Yekşem- Bise Kovan, kêlîkekê navberê bide nivîsê, heta ez diçim çayê ji xwe û te re dadigirim.
Hay hay, Kovan. Qene heta tu çayê ji me re bînî ez cixareyekê bipêçim ji xwe û te re.
Piştî çayê û cixarê, nivîs ji nû ve bi awayê xwe yê serserî dest pê dike; dinya ji ciyê xwe dileqe, dişemite, di bin tekerên gotinan re derbas dibe û tê di nivîsê de dikeve dirûvê xwe yê esil. Helbet ev tam ne werê ye. Lewra ji bo çavên nivîsê bi xew ve neçin, gotin tim şiyar û çalak in. Gotin temasî çi bikin wî tiştî diguherînin û bêdirûviya dirûvê esil ê wî tiştî teşhîr dikin. Belkî jî teşhîrkirin ew pêkera sereke ye ya şirîkatiyê bi xumamiyê re û di xumamiyê de dike.
Ma ez şaş im, Grillet?
Heger tu rast bêjî, edebiyata mirî wê te bikuje, Kovan.
Dikenim, rastiya ji edebiyata min revîyayî tê di kenê min de dinive.
Grillet diçe di nava nivînê xwe de dikeve xewa ebedî û ez li odeya xwe, di qedeha çayê de didim ser çopa gotinên firarkirî.
Nivîs dibê, “Bihuştê tîne vir ev rê.”
Ji Kovanê li rex xwe re dibêm, “Avakirina bihuştê zortir e ji ya dojehê.”
Kovan çûye dinyayeke dengê min nikare herê û qedeha çayê di kefa destê wî de bûye ew tiştê dilê wî dibijê.
Piştî ez çend balînayan digirim di qedeha çayê de, naçîzane dîsa vedigerim li nivîsê:
Noş be westandina ji rêwîtiya xumam tê û li ser qenepeya aramiyê rûdinê.
Dengê aramiyê ji deşteke dûr tê, “Zû rahêle meqesê û qetqetî bike vê dûrbûnê!”
Radihêlim meqesê, tilîkên min meqesê dibirin û dûrbûn dûrtir dibe.
Tilîkên min di şerê bazirganiyê de betilîne îro. Tilîkên xwe diqirpînim bo li ser klavyeyê bi xew ve neçin.
Kêlîka ev nivîs biqede, ez ê jî wekî afirînerekî şa û westiyayî herim xwe li ser qenepeya xwe dirêj bikim û şerabekê bexşî xwe bikim. Ma ne mafê min jî heye wekî Cohen bibim garson û xizmetê bikim ji xwe re.
Guhê Cohen ne li min e, gotinên wî afyon vexwarine, bi ser dostê xwe de diqîre, “Min ji te re got were mala min bibe dostê min, min negot were têkeve hembêza jina min.”
Dostê Cohen fotêrê Cohen ji xwe re dike derpîk û bi rev diçe. Dengê derî jî dide dûv wî.
Diçim serşokê, qedeha xwe ya çayê didim ber mislixê. Gava têm ser hemdê xwe, kenê min bi qedeha avê re dirije qulika serşokê. Carcaran dinyaya sêwirandî û ya rastî tevî hev dikim û nema zanim ji hev derînim.
Diçim çayeke din jî ji xwe re dadigirim û têm xwe bi vê nivîsê ve didirûm. Heke îşev kêlên min bibişkivin, ez ê ji xwe re tirbeke bê vîze bibînim. Na na, li goristana zemên kêla ber serê tirba min ê vala bimîne. Lewra min hîn şiîrek bi tenê jî nenivîsiye.
Qurtek çayê vedixwim û hewl didim helbesteke bêkêr binivîsim li ser kêla tirba vê nivîsê:
zarokên welêt
solên xwe ji pê kirin
xistin lingên dîwarên hilweşîyayî
bo Kobanî necemide li siberojê.
Mişterî li min digere, têlefonê vedikim, nivîs wechê xwe bi min re tirş dike, wekî dildara mirov tirîpan bike. Dengê xwe bi mişterî re bilind dikim û lêvên xwe nizim dikim ji nivîsê re, mîna mirov çokên yara xwe maç bike.
Mişterî qanih dikim, dengê mişterî di têlefonê de vedimire, nivîs dibe yara qeherî û dest bi gezkirina tilîkên min dike.
Muzîka zikê min şîvê tîne bîra min. Dûxana cixara toq ji dora rûyê xwe yê birçî diqewirînim. Tilîkên min di şerê pevşabûna bi nivîsê re westiyane, dixwazin herin li pêjgehê yogayê bikin. Radibim diçim pêjgehê, birçîbûn û westandin jî bi min re tên. Tilîkên min ji kêfan re dimsê û penîr maçî dikin. Birçîbûn dixeyide, diçe xwe ji şaneşînê diavêje hembêza xwekuştinê. Tilîkên min dibê, “Haydê, ne wexta şûngerandinê ye, nivîs li benda me ye!” Bi rişma zemên digirim û bi çargavî diajom. Li oda nivîsê ji zemên peya dibim, li palgehê siwar dibim, rişma zemên bernadim, zeman nameşe û nalên nivîsê hêdî hêdî di zemanê sekinî de dimeşin – tikitik tikitik tikitik.