Di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya li Tatwanê de, panelek bi sernavê “Ziman û Dîrok, Ziman û Siyaset, Ziman û Rojnamegerî, Ziman û Xweza” hate lidarxistin. Ev panel ji hêla Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Medyayê (MEDYA-DER) û Şaredariya Tatwanê ve hate organîzekirin û li hewşa Konservatûara Şaredariya Tatwanê pêk hat. Beşdarên panelê ez, nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr, nivîskar û siyasetmedar Sultan Yaray û nivîskar û rojnameger Roza Metîna bûn.
Li gorî bernameya ku ji hêla komîteya amadekar û Şaredariya Tatwanê ve hatibû diyar kirin, diviyabû nivîskar Rênas Jiyan jî beşdar bûya. Lê belê Rênas Jiyan ji ber hin sedem û nakokiyên tekakesî beşdar nebû. Di encamê de, bê amadekarî em wekî beşdarên ku li jor hatine diyarkirin, tevlî panelê bûn. Eleqeya ji aliyê temaşevanan ve gelekî baş bû. Min hem moderatoriya panelê kir û hem jî gotara xwe pêşkêş kir. Niha, ez dixwazim mijara xwe ya di panelê de bi kurtasî wekî nivîs parve bikim.
Ziman û Xweza
Zimanê kurdî yek ji zimanên girîng ên mozaîka çandî ya dewlemend a Rojhilata Navîn e. Ev zimanê kevnar, bi hezaran salan e ku nasname, dîrok û çanda gelê kurd diparêze. Zimanê kurdî ji malbata zimanên Hindo-Ewropî ye û di nava koma vî zimanî de cih digire. Ev tê wê wateyê ku bi zimanên wekî almanî, farisî, belûcî û talîşî re nêzî hev e. Zimanê kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê di heman demê de xezîneyeke çandî ya bêhempa ye ku rihê hebûna gelê kurd temsîl dike.
Devokên Zimanê Kurdî
Zimanê kurdî ji gelek komên zimanî ku ji gelek devokên cuda yên li herêmên cihê têne axaftin pêk tê. Komên sereke ev in:
Kurmancî: Di nava kurdan de kurmancî herî zêde tê axaftin. Bi taybetî li Bakur û Rojava, li hin herêmên rojhilat jî hebûna xwe diyar dike. Kurmancî bi alfabeya Latînî tê nivîsandin û di nav zimanê kurdî de herî zêde tê bikaranîn.
Soranî: Li Başûr; li navenda herêma Kurdistanê û Rojhilat tê axaftin. Alfabeya Erebî wekî sîstema nivîsandinê tê bikaranîn. Soranî yek ji zimanên fermî yên Herêma Kurdistanê ye. Li rojhilat jî alfabeya Farisî bi kar tîne.
Kelhurî/Kirmaşanî: Li Rojhilat (bi taybetî li bajarê Kirmaşahê) û hin herêmên başûr jî tê axaftin. Di warê nivîsînê de zêde ne li ber çav in lê bi alfabeya Erebî û Farisî bi kar tîne.
Zazakî û Goranî: Hin zimannas van zimanan wekî devokên kurdî dihesibînin, lê hinên din wan wekî zimanên cuda ji kurdî dabeş dikin. Bi taybetî zazakî, ji hêla têgihîştina hevbeş ve ji devokên din ên kurdî hinekî dûr dixin. Goranî di nav sînorê Rojhilat û Başûr de piranî têne axaftin. Zazakî jî li bakurê Kurdistanê, piranî li hin navçeyên Amedê bigire heta Dêrsim ku herêmek ji bakur digire nava xwe têne axaftin. Zazakî bi alfabeya Latînî bi kar tîne û hebûna xwe bi zimanê nivisînê diyar dike.
Her çend di navbera van devokan de cudahiyên dengnasî, şêwenasî û rêzimanî hebin jî, ew xwedî peyvsaziyeke hevpar û bingeheke rêzimanî ya bingehîn in. Ev cihêrengî dewlemendî û adaptebûna zimanê kurdî nîşan dide.
Divê em vê yekê jî ji bîr nekin; gelên wekî asûrî, suryanî, ermenî, cihû û yên din ên li ser vê erdnîgariyê dijîn, bi zimanê kurdî diaxivin û hîn jî diaxivin. Ev yek dewlemendî û rastiya erdnîgariya ku kurd lê dijîn nîşan dide.
Dîroka Zimanê Kurdî Mîrateyeke Kûr e
Kokên zimanê kurdî digihîjin şaristaniyên kevnar ên Med û Persan. Di dirêjahiya dîrokê de, bi zimanên wekî suryanî, farisî re têkiliyên xurt çêkirine û ji van zimanan peyv wergirtine nava xwe. Lê belê, ev têkilî tu carî nekaribûye avahiya xweser a kurdî bişkîne; berevajî vê, zimanê kurdî bi peyv û îfadeyên xwe yên orîjînal dewlemendiya xwe parastiye.
Sedsala 20’an ji bo zimanê kurdî bû xaleke zivirînê. Bi bilindbûna neteweperweriya kurdî re, ziman bû semboleke xurt a nasname û mîrata çandî. Di vê serdemê de, ronakbîr û nivîskarên kurd ji bo standardkirin û geşkirina zimanê kurdî kedeke mezin dan. Ferheng hatin amadekirin, berhemên wêjeyî hatin afirandin û zimanê kurdî di warên wekî perwerde, medya û wêjeyê de cihê xwe girt. Îro, kurdî di wêje, muzîk, şano û çapemeniyê de zimanekî zindî ye.
Xwezaya Zimanê Kurdî Xezîneyeke Çandî ye
Kurdî ne tenê zimanekî ragihandinê ye, lê di heman demê de neynikeke ku rihê gelê kurd û şêwaza jiyanî ya kurdewarî nîşan dide. Jiyana li çiyayên asê û paşxaneya çandî ya dewlemend, peyvsaziyeke bêhempa û hêza îfadeyê dane ziman. Peyv û îfadeyên orîjînal ên têkildarî xweza, çandinî, lawirxwedîkirin û têkiliyên civakî, dewlemendiya kurdî ronî dikin. Bo nimûne, peyvên ku li quntarekî çiyê, herikîna çemekî an jî jiyana rojane ya şivanekî vedibêjin, têkiliya kûr a ziman bi xwezayê re diyar dikin.
Kurdî di heman demê de wekî bîranînekê herikî ye û hatiye heta roja me ya îroyîn. Çîrok, destan, stran û helbestên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin, dîrok, nirx û wêjeya gelê kurd zindî dihêlin. Ev kevneşopiya devkî bingeha çanda kurdî ava dike û nîşan dide ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê di heman demê de semboleke nasname û hestên aidiyetê ye.
Wekî Encam
Zimanê kurdî, bi dîroka xwe ya dewlemend, devokên xwe yên cihêreng û wateya xwe ya çandî, yek ji xezîneyên herî hêja yên Rojhilata Navîn e. Ev zimanê kevnar, nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire. Îro, ji wêjeyê heta muzîkê, ji perwerdeyê heta medyayê, kurdî zimanekî zindî û geş e. Ev zimanê kevnar, ne tenê mîrata gelê kurd, lê di heman demê de beşek ji cihêrengiya çandî ya mirovahiyê ye û bi vê yeke dijî û dê her tim bijî.



