logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demîrtaş: Li hemberî êrîşan em mecbûrin hêviyê bilind bikin

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di Konferansa HDP'ya Stenbolê de axivî û got: "Ji bo em şêweya xebata xwe ya berê li

  • Dîrok: 10/01/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di Konferansa HDP'ya Stenbolê de axivî û got: "Ji bo em şêweya xebata xwe ya berê li dû xwe binêhêlin divê em zêtir biryarê bigirin em ber bi kongreyê ve diçin."

Konferansa HDP'ya Stenbolê li Salon Fîgaro li dar ket. Di konferansê de pankartên wekî "Li hemberî faşîzmê demokrasiya pirdengî xwebirêvebirin", "Sibê em îro de ava dikin" daliqandin. Demîrtaş axaftina despêkê kir.


Vaye ji gotinên Demîrtaş çend not:

- Li Rojhilata Navîn parvekirina emperyal ya nû li dar dikeve. Ya muhîm em sibê ji îro de ava bikin. Hemû kadroyên partiya me dikarin siyaseta Rojhilata Navîn tehlîl bikin. Tiştê kêm ew e ku ev tehlîl nakevin pratîkê.  Em wekî masiyên sor ên di okyanûsê de li hemberî ahtapotê şer dikin in. Kêmasiyên vî ahtapotî hene. Wekî 7'ê pûşperê em dikarin vî ahtapotî bêbandor bikin, baskên wî bişkînin."

- Şêweya xebatên berê çi hebe em ji bîr bikin. Yên li hemberî me bêehlaq, bi hêzek bêpîvan êrîşê me dike, em bi şêweya berê têbikoşin emê tenê ji bo wan xizmetê bikin. Emê firsendê bidin wan ku qada civakî bikar bînin. HDP ber bi biryardayînek krîtîk û kongreyê ve diçe.

- Zilam nêzî sedî 50 deng girtiye ji me ditirse. Dizane vê sedî 50 dê çawa bigire. Ergenekonê, MGK'ê li hemberî me bikar tîne, xwest bi vê me têk bibe.

Şêweya nû divê

- Xeta me êdî bandorê li hevkêşeyên Rojhilata Navîn dike, di siyasetê de diyarker e. Wisa bandor e dikare ji bo yên li dinyayê têne çewsandin bibe hêvî. Bi qasî ku reqîbên me bi awayekî cidî li me dinêrin, divê em jî wisa cidî li xwe binêrin. Gere em şêweya nû ya çalakiyan li dar bixin, em wisa nekin emê bi destê xwe ji wan re bibêjin 'Werin gelên me biçewsînin.'

YE bêdeng e

- Serokomar Erdogan dibêjin 'Ez eniya polîsan maçî dikim'. Wateya vê ev e ku sivîlan qetil bikin, tiştek bi we nabe, kes we nadarizîne.

- Ji bo Tirkiye penaberan bigire nava xwe Yekîtiya Ewropayê bêdeng e, çav li binçavkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê girtine. Amerîka jî bi ser Încîrlîkê re bazarî kiriye. Ji bo HDP'ê têk bibin hemûyan li hev kiriye. Lê me her karî karê hemûyan tevlihev bikin.

- Ji TV'yek jinek banga aştiyê kir di cih de ev jin lînc kirin, yê bernameyê çêdike hat lînckirin. Çima kesek dibêje 'bila mirov nemirin' ditirsînin? Ne mamoste Ayşe, dixwazin yên li dû mane bidin tirsandin. Wateya ew qas êrîş û çewsandinan ev e.

AKP'ê ferman daye çapemeneyê

- Di tu hilbijartinê de çapemenî piştgirî neda me û me tu peymana berjewendiyan saz nekir. Di serî de Çapemeniya Dogan hemû çapemeniyê êrîşê me kir. Berî 7'ê pûşperê ez beşdarî 6 bernameyan bûm, reqîbên me derketin 170 bernameyan. Wekî ku peymanek di navbera Çapemeniya Dogan û me de hebe êrîş kirin, operasyona wan didome. Sedema ku çapemenî ew qas êrîşê partiya me dike ew e ku AKP'ê ferman daye çapemeniyê. Ligel Çapemeniya Dogan peyman çêkirni, gotin hûnê Ahmet Hakanî ji kar neavêjin sibê-êvarê dê propagandaya AKP'ê bike. Dikin çapemeniya muxalif jî bêdeng bikin. Nûçegîhanên DÎHA'yê têne girtin. Gerînendeyê Cumhuruyetê tewqîf kirin.

Ji bo AKP'ê îşkencekirina li cenazeyan serbest e

- Em mecbûr in her dem bi hêvî bin. Di dema pêşiya me de ev hêza bêpîvan dê dîsa dê êrîş bike. Di baweriya AKP'ê de îşkencekirina li cenazeyan serbest e, hemû zordarî serbest e. Îslamê li gor xwe dijî, li gor planên xwe saz dike. Fetwayên şaş didin. Baweriya wan ew e "Vê ji bo ola xwe, welatê xwe dikin'. Ew zarokan, pitikan qetil dikin. Cenaze li kuçeyan ji bo rizînê hatine hiştin. Lê Ji bo aliyê rojavayê Tirkiyeyê dibêjin 'Hêzên misliman li hemberî artêşa Xaçperestan şer dike'. Ma ol ev e?

Rêyek nû

- Bi ser cenazeyên li erdê dihêlin de dixwazin gelê kurd bêrûmet bikin. Dixwazin baweriya gelê kurd a têkoşînê têk bibin. Bi van mînakan dixwazin nîşan bidin ku dikarin çi bikin. Dibêjin 'hewce bike em dê ji mirovahiyê derên, emê dest ji milîbûna xwe, ji faşîzma xwe bernedin'. Li hemberî vê zihniyetê divê em li her derê rêxistinê çêbikin. Berê ji ber ku civakê nekarî xwe biparêze rastî komkujiyan hat. Vê carê gelê Rojhilata Navîn divê li gor vê xwe birêxistin bikin. Hemû rawestanên berxwedêr ên berê em wan biparêzin lê çi şêweya xebatê ya berê hebe em vê ji bîr bikin û bikevin ser rêyek nû.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tîroj li ser "Girtîgeh û wêjeya kurd" disekine

ad

Tiştên mêrên îngilîz nekarîn, jinên îngilîz karîn bînin cih: Şampiyonî

ad

Kî dikare nebe evîndarê “Nara”yê?

ad

Twîtter dawî li sînora karakteran tîne!

ad

Ji bo ÎHD'ê Hevserokên nû hatin hilbijartin

ad

"Rêya Kadizan" derket!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname