___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Mirov, dema ku ji rastiyê direve û xwe di nav xeyalên xwebûna xwe de vedişêre, dest bi avakirina cihaneke duyem dike; cihaneke xeyalî û dûrî aqil û rastiyê ku ew xwe tê de serdest û ewle hest dike, lê di rastiyê de hebûn û xwebûna xwe di nav bendên xwe yên xwe-afirîner de destesergirtî dike. Ev rewş, ji bo miletê kurd, ne tenê kêşe û pirsgirêkeke takekesî ye — ew rûdaneke dîrokî û civakî ye ku bi sedên salên bindestî, zordarî û înkarê hatiye tevinkirin.
Em ê behsa sê aliyên sereke bikin: (1) cihêbûn û veqetandina hişê ji rastiyê û damezrandina ‘rastiya duyemane’ (secondary reality), (2) encamên vê rewşê gava ku ew diyardeyeke civakî û siyasî ya neteweyî hildikeve û (3) riya rizgariyê bi navê hişmendiya rexneyî (critical consciousness).
Ji bo ku em vê meseleyê bi kûrahî fêm bikin, em ê alîkariya hin têgehên bingehîn ên derûnkolîneriyê (psychoanalysis) û bîrdoziya civakî vebigirin: mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) yên Freud, têgeha ‘jidestdana rastiyê’ (reality testing) ya derûnnasiya xwebûnê û eziyê (ego) û têgeha Fromm a korbûna dilxwaziyê ya berpeymend ango korbûna dilrazî (consensual blindness). Em ê van têgehan hem li ser romana Stephen King a navdar The Mist (Mija Kujer) hem jî li ser ezmûna dîrokî û derûnî ya miletê kurd bicih bînin.
Di rewşa Kurdistanê de, ‘mija nepenî’ ya çîrokê cih digire: sînorên xeyalî yên çar dewletên ku neteweyeke li ser xwe û hebûna xwe parçe kirin, siyaseta înkarê, qedexeya ziman û nasnameya çandî û avakirina rastiyeke dijber a ku tê de kurd ne wekî neteweyeke xwedî maf, lê wekî ‘gef û tehdît’ tên pênasekirin. Di vê atmosferê de, gelek mirov bi riya mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) ‘xwe’, hebûn û xwebûna xwe diparêzin: înkar dikin, ji rastiyê direvin an jî di bin navê qaşo pêşengên ‘şareza’ de ji xwe re li ewlehiyê digerin.
Mija Kujer û Rewşa Kurdistanê
Romana Stephen King a The Mist (1980) û fîlma ji wê hatî çêkirin (Darabont, 2007) mînakek bêhempa ya vê meseleya me kurdan e. Di çîrokê de, komek ji takekesan di supermarketekê de, piştî ku mijek nepenî bajêr dipêçe û vedişêre, tê de asê û girtî dimîne. Mij nîşan û sembolek e: ew nepenî û nezanî, tirsa ji nedîtbar û xirabiya ku em nikarin bi riya hiş û aqilê xwe fêm bikin, temsîl dike.
Ji bo miletê kurd, mij xwe bi pir şikl û şemalan temsîl dike: sînorên hişkkirî yên ji derveyî hatine ferzkirin; qedexeyên ziman û çandê; rewşa şer û dagirkeriyê ku di nava wê de jiyan divê berdewam bike; nepeniya siberoja siyasî. Di vê mijê de, du rê hene: mirov an hişmendiya rexneyî (critical consciousness) hildibijêre yan jî di bin siya otoriteyeke qaşo ‘şareza’ de xwe winda dike.
Karaktera Mrs. Carmody, di vê çarçoveyê de, tirs û sawê bi rêxistin dike. Ew ‘rastiyeke duyemane’ ava dike — teolojiyeke apokalîptîk a kor û berpeymend — ku tê de tirs û saw wekî ‘azabê xwedê yên ezmên’ tê ravekirin. Ev taybetmendiya ‘rêbertiya karizmatîk’ (charismatic leadership) ya ku Fromm (1941) di Revîna ji Azadiyê (Escape from Freedom) de ravekiriye ye: dema ku barê azadiyê li wan giran dibe, mirov ber bi otorîteyeke ku wateya cihanê dide diçe. Di doza kurd û Kurdistanê de jî ev diyarde tê dîtin: dema ku saw û tirsa civakî zêde dibe, takekes û tevgerên ku ‘bersiva hertiştî’ pêşkêş dikin tên şopandin — bê pirskirina ku bersiv ji ku tên û ber kê ve diçin.
Karaktera David Drayton, ber vê yekê, hişmendiya rexneyî (critical consciousness) temsîl dike. Ew wekî ‘xwebûn û eziya ku bi rastiyê re têkiliya xwe diparêze’ (reality-testing ego) tê dîtin, lê di dawiyê de jî — di encama xwe ya trajîk de — nîşanî me dide ku hiş û aqil bi xweber ji belayê rizgar nabin. Ev ders ji bo reftar û tevgerên azadiyê yên kurd û Kurdistanê jî girîng e: hişmendiya rexneyî merc û şerteke pêwîst e, lê bes nîne — divê bi rêxistinbûn, piştgirî û têkoşîna berdewam were zengînkirin.
Hiş û aqil ji Rastiyê Direve
Hiş û aqil, gava ku xwe li hember rastiya tirsnak diparêze û li dijî wê parêzk û zirxên berevaniyê ava dike, di dawiyê de fêm û têgihiştina ku xwe bi xwe çêkiriye wekî rastiya rasteqîn dizane û vê rastiya sexte li yên-din jî ferz dike. Bi demê re ev rewş vediguhere nexweşiyên derûnî û giyanî; ev nîşaneyeke dabeşbûn û parçebûna zihn û hiş (mental splitting) e ku bi dûrketina ji rastiyê dest pê dike û ji xwe re hebûnek û xwebûneke sexte ango xeyalî, ava dike.
Ji bo miletê kurd, ev parçebûn taybetmendiyek dîrokî û civakî ye. Dewletên dagirker bi riya dibistan, medya û sazûmanên dewletê (ideological state apparatuses — Althusser, 1971) ji zarokatiyê ve şekil û şemal didine hiş û aqilê kurdan: zimanê dayikê qedexe bûye, dîroka neteweyî hatiye sil û sotandin, nasname wekî tehdît hatiye nîşandan. Di vê çarçoveyê de, ew rewşa derûnî û giyanî ya rastîn a mirovekî ye ku di navbera rastiya xwe ya navxweyîn (hundirîn) û rastiya fermî ya derveyî de dabeş û perçebûyî dimîne.
Şerê di navbera rastiya rasteqîn û rastiya sexte ango ya duyemane ya ku tê xewn û xeyalkirin heye — gava ku hiş û aqil ji bîr dike ku ew hawirdora nû xwe bi xwe çêkiriye — rewşeke metirsîdar û xeternak ji hebûn û xwebûna xwe re çêdike. Ku ev rewş li diyardeyeke civakî vedigire û girseyê di vê rastiya duyem de hildikeve, ev jî rê li ber girêk, nexweşî û aloziyên derûnî yên hevpar (collective psychological disorders) vedike.
Ji ber ku her fêm û têgihiştineke civakî ya rastiyê serweriyek û — bi vê yekê jî — şaristaniya xwe ava dike, ev cureyek nû ya mirovahiya pîşesaziyê derxistiye holê: mirov xwedî fêm û têgihiştineke ne-rast ango mirov a ne-rast e. Zêdebûna van tîpan û danûstandina di navbera wan de di heman demê de civakek ku meyla ‘korbûna bi hevkarî û komployê’ (collusive blindness) heye û girseyeke nû ya ketiye nav fanatîzmeke diraz û dilxwaz çêdike. Ev jî çînek serdest a aborî ya ku teqlidkirinê bi pêşkêşî pêşve de tîne çêdike — ango berdevkiya civakî ya kêmbûna hiş û aqil — jî tê gotin.
Dorpêçkirina Hişmendiyê
Dorpêçkirina hişmendiya çavdêrî û îtirazê ji aliyê korbûna bi hevkarî û komployê ve û xweşbîniya ku bi nexweşiyeke domdar ve tê guhertin, rizgarbûna ji nexweşiya derûncivakî ya heyî — ango qetandina ji vê veqetandina rastiyê (detachment from reality) — gengaz dike. Têgihiştina heyî kaosê, karesatê û belaya civakî ya derttêxistî wekî tişt û heybereke (object) ji rêzê pîroz jî dike.
