- 2003'an de kesek jî ji artêşa Sedam nemabû, 2025'an de kesek jî ji artêşa Esad nemabû.
- 2003'yan de rola sereke dan kurdan ku ew Iraqê dîzayn bikin. Serokomariya Iraqê dan kurdan. Kurdan Iraq ji nû ve dîzayn kir, artêş ji nû ve ava kir. Paşê? Piştî 10-15 salan hinek jî ji ber neîtîfaqa kurdan Iraqa ku êdî li ser lingan bû, hatibû ser xwe, berê xwe kurdan, raye û asta rêvebirina wan kêm kir.
- 2025'an de piştî têkbirina Esad raste rast raye û berpirsiyarî nedan kurdan, lê kurd bi rêxistin bûn, gelek derdor mecbûr man hin gavan li gor kurdan biavêjin. Ji ya Başûr cudatir li Rojava ev pêvajo hê didome. Li Rojava jî wekî Başûr dê ji hêzê bikevin yan na, hê nediyar e.
LI BAŞÛR PETROL ÇÛ, LI ROJAVA DU BAJAR ÇÛN
- Piştî Referandûma Serxwebûnê (25'ê rezbera 2017’an) rêveberiya Herêma Kurdistana Federe gelek ax û petrol winda kir. Heta wê kêliyê ji Rêveberiya Navendî ya Iraqê sedî 17 para petrolê digirt, piştî vê ev hejmar daket sedî dor 12'yan.
Berevajî vê li Rojava ji bilî ji destdana du herêman (Serêkaniyê û Efrînê) hê şikestineke wisa cidî tune ye; wê çawa be hê nediyar e. Ev her du bajar jî di encama xirecira dewletên mezin de ji dest çûn.
DU ARTÊŞÎ, ‘PÊŞMERGEYÊN ROJ’ ÇI DIKIN?
- Li Başûr heta niha "yek" artêşa wan çênebûye, loma DYA'yê gotiye "Hûn pêşmergeyan nekin yek ezê alîkariya ji bo we bibirim". Lê di vê 2025'an de hê jî yekbûnek tune ye.
Li Rojava rêveberî ji serî de nehişt du artêş çêbin, loma "Pêşmergeyên Roj" ku kes nizane çi karî dikin ji wir derketin çûn Başûr û hê jî kes nizane ew li wir çi dikin.
- Di 2025'an de hêviya ku Başûr ji vê gavê ber bi pêşvetir here naxuye. Li Rojava di vê 2025'an de hê statuyeke fermî li qada navneteweyî nîn e. Li pişt perdeyê di serî de DYA, Îsraîl gelek welat Rêveberiya Xweser nas dikin, lê bi awayê fermî hê tiştek nîn e. Ji bilî Katalonya, hin cihên wisa bi awayekî fermî ew der nas kirine.
- Belê di navbera 1992-2025’an de gelek tişt qewimîn, li her du herêman gelek kesî canê xwe dan, encama îro bi vî awayî ye. Pêşeroj wê çawa be, bi hêza navxweyî û bi hêza navneteweyî ve girêdayî ye.
***
Notek ji bo ENKS’ê: Ev ENKS ku gelek kes dixwazin di nav “diyaloga Kurd-Kurd” de be ku çêbû (2025) jî, lê ENKS’ê hesabê 12 salan neda. Ji 2012’yan heta 2025’an ew di nav “Hêzên Muxalif ên Suriyeyê” bû. Dema Serê Kanî ji dest kurdan hat girtin, dema li Efrînê tabelayên kurdan hatin daxistin û tabelayên tirkî hatin daliqandin jî ENKS ligel heman muxalefetê bû; rojek negot hûn çi dikin.