logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e
  2. Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê
  3. Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn
  4. 5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye
  5. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

-ne- dema hindê ye

  • Dîrok: 12/11/2020
Ev demek e ‘dem’ li min hilawîstî. Dibême xwe, gelo vê carê behsa çi û çi nekim. Paşê dîsa bersiva xwe didim; tu tiştekî li pêş çavên xwe nabînin da ku behs jê bikim; behsên nekirî, negotî, nebûyî.
Xwe didim zorê, gelo li ser kîjan kitêbên çend gotinan bikim, ev demeke dirêj e min qet behsa kitêban nekiriye. Paşê xwe li wî aqarî jî nagirim. Çi ra nizanim, lê vê pêlê qet û qet dilê min naçe nivîsê.
Hefteyê pênc rojan, saet heftê spêdê –bi wextê Amedê-, henga ez ji mala xwe derdikevim û tême ser rê mîna peykeran xwe li hatina serwîsa kargehê digirim; serê kujî ew camêrê fêkîfiroş, dezgehê xwe berî min datîne. Payizê dema bacansork û bacanreşkan heta ez diçûm, jinên taxê nîvî fêkiyê wî dikirî jî, niha wexta ziwadê zivistanê borî, ser dezgehî tiriyê dawîn, hinarên terikî, mandalînayên tirş û bacansorkên zer hene.
Her sibê ez ji xwe re dikim niyet dibêjim; îlayî rojekê ez ê çend tiştan ji vî camêrî bikirim lê heta êvarî ez têm qaseyên wî li binî didin. Pûş bi bara min dikeve.
Axir.. Ev çendek e bala min lê ye, li deroberên taxa me, pisîk pir zêde bûne. Her sibê, ligel tîşka tavdanê jinek di destê wê de du sê kîsikên êm û xwarina pisîkan, hema bêje binê her dara li refûja rê, kulmek xwerekê datîne û pisîk pê wer dikin. 
Rojekê ez bûme şahid, digot; ev pisîka gewir hingî ji xwe razî ye, bi qewlê Dilawer Zeraq qûşpene ye, bi xwerekê kelandî qayil nabe, îla dibêje goştê xav nebe, ez naxwim û li dienire. Min jî di dilê xwe de got, belkî ew tenê maye xas pisîk û nepişaftiye. Bêguman pisîk ji goştê xav hez dikin…
Her cara ez çav li wê xatûnê dikevim, barek hesûdiyê lê dikim û di dilê xwe de dibêjim: teqez ez ê jî vê carê bo wan pisîkan çend kîsên xwerekê bikirim û bêm belav bikim. Lê bêhnek dî serwîs tê, ez lê siwar dibim û ne fêkiyê wî camêrî, ne jî xwerekê pisîkan distînim; hema hey ber dilê xwe didim û dibêjim; hey ez ê rojekê vî qewlê xwe bînim cih lê niha ne dema hindê ye. 
Reng e, hindî wisa biçe wê çu carê dema hindê ya bo hin tiştan neyê. Carinan li vê hevokê difikirim û dibêjim qey sertapê jiyana me kurteya vê hevoka jorî ye. Xasma heçî “Dema hindê” ye, hema aniha ye, nexwe çu carê ew dem nayê.
Hin Nivîsen Nivîskar

Atiye tu “kî ye?”

  • 09 Rêbendan 2020

Serê pêşîn em kunyeya fîlmî bidin. Ev zincîrefîlm li ser kanala Netflix tê lîstin. Zincîrefîlmî heta niha sezonek li dû xwe hiştiye û 8 xelet...

Jame vû –havîbûn

  • 11 Sibat 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Ez dibêm qey gelek ji we deja-vû bihîstiye û gelek caran hatiye serê we jî. Te dî tu tiştekî dibînî, hinek tişt tên pêşiya te û tu dibêjî min berê jî ev tişt jiyabûn. Gelo we...

Şîpa çîrokên wenda

  • 01 Berfanbar 2021

çîrokên waran hene, destanên dûvdirêj ku rîs bi rîs li rshê wê civakê dageryayî.. berê jê re digotin Hekarya; warê Aryenên...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ev e wêneyê rojê: Peykerê Dayikên Şemiyê

ad

Belgefîlmê Melania yeno viraştişî

ad

Bi înterpolê lêdigeriyan lê ew li sehayê bû û gog dilîst

ad

Klîba Hefteyê: Arîn Mîrkan / Seyda Perînçek

ad

Zibare ango subsîstence economy

ad

Li Batmanê jî kampanya li dar e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

  • 20 10 2026
news

Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê

  • 20 10 2026
news

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

  • 20 10 2026
news

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

  • 20 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname