Diyarname
Walt Disney Animation Studios bi navê "Moana" kartonfîlmekî çêkiribû. Fîlm di sala 2016'an de hat kişandin û fîlmekî muzîkal e. Niha "Moana 2" ketiye vîzyonê û vî fîlmî di 5 rojên pêşîn yên sînemayê de 221 milyon dolar bi dest xistiye. Di qada navneteweyî de jî 165.3 milyon dolar bi dest xistiye û ev serketina xwe xurt kiriye.
Di sala 2019'an de "Welatê Berfê 2" bi 125 milyon dolarî mora we li hefteya pêşî ya ketina vîzyonê dabû. Bi vî awayî Moana ew fîlm jî derbas kir. Niha fîlmê nû û îstatîstîkên fîlmê yekem hatine pêşkêşkirin.
Li gor îstatîstîkên Nielsen ku The Wall Street Journalê belav kirine, bi temamî Moana mîlyar saet zêdetir hatiye temaşekirin ku ev yek tê wateya kesek 775 mîlyon car lê temaşe bike. Li gor gotina The Wall Street Journalê, "Ev reqem tê maneya mirov 150 hezar sal bê navber li Moanayê temaşe bike."
Di navbera salên 2020 - 2024'an de Moana li platformên weşanê 44.8 milyar deqîqe hatiye temaşekirin û par jî bûye fîlmê di 5 salên dawî de herî zede hatiye temaşekirin.
***
Li ser 2024'an Nûçeyên Eleqedar:
- 2024: Oksfordê jî peyva salê hilbijartin 'Brain rot'
- 2024: Stranên herî zede haitne guhdarîkirin
- 2024: Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart


