Dikarim nekim jî. Nizanim. Sibehekê ezê ji vir herim.
Çima ne êvarekê?
Nizanim.
Sibehekê an êvarekê ezê herim. Hîna çûyîn heye. Axir mirin dijî hîna. Sedeq.
Baran diçipe. Bêhn diçike. Kulîlk vedibin. Teşî dirêsin. Ba difîzîne. Ax dinermije. Cam dişikê. Şên e sikak. Xax e welat. Perde li alî ye. Kitêb vekirî. Saz bi reng e. Gîtar bi ceng. Evdila qeşeng e. Porê wî bi şeh e. Dibiriqe. "Îstiqrarlî heyat heqîqet e" dibêje jinik. Çi îstiqrar û çi hal xweha min. Welleh tiştekî din ji qûna me nayê. Zexelbûna me bû îstiqrar a xelkê. Bêlome be. Tew îja heqîqet. Wî pepûû. Me li bavê xwe zêde kir. Bes. Nebû. Ezê herim.
Rojekê difirim. Yek bi yek di ser bajaran re derbas dibim. Roja min bi dawî dibe. Dadikevim. Hew. Xelas. Di qulika şûjinê re derbas. Çima ne derzî? Nizanim. Zêdeyî me ye bavê min. Ne ew qas. Ji serê me zêde ye ev tinaz. Heqeten bes. Xelas.
Carekê ezê biteqim.
Çima carekê?
Çimkî mere nikare du caran biteqe, ew qas. Hadel teqê tupil bombê kidê kidê. Dubare. Hadelteqêtupilbombêkidêkidê. Bi carekê re diteqe tipê îpraxazê. Sikak diheje. Li sûka ga. Zarokekî ereb bazdide. Dişemite. Di merdiwenan re gindir dibe. Teql û teql. Tip. Li ber lingên min disekine. "Çi bû", dibêjim. Deng naçê. Hahew, tu ji kê re dibê. Radibe ser xwe bazdide. Dikeve hewşa qesrekê. Bêhna misk û emberan tê bêvilê. Kevok li ser seran dizivirin. Şirîna ava kaniya ye. Kulma xwe dadigire. Pezkûviyek tê vedixwe. Pinpînîkek çîlî spî xwe li ser bêvila pezkûviyê datîne. Di derî re dikevim hundir. Her tişt vediciniqe. Law hela bisenin, dibêjim. Sekin tune. Her yek dikeve qulekê. Li wir dixwazim carek din biteqim. Lê çi fêde mere cara duda nateqe.
Bêhnekê ezê bisekinim. Dibe bêhna dawî be. Çima nebe? Ne me go axir mirin dijî. Bila bijî. Ne ji mirinê jî ba me yê çi xwelî li serê xwe bikira xwey? Weleh zor e. "Bê mirin jî jiyan nabe" hûn zanin ne? Min nizanîbû. Wê rojê yekî go; axir ji xwe re mirin. Nizanim mere çawa ji xwe re dimire. Gelo dibe mere ne ji xwe re lê ji hinîn din re bimire? "Dibe", dibêje Bilal. Heta dibêje; "mere tu carî nikare ji xwe re bimire." Mirin axlebe mesela zindiya ye. "Heqet" dibêjim, "mesela miriya çi ye îja?", "Mesele nîn e kaka", dibêjê. "Çawa nîn e kaka", dibêjim. Aha "mesela li vir a." Guhikê sazê dijidîne Evdila û dibêje; "jiyana me perçe dikir, yarê perçe dikir." Aha "mesele ev e" dibêje Bilal. "Yarebbî", dibêjim, em ketin çi gûyî? Qerarê didim ezê bêhnekê bisekinim. Nebêjin qey bêhna dawî ye.
Şevekê ezê rakevim an berêvarekê. Nizanim. Sibehê wê kulîlk vebibin. Wê newal bibişire. Av biherike. Kuliyên berfê dakevin xwarê. Pelê çilo biweşin. Teht şil û lat zer bibin. Şikeftên kufarî tije kewş bibin. Berû bigindirin. Dû di daqan re hilkişe. Pisîk li ber sobê binore. Qehwe li ser bizotan bikele. Dîkê cîranan biqîre. Çêleka me biore. Sinca me bêhn bide. Dibe nede jî bila nede û dibe nebe jî bila nebe. Lê ezê rabim û bikim. Dibe nekim jî. Nizanim.