Di doza Kurdistanê de, ev dorpêç ne yekcar û bi zorê hatiye kirin — ew pêvajoyeke dûr û dirêj e. Fanon (1963) di dahûrîn û analîza xwe ya kolonyal de nîşanî me dide ku dagirker hewl dide ne tenê ax û erdê bindest bike, lê hiş û aqilê bindest jî dagir bike. Dema ku ziman qedexe dibe, dema ku çand wekî ‘paşverûtî’ tê nîşandan, dema ku dîrok tê temirandin û bermeqlûpkirin, mirov dest bi înkarkirina ‘xwe’, hebûn û xwebûna xwe dike — ne ji ber ku dixwaze, lê ji ber ku jiyan bi vî awayî rehet û hêsantir dibe. Ev înkara xwebûnê (self-denial) Winnicott (1960) wekî Xwebûna Derewîn ‘False Self’ pênase dike: avakariyeke ku xwe li hember dijminê derveyî diparêze û bi rastiya derveyî re lihevhatî xuya dike, lê di nava xwe (hundir) de ji Xwebûna Rastiyê ‘True Self’ veqetiyaye.
Di nav civaka kurd de ev girêk û paradoks xwe bi awayê taybet nîşanî me dide: takekesê ku li ser heq û mafên xwe disekine wekî ‘provokator’ tê nîşandan; yê ku zimanê xwe bi kar tîne wekî ‘terorîst’ tê şopandin; yê ku pirsa rastiyê dike wekî ‘bêedeb’ tê hesibandin. Ev mekanîzma Lacan (1966) bi têgeha Yê-din ‘the Other’ ronî dike: kirdebûn ango subjektîvîte, bi zimanê Yê-din tê damezrandin û ‘rastî’ her tim di nav çarçoveyeke semiyotîk de tê fêmkirin. Ji vê dîtina Lacanî ve, ‘rastiya duyemane’ ya ku di civaka kurd de hatiye çandin ne tenê xewn û xeyaleke takekesî ye — ew pergaleke nîşaneyên semiyotîk e ku bi riya sazûmanên dewletê tê belavkirin.
Carinan ew sazûmanên dagirker, bi hemû şarezayî û pîroziya xwe, dengê xwe derdixe û dibêje: ‘Dilq û dirbê mirovbûnê bi ye jî dikeve.’ Lêbelê şert û şûritên ku hûn rêya min şanî we daye de şaş nebin – ên di wê rêyê de herin tên xelatkirin û cih û warê wan hêşîn dikin, di civakên ku şiyan û hêzên hişmendiyê wenda dikin û ew takekesên xwedî xwebûna sexte dibe pîroz — ango pûtperestiya (idolatry) xwebûna sexte derdixe holê. Bi vî awayî ew rêz bi hêz û qeweta dagirker tê parastin, lê ya ku bi rastî diqewime ev e: wekî encameke afaziya civakî ya hatiye çêkirin, nîqaşên bê encam, paradoksên bê derketin û birîn, oksîmoronên ku tê de derbirîn aloz û tevlihev dibin û ji wê zêdetir civakeke ku ber bi tunebûnê ve diçe — ji ber ku li ser hewcedariyên xwe yên rastîn nasekine — hebûn û xwebûneke sexte çêdibe.
Mekanîzmayên Berevaniyê û Rastiya Duyemane
Li gorî Sigmund Freud (1923), Ezî (ego) di nav sê hêzên dijber de kar dike: Nizimezî (id), Bilindezî (super-ego) ango normên civakî û cihana derveyî. Gava ku barê rastiya derveyî gelekî giran dibe, Ezî mekanîzmayên berevaniyê wekî sepandekê çê dike: tepisandinê (repression), înkarkirinê (denial), rengvedanê (projection) û yên-din. Di rewşa kurdan de, hebûna ‘rastiya duyemane’ wekî mekanîzmayek înkarê ya tevahiya civakî tê fêmkirin.
