"Rexneya rexneyê" (bi îngilîzî: ‘metacriticism’ an jî ‘criticism of criticism’) tê wateya rexnekirina rexneyê bi xwe, yanî analîzkirin, nirxandin û rexnekirina awayê ku rexne li lîteratur, huner, felsefe, zanist û hwd. tê kirin, metodên wê, pêşhukmên wê, îdeolojiya li pişt wê û kartêkeriya wê ya civakî-siyasî.
Ev têgeh ne teoriyeke yekgirtî ye ku tenê ji aliyê kesekî ve hatiye bipêşxistin, lê belê navê komek nêzîktêdayîn û lêkolînên cuda ye. Kesên mîna Paul de Man (1919–1983), Jacques Derrida (15 Tîrmeh 1930, El-Biar, Cezayir – 8 Cotmeh 2004, Parîs), Northrop Frye ketine dû vê têgehê.
Hêjayî gotinê ye ku Frye di berhema xwe Anatomy of Criticism (1957) de, cara pêşîn bi awayekî sîstematîk “rexneya rexneyê” wekî dîsîplîneke cuda pêşniyaz dike û dibêje divê rexne ne li ser berhemên takekesî, lê belê li ser arketîp, cureyan û strukturên giştî bisekine. Ev xebat wekî yek ji destpêka nûjen a metacriticismê tê dîtin.
Em ê hinekî bala xwe bidin ser “deconstruction”a Derrîda.
Tê zanîn ku Jacques Derrîda, yek ji feylesofên herî bi bandor ê sedsala 20’an û 21’ê ye. Ew damezrînerê Dekonstruksiyonê ye ku vê têgehîştinê bi awayekî kûr bandor li felsefe, rexneya edebiyatê, hiqûq, psîkanalîz, mîmarî, zanistên civakî û hunerê kiriye.
Nexwe em binêrin “Deconstruction” çi ye?
Derrîda bi xwe bêhtir li ser “deconstruction”ê disekine, lê ev metod bûye bingeha herî mezin a rexneya rexneyê. Di deconstructionê de tu carî nayê qebûlkirin ku rexneyek “objektîf û dawî be; her rexneyek tê dekonstrûksînekirin û tê nîşandan ku ew bi xwe jî bi têgehên dualîst (binary oppositions) hatiye avakirin.
Ji bo veçirandina vê têgehê, bi nimûneyan em hinekî Mem û Zînê bi çavkê dekonstrûksiyonê lê binêrin.
Mem û Zîn – Ehmedê Xanî (mînaka herî klasîk)
Di destanê de dualîteya herî mezin ev e:
Mem (mêr, azad, çiya) × Zîn (jin, girtî, bajar)
Ev dualîte li ser hemû destanê hatiye avakirin: mêr dikare here û bê, jin di qefesê de ye; mêr bi şev diçe nik Zîna xwe, jin nikare here nik Memê xwe.
Hez kin em dekonstruksiyonê bikin:
- Mem çiqas “azad” e jî, di eslê xwe de “girtiyê evînê ye” û di dawiyê de dimire.
→ Yanî “azadî”ya mêr di nava xwe de mirinê dihewîne.
- Zîn çiqas “girtî” be jî, “bi gotin û nameyan” Memo diajot, dide pêş, wî pal dide nav şer û têkoşînekê û di dawiyê de dibe sebeba mirina wî.
→ Yanî “girtîbûn”a jinê di nava xwe de hêza herî mezin (hêza gotinê) dihewîne.
Li gorî vê têgihîştinê,
Encam: Dualîteya “mêr azad / jin girtî” di nava destanê bi xwe de dihele. Yên ku xuya dikin “azad” di rastiyê de mirî ne, yên ku xuya dikin “girtî” di rastiyê de desthilatdar in.
Li gorî vê têgihîştinê, Derrîda dê bibêje me: “Mem û Zîn ne tenê evîndar in, ew di heman demê de şopa hev in; yek tune be ya din jî tune ye.”
Li binî çend pirs:
Ji bo “deconstruction”ê gelo em di kurdî de “hincirandinê” karin bibêjin?
