Diyarnae
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Medyayê ya navçeya Kayapinarê pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Medyayê" vekir
Hevserokên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, parlementerên DEM Partî û gelek kesên din di merasima vekirinê de amade bûn.
Hevserok Ay qala girîngiya perwerdehiyê kir û got ku ew dê zêdetir pirtûkxaneyan. Ay got, "Ciwan di van mekanan de wê xwe rehet hîs bikin, bixwînin, diyalog saz bikin û li ser bingeha zanistê têkiliyan pêş bixin."
Hevşaredar Bucak jî got ku Amed bi çar navçeyên navendî û bi giştî bi 17 navçeyan re gelek mezin bûye, lê hejmara pirtûkxaneyan li navçeyên navendî kêm e û ev ye lê zêde kir “Em ê hewl bidin ku qadên otoparkê, qadên îmarê yên cuda û her cure qadên ku bi rengekî yên me ne, mezin be an biçûk be, em wan bikar bînin û bixin xizmeta civak û gelê me. Ev jî gavek bi vî rengî ye"
DER BARÊ PIRTÛKXANEYÊ DE
- Meziniya pirtûkxaneyê li ser 490 metreqorzî ye.
- Zarok û ciwan Dê ji vê derê sûdeyê bigirin.
- Cihê 110 xwendekarî têde heye ku di carek de dikarin jê sûde bigirin.
- 4 odeyên ku kom dema bi deng bixebitin jî dikarin jê sûde bigirin hene.
- Odeyeke xebatê, kafeterya û pirtûkxane têde hene



