logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

PIRSA ‘BIÇÛK’

  • Dîrok: 17/10/2023
Ev çendek e ez û nivîs ji hev sar bûne. Tilîkên min û peyv nayên ba hev. Nizanim lomeya kîjan dilreşî li me xist û em çavîn bûn. 
Ji bo şikandina vê bêqidoşiya ser xwe min xwe avêt ser torê pirsan. Ez li hevrazan qelibîm. Di kendalan de mame nîverê û westiyam.
Li min bû bargiranî hizrên min. Wan hizran tîhna xwe ji hestên min birî û ez di navbera neqebeke teng de asê bûm.
Em mîna darekê bi rehên xwe bi erda xwe ve girêdayî ne, ew rehên me, ew dilînên me ne ku ji makzakî havênê hebûna me tînin pê. Em ji wan xudan dibin. Ji wê reha kûr. 
Gava Umbertu Eco dibêje, “Hilkişîna hevrazî ye roman; ger bêhna we ji bo wê hebe û hûn bizanin bêhn û hilma xwe di cih de bi kar bînin hûn ê gelek tehmê ji hilkişîna çiyê bigirin lê heke hûn nizanibin bêhna xwe di cih de hildin û berdin ew hevrazî dê hilmê li we biçikîne” berê me dide hevraziyeke çawa? Em xwe di nav pirseke çawa de dibînin. 
Belkî jî dema nivîskara amerîkanî Paula Fox dibêje, “Romana baş bi pirseke biçûk dest pê dike û bi pirseke mezin diqede” amaje bi hevrazê Ecoyî dide û me ji bintarên çiyê di hevrazan re hildikişîne lûtkeyan û hilma me bi hevrazên pirsê diceribîne. 
Çawan ku rêya herî dûr jî bi gaveke biçûk dest pê dike her wiha hizra herî mezin jî heman wext bi pirseke biçûçik dest pê dike. Ji pirsê dizê serê kaniyê. Ji pirsê tarîsana tirsê tê belavkirin lê ligel vê jî heye ku pirs me bi tirsên me re jî asê dike. Hemin ya ku tirsê dişkêne pirsîn e. Pirsîn ew qonaxa pirsê ye ku êdî pirs bi firê ketiye, û şax rehên xwe dakêşane. Êdî pirs di peyvê ketiye ew ji hev jenjen kiriye, ji pirtikên wê vêketiye û ew ayisandiye. Pirs êdî bûye têgîneke nû û peyv ji qonaxa gotinê hildaye anîye qonaxa têpirsîn, têgerîn û têgihîştinê ji jenên wê têgeh ava kiriye. 
Êdî pirsa biçûk ku qûçê enîşkê yê qesra romanê ser ava dibû, ber bi pirsên mezintir ve hilkişiyaye, pirsin eli xwe nijintine û bûye dîwarek ku kulek û pencereyan, îsele û dergehan, serbend û binbendan li xwe digire, vêk aniye.        
Ez jî wiha li çend pirsan aliqîme. 
Lê pirsên min nayên ber hasila pirsînê; ko bûne. Sil bûne ji min. Peyvên min di binê hevrazê Eco de asê bûne, bêhn lê çikiyane. Rê nakudînin. 
Pirsa mezin a Paula li wir, bi çavekî xeydan li min dinêre. Xwe li min nagire. 
Pirsa biçûk li dest û pêyê min geriyaye. Min ranake ji şûna xwe.
Dişkêm di rê de. Diltezî me ji jiyanê.    
Û piştî çil û nizanim çend saliyê dikim ji nû ve zanîngehê bixwînim. Di rêya min de pirsên pir biçûk hene: gelo wext çi ye? Zû û dereng; ber û piştên kîjan nifirê ne. Bêguman pêjnek her li hewa dizîzike: qey dema xwendinê heye? Helbet, mirin jî di wexta wê de xweş e, ku ew wext her “zû” ye; du serên pirsa min a biçûçik hene; aya “qistasên derengî û zûtiyê çi ne?” ku wexta xwe tên û xwe li wê pirsa biçûk asê dikin.
Dilê min saetek siwarkirî, dilê min barek li saeta wextê bar kirî: teq tûk; tûk teqq.. Zeman, zimanekî bê hestî.. Hest lê pengirî, hêvî tê de kitirî.
Hê li binê Hevrazê Çiyayê Umberto Eco pîkolê dikim, ber bi kîjan kendalî ve xwe hêl bikim nizanim. 
Va ye deste romanên min ên par weşiyayî, qediyane, di refikan de nerizîn lê li ser çu destexanên biraderan jî nepijîn. Welew hinek ji wan dikin çapa 5’ê jî bikin, hê li ser her çapa “1” heye. 
Kitêbên min jî wekî umrê min in, 5 caran dû hev çapa 1ê dikin. Bo reklamê qet bikêrnehatî me. Sifir.. Sifira min li ser sifreke sifrî dike zingezing û dixişike li binê hevrazê Eco.. Bêhna xwe çawa hilgirim, ji diyaframê an ji pişkê? 
Rihê min pif kiriye sûrê, Îsrafîl di nava min de ji mêj ve şîva miriyan bi para cîranan daye jî. 
Ez li wir disekinim.
Li nav ciwanên zanîngehê, mîna kalemêrekî rêya xwe şaş kirî û di wê heyama xelet re derketî, li xwe û li halê xwe dikenim. 
Ez gelek şaş dibim, li vî welatê me çima ciwan qet ciwan nîn in? Hê di vî umrî de ketine bin barê mitaleyên siberojê, hê di vî umrî de ber bayê jiyar û dinyaya pûç ketine, kê çima ew barê ew qasî giran li pişta wan kiriye? Bêyarî, ez ji wan ciwantir im! Kê ew xistine tatêlê?
Berra, min dosyeya xwe ya teze jî tevizandibû, niha li tenûrê, li ser xwelîmorê dipije mîna kartolekê.. hêdîka, bi hemdê xwe û bêpûke.
Li pirsa xwe ya biçûk vedigerim: Ez ê reben, tenê li meydana nivîsê siwarekî beled im û mîna hespekî sêwak ê şîneboz azad.. bê xem.
-ya ji hemû xweştir jî bê-mi-nnn-et! 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Nivîsşorên kurdî

  • 10 Sermawez 2017

gelek caran ez rewşa taxa me ya nivîsşorên kurdî wekî kerxerêka nav dehl û teraşî dibînim. her yekê ji me, ji xwe re kerxek rê vedaye û wekî hespekî...

Nivîs jî “hêvî” ye

  • 28 Rezber 2017

Ev heyamek e, welatê me, di ta û tajinga man û nemanê de. Bêhna melkemotan ji çar milan ve bi ser stûyê me digere.Yek bi nanî, yek bi şûrî, yek bi arî...

Di çîrok, bend û romanê de teknîkên vegêranê û mebestên wan

  • 30 Berfanbar 2021

Roman û çîrok li dora qewam û rûdanan ava dibin û her du di nav deqên wêjeyî de têne hesabê.  Ji ber vê yekê herdu jî xwedan...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lawje û Şanoya Bajêr bernameyên xwe betal kirin

ad

Li PE'yê 9’emîn Konferansa Kurd pêk tê

ad

BDP û KCD çalakiyên 'raperîna sivîl' dide dest pê kirin

ad

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ji bo herin Almanyayê ketin rê

ad

Feqîr dê nikaribin simîtê jî bixwin!

ad

'Kurd Boregî' bi gel da hezkirin û xatir xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname