Stenbol
Piştî YPG'ê Girê Sor rizgar kir ev yek li xweşa hikumeta Tirkiyeyê û çapemeniya wê neçû. Rayedarên hikumetê û çapemeniya wê îdîa kirin ku YPG'ê li wê derê gelên ji kêmareyên cuda dikujin. Di heman demê de di van weşanan de hate gotin ku hikumet PYD'ê ji DAIŞ'ê zêdetir bi talûke dibîne. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo ÎMC TV axivî û bersiva van yekan da.
Muslim got ku kuştina gelên wekî ereb û yên din ne rast e, bi vê gotinê dixwazin di navbera kurd-ereban de pevçûnê derbixin û ev yek lê zêde kir: "Me nekarî rayedarên tirk ji tirsa ji kurdan dûr bixin." Salih Muslim ji bo dîtina rewşê çapemeniya tirk vexwend Rojava û got bila bên li cih çavdêriyê bikin. Musilm li ser îdîayên ku hatiye Tirkiyeyê jî got ku ev ne rast e, derew e û ew ji duh de li Romayê ye.
Muslim dibêje ew li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Ji bo meseleya di navbera Efrîn û Kobanî jî Muslim got ku daxwaz hebe ji gelê wir, ligel hevkarên xwe ew dikarin bikevin nava tevgerê, lê niha tiştek nîn e.