Helbet, gava ez dibêjim “kurdî” ez behsa xwe dikim û ev dahênan, tenê û tenê fikir û ramana min e. Helbet em ê di analîzên xwe de her têgeha “deconstruction”ê bi kar bînin, hewce nake, îla em navekî bi zimanê xwe lêkin, mebesta min, wekî têgihîştin û fonksiyon, hişê min bala min dibe ser “hincirandinê” û em baş dizanin, di esasê hincirandinê de her çend ji hev tar û belavkirin hebe jî, “şînbûn”eke ji pirtikên xwe, ji ta û tîvilkên xwe heye.
Mirov dikare li vir xwe bispêre peyva “vejînê” jî. Vejîna ji xweliya xwe.
Heçî “deconstruction” e, ne “hilweşandin” ne “ji binî ve herifandin” e, belkî serobinkirin û jihevhincirandina heyînekê ye; bê ka çawa di nava hev de hem dibin sebebên hebûnên hev hem jî bi bizaftinê hevdu dadigerînin û di nav hev de “şîn” dibin-eve.
Hasilê, ev mesele dirêj e û min dil heye, bi berfirehî xwe bidim dû aşopa wê.
Gotinek derbarê rexneya rexneyê ya “navmal”a me:
Mebesta min ji “navmal”ê, civata edebiyata kurdî ye.
Te dî em civatek “biçûk” in. Biçûkî li vir di wateya “çendaniyê” de ye, ne “çawanî”. Bîstanê peyva me hê nû kate dide û em hê ji bo gelek tiştî “nû taze” ne. Li vir “nûtazetî” di maneya “jenerasyoniyê” de ye. Şîpa me ya nivîsê, zêde av tê neçûye. Xasma te dî Derrîda dibêje, “gotin, di esasê xwe de nivîs e, yanî nivîs heye û gotin jê peyda bûye.” Îja em, wekî jenerasyon, li bara “gotinê” ne, “nivîs” ne li berahîka me, ne jî li dirêjpêdayîna me geş e, belkî çirik û dilopine hebin ku şûnpêya wan jî piranî verêjeke qels û coyeke “şamraneke” xirabe ye, ne ro lê belkî tenê şiravkek tê re dikişe.
Belkî jî divê em ji peyva xwe re “ji serçaviyên çiya û deştên xwe” şamranekê durist bikin ku ava wê heta bi ber û behrên heft duwelên dinyayê biçe û deng vede.
Tê zanîn, rexne bi xwe awayekî “dengvedanê” ye, îja rexneya rexneyê, hincirîna dengvedanê ye ku dengvedan di nava xwe de xwe hincî hincî diherivîne û ji nû ve reprodîkse dike.
Helbet gava em qala rexneya rexneyê dikin, em qala “rexneya li rexneyê” nakin. Ew kêşvekêşa hevrexnekirinê ye, em li vir, rexneya rexneyê wekî têgînekê didin dest û divê bi dilekî cegerpola li xwe deynin ku pêwîst e, berhemdar tu carî ji rexneyê û awayê wê netirse, helbet dara bergir dê bibe armanca rim û tîran, ev nebe, nexwe berhem bi ser neketiye.
Helbet, xuya ye rexne û li ser navê rexneyê tiştên dibin û dê sibero bibin jî, tiştên normal in. Heqê xwende û kesên serwext heye, bi çavkê rexneyê berhemê jêk bihincirînin. Lewra em dizanin, hincirandin hiriyê dijene û dike ta û ben. Ji wî ta û benî cil û berg çêdibe.
Ji bo navmala me, wext hatiye ku em karibin ji dînamîk û dînamîzma navxweyî xwe bidin rê û karibin ji çavkê xwe ve bibişkivin. Xwe şîn bikin.
Em dizanin ku peyvên me qasî ku hest û ramanên me didin der, heman wext hêrs û agirê nava me jî didin der.
Dawiya rojê di destê me de tenê ber û berhemanîna me dimîne.
Kilama dawî: Kela dilê xwe sar nekin.