Fromm (1955) vê meseleyê wekî ‘nexweşiya civakî’ (social pathology) nav kiribû: dema ku civak bi giştî mekanîzmayên berevaniyê yên nexweşane (patolojîk) bi hev parve dike, ew wekî ‘normal’ û siruştî tê dîtin, lê metirsî û xetereya wê ji ya takekesî mezintir e. Ji bo miletê kurd, ev ‘normalkirina bindestiyê’ xwe bi awayên cihêreng nîşanî me dide: hin mirov ji bo jiyana yên-din, zimanê xwe ji bîr dikin; hin malbat zarokên xwe fêrî înkarkirina nasnameya xwe dikin; hin civak bi xwe doza azadiyê wekî ‘xewneke ku gengaz nîne’ dizanin.
Winnicott (1960) jî qala xwebûna derewîn kiribû; avakariyek takekesî ya ku xwe û xwebûna xwe li hember neyarên derveyî diparêze û bi rastiya derveyî re lihevhatî xuya dike, lê di hundir de ji xwebûna rast ji hev veqetiyaye. Ev têgeh di rewşa kurdan de xwe bi awayê civakî û hevpar (kolektif) jî nîşanî me dide: malbata ku bi zimanê dagirker li derve dipeyive, lê bi kurdî li malê; takekesê ku di karê xwe de kirasê nasnameyeke din li xwe dipêçe; civata ku çanda xwe bi dizî diparêze.
Korbûna Bidil û Berpeymend û Zanistiya Civakî
Lacan (1966) têgeha Yê-din ‘the Other’ bi rengê bermayiyê ronî dike: kirdebûn ango subjektîvîte, bi zimanê Yê-din tê damezrandin û ‘rastî’ her tim di nav çarçoveyeke semiyotîk de tê fêmkirin. Ji vê dîtina Lacanî ve, ‘rastiya duyemane’ ya ku di civaka kurd de hatiye çandin, ne tenê xeyaleke takekesî ye — ew pergalek nîşaneyên semiyotîk e ku dewlet bi riya sazûmanên xwe bi hev û li hev parve dike.
Althusser (1971) jî têgeha Amrazên Dewleta Îdeolojîk ‘Ideological State Apparatuses’ bi xwe re anî: civak bi rêya sazûmanên îdeolojîk — dibistan, olperestî, medya — kirdeyên xwe ango subjektên xwe çêdike. Di Kurdistanê de ev amraz bi mebesteke zelal hatine bikar anîn: dibistanên bi zimanê dagirker, medyaya ku hebûna kurd înkar dike, dîroknameyên ku kurdan ji nava dîrokê derdixe û xerab dike. Wateya vê ji bo meseleyê ev e: ‘korbûna bidil’ (consensual blindness) a ku di civaka kurd de tê dîtin ne siruşt û xwezayî ye — ew bi mebesteke siyasî hatiye çandin û bi demsaleke dûdirêj hatiye berdewamkirin da ku mirov ji sinc û siruşta xwe veqetîne.
Gramsci (1971) têgeha serdestiya çandî ‘hegemony’ pêşxistiye ku vê meseleyê hîn kûrtir ronî dike: hêz ne tenê bi hêza leşkerî û aborî tê bikar anîn, lê her wiha bi riya çanda ‘siruştî/normal’ ya ku bindest wê wekî xwezayî û bêalternatîv qebûl dike jî tê bikar anîn. Di Kurdistanê de gelek mirov ‘bindestî normalkirine’ — ne ji ber ku dixwazin, lê ji ber ku tu alternatîveke din nedîtine. Ev mekanîzmayeke berevaniyê ya herî kûr û herî metirsîdar e.
Çareserî
Di dîroka kurdan de mînakên xiyanetê kêm nîn in: reftar û tevgerên ku bi hêviyeke mezin dest pê kirine û di nav parçebûna navxweyîn (hundirîn) û destavêtinên derxweyî (derveyî) de belav bûne; rêberên ku bi şarezatiya xwe civata xwe li dû xwe kaşkirine lê di dawiyê de ber berjewendiyên takekesane ve çûne; civakên ku di rewşa şer de hêz û şiyana pirskirina rêberên xwe winda kirine. Ev hemû mînakên ‘rastiya duyemane’ ya hevpar (collective secondary reality) in — heyn û dewreyên ku tê de pirsîn xof û saw û tirsê pêk tîne û xof û tirsa pirskirinê betal dike.
