Diyarname
Serokomarê Iraqê Celal Talabani ji bo serdana du rojan vê înê tê Tirkiyeyê. Talabanî dê bi hin wezîr û rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtinê pêk bîne.
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ku di sala 2004'an de bi nasnameya "Serokê Demê yê Konseya Rêveberiya Iraqê" hatibû Tirkiyeyê, niha yekem cem wekî Serokomarê Iraqê tê Tirkiyeyê.
Talabanî dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re hevdîtinê pêk bîne. Çar Wezîrên Iraqê bi Talabanî re tên Enqereyê.
Di dema operasyona Tirkiyeyê ya li Başûr de Tirkiyeyê agahî dabû Talabanî. Di heman demê de Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan Ahmet Davutoglu tevî heyetek çûbû Bexdayê û agahî dabû Rêveberiya Iraqê.


