Diyarname
Armando Diego Maradona, lîstikvanê efsanewî, lîstikvanê ku hem li Arjantînê û hem li hemû dinyayê xwedî bi sed hezaran hezkiriyan. Niha mala Maradona a ku ciwaniya wî li wir derbas bû kirin muze û muze rojên şemî û yekşemê vekiriye.
Mala ku kirine muze mala Maradona ye ku dema nû dest bi navdarbûna xwe kiriye, dema yekemîn car îmze avêtiye kontrata li hevkirinê û bi salan li gel malbata xwe li wir jiyane ye.
Muze li taxa La Paternal a Buenos Aires e. Mal-muze wekî muze niha deriyên xwe vekirin lê tenê di dawiya hefteyê lê xwediyên muzeyê dibêjin di kurtedemê de dê saetên serîlêdanê zêdetir bikin.
Xwediyê muzeyê dibêjin ku dema Maradona dilîst û tîm wê salê wekî duyemîn lîg temam kir temaşevanan bi ser malde girtine, Maradona ji deriyê aliyê paş veriyaye.