Freire (1970) dibêje ku rizgarî ne tiştekî ku ji derveyî tê, lê pêvajoyek e ku gel bi hişmendiya rexneyî xwe bi xwe çêdike. Di rewşa kurd û Kurdistanê de ev tê wê wateyê: zimanê xwe bikar bîne, dîroka xwe hîn bibe, nasnameya xwe, xwe bi xwe pênase bike û pirsên dijwar ji xwe û xwebûna xwe bipirse — ne tenê ji dagirkerê derveyî, lê her wiha ji sazûmanên hundirîn ên ku bindestiyê ‘normalkirine’ jî. Derman: hişmendiya rexneyî (critical consciousness), çanda îtirazê û berdewamiya pirs û pirskirinê ye.
Encam
Ev dahûrîn û analîz bi xwe nîşanî me dide ku girêdanek di navbera patolojiya takekesî û patolojiya civakî de heye ku ji bo rewşa kurdan bi taybetî girîng e. Parçebûna hiş û zihnê (mental splitting) ne tenê diyardeyeke takekesî ye — ew mîraseke dîrokî ya bindestiyê ye ku bi riya sazûmanên înkarê hatiye çandin û ji nifşekî bo nifşê din hatiye veguhestin.
The Mist vê meseleyê bi awayekî hunermendane temsîl dike: dema ku mirov bi saw û tirseke hevpar re rû bi rû dimîne an hişmendiya rexneyî hildikeve an jî di bin siya otorîteyeke qaşo ‘şareza’ de xwe winda dike. Çareseriya King trajîk e: ne ew ne yên ku di mijê de mane ne xilas bûn, ne jî ew yên ku reviyane. Ev nîşanî me dide ku di ‘meseleyên mijê’ de, revîn bi xwe jî mekanîzmayek berevaniyê ye û azadî û xilasiyê nayîne.
Di rewşa kurd û Kurdistanê de çerxa xeternak û metirsîdar ev e: civak napirse, bêtir ber bi rastiyên duyemane ve diçe; bêtir diçe, hey diçe loma ne gengaz e ku vegere. Rizgariya vê rewşê — wekî ku Freud, Fromm, Fanon, Freire û Gramsci her yek bi awayekî nîşanî me didin — ne bi serhişkiyê, lê bi hişmendiya rexneyî ya berdewam, bi çanda îtîrazê û bi vegerandina pratîka ‘rastiya ezmûnî û serpêhatiyê’ (reality testing) ya xwebûn û Eziyê gengaz e: hem di asta takekesî hem jî di asta civakî û siyasî de.
Çavkanî
Althusser, L. (1971). Ideology and ideological state apparatuses. Di B. Brewster (Wer.), Lenin and philosophy and other essays (r. 127–186). Monthly Review Press.
Darabont, F. (Derhêner). (2007). The Mist [Fîlm]. Dimension Films.
Fanon, F. (1963). The wretched of the earth (C. Farrington, Wer.). Grove Press. (Xebata orjînal 1961)
Freire, P. (1970). Pedagogy of the oppressed (M. B. Ramos, Wer.). Herder and Herder.
Freud, S. (1923). The ego and the id (J. Riviere, Wer.). Hogarth Press.
Fromm, E. (1941). Escape from freedom. Farrar & Rinehart.
Fromm, E. (1955). The sane society. Rinehart & Company.
Gramsci, A. (1971). Selections from the prison notebooks (Q. Hoare & G. N. Smith, Wer.). Lawrence and Wishart. (Xebata orjînal 1929–1935)
King, S. (1980). The Mist. Di Dark forces (r. 23–154). Viking Press.
Lacan, J. (1966). Ecrits: A selection (A. Sheridan, Wer.). Tavistock Publications.
Winnicott, D. W. (1960). Ego distortion in terms of true and false self. Di The maturational processes and the facilitating environment (r. 140–152). International Universities Press.
Termên Sereke
Derûnkolînerî (Psychoanalysis) Rêbaza lêkolîn û dermankirina derûnî ya ku Freud damezrand. Fikra bingehîn ev e: gelek hestên me û sedemên reftar û tevgerên me di hundirê derhişiyê (unconscious) de ne û ew bandorê li jiyan û reftarê me dikin bêyî ku em hay ji wan hebin.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms) Stratejiyên derûnî yên xweber ên ku xwebûn û Ezî bikar tîne da ku xwe ji êş, saw, tirs û arîşeyên dijwar biparêze.
