Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo yadkirina Feqiyê Teyran "Roja Feqiyê Teyran" li dar dixe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi sernavê "Ne adar e, ne nîsan e / Îro roja Feqiyê Teyran e" roja 13'ê vê mehê li ser Pira Der Derî ya Amedê çalakiyeke li dar dixe.
Di çalakiyê de wê axaftin bêne kirin, helbest bêne xwendin û stran bêne strîn.
Di beşa axaftinan de helbestan Lal Laleş, Kawa Nemir, Serokê Kurdî-Derê Burhan Zoroglu, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Devirin û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dê axaftinê bikin. Her wiha gelek kes jî dê ji dîwana Feqiyê Teyran helbestên wî bixwînin.
Çalakiya li ser Feqiyê Teyran dê bi konserê bi dawî bibe. Di vê meşê de jî Seydayê Fexredîn dê Beyta Feqiyê Teyran bixwînin, her wiha Koma Azad, Şêrko Kanîwar û Mehmet Atlî jî
dê bi stranên xwe beşdar bibe.
Ji bo kesên eleqedar:
Dîrok: 13.04.2011
Saet: 16.00 - 19.00
Ji bo çûyîna Pira Der Derî: Saet 15.30 ji ber Şaredariya Mezin otobus radibin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