Ezî / Rastiya Tecrîbe (Ego / Reality Testing) Ezî, li gorî Freud, beşa hişê ku di navbera nizimezî (id), bilindezî (super-ego) û cihana derveyî de hevsengiyê diparêze. Ezmûna rastiyê (reality testing) jî hêz û şiyana Eziye ku rastiya derveyî ji xeyalê cuda bike — gava ev hêz û şiyan qels dibe, mirov ber bi ‘rastiya duyemane’ ve diçe.
Rastiya Duyemane (Secondary Reality) Cihana xeyalî û ne-rastîn a ku mirov an civak ji xwe re ava dike da ku ji rastiya dijwar bireve. Ne derew e, bi mebesteke zanî — mirov wê rûdanê bi rastî bawer dike.
Parçebûna Hiş (Mental Splitting) Mekanîzmayek berevaniyê ya ku tê de mirov tiştên tevlihev yek-alî dibîne: yan bi tevahî baş yan bi tevahî xirab. Di asta civakî de: ‘em’ her tim rast in, ‘ew’ her tim çewt in.
Xwebûna Derewîn / Xwebûna Rast (False Self / True Self) Têgehên Winnicott. Xwebûna rast nasnameya hundirîn a rastîn e. Xwebûna derewîn rûyê derveyî ye ku mirov ji bo lihevhatina bi hawirdorê çêdike. Di rewşa kolonyal û bindestiyê de gelek mirov bi temamî xwebûna derewîn diafirînin: zimanê dagirker diaxivin, çanda xwe vedişêrin.
Nexweşiya Civakî (Social Pathology) Têgeha Fromm. Dema nexweşiya derûnî ne tenê ya takekesî ye lê ya tevahiya civakê dibe — û ji ber ku girseyî ye, wekî ‘normal’ tê qebûlkirin. Xetereyeke mezin e ji ber ku nayê dîtin û nayê pirsîn.
Korbûna Bidil (Consensual Blindness) Dema civak bi hevbeşî tiştên xeternak, neadil an derewîn nabîne — ne ji ber ku ne-zane, lê ji ber ku nedîtin hêsantir û ewletir xuya dike. Komplot nîne; lê encam heman e.
Amrazên Dewleta Îdeolojîk (Ideological State Apparatuses) Têgeha Althusser. Dewlet ne tenê bi hêza leşkerî, lê her wiha bi riya dibistan, medya, ol û malbatê jî hişê mirov şekil dide û subjektên itaetkar çêdike — bi awayekî ku mirov xwe bi xwe bindest hest dike û vê wekî ‘xwezayî’ qebûl dike.
Serdestiya Çandî (Hegemony) Têgeha Gramsci. Çîna serdest ne tenê bi hêzê, lê bi riya çand, axaftin û ‘hest û hişmendiya gelemperî’ (common sense) serdestiya xwe didomîne. Bindest vê serdestiyê wekî xwezayî û neçarenûs qebûl dike — ev jî awayê herî kûr ê kontrolê ye.
Hişmendiya Rexneyî (Critical Consciousness) Têgeha Freire. Hêz û şiyana dîtina pergalên zordariyê, pirskirina wan û tevgerkirina ji bo veguherînê. Ne tenê zanîn — lê hêz û şiyana çalak a veguherîna rewşê. Freire dibêje ev ne diyardeyeke takekesî ye; divê bi hev û bi pratîkê were pêşxistin.
Korbûna bi Hevbeşî (Collusive Blindness) Dema du an zêdetir takekes an kom bi hev ra tiştekî xeternak an derewîn ‘naxwazin bibînin’ — ne ji hev cuda, lê bi hevbeşî. Di civakên bindest de: hemû dizanin lê tu takekes nabêje.
Derhişî (Unconscious) Beşa hişê ku em hay jê nînin lê ku hestên çewisandî, bîranînên êşnak û arezûyên veşartî tê de dimînin. Li gorî Freud, ev beş bandoreke mezin li reftar, tevger, xewn û nexweşiyên derûnî dike.
Rêbertiya Karizmatîk (Charismatic Leadership) Fromm di Revîna ji Azadiyê (Escape from Freedom) de şirove dike: dema azadî giran û tirsnak dibe, mirov ber bi rêbereke bihêz û ‘şareze’ ve diçe ku wî ji barê biryardanê rizgar bike. Ev ketina xwebixweyî ya di bin otoriteyê de ye.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf
- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


