logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

  • Dîrok: 14/05/2026
  • Beş: Serbest

 

___Ayşegul Kizilkaya___

Di wêjeyê de metnên ku li ser devokekê avabûnê yan jî di berheman de bingeha vegotinê bi devokan pêk tê, ew edebiyat wekî WÊJEYA ZIMANÊ DEVOKÎ tê pênasekirin. Zimanzanê amerikî Sumner  Ives di vê qadê de li ser; "di wêjeyê de devok bikaranîn" û “diyalektîlojî”yê  xebitiye. Ives, "WÊJEYA ZIMANÊ DEVOKÎ" bi navê "LITERARY DIALECT " teorîze kiriye û wisa pênase dike; "Di wêjeyê de, ji zimanê standardî bi zanabûn, bi awayekî jirêderketinê ve avakirina nûneriya zimên e"(1) Ji xeynî zimanê standardî zimanên devokî bi kar anîn bi tevahî ne mijara vê nivîsê ye û hewceye di qada çand, wêje û zimên de bêtir û berfirehtir lêkolîn bê kirin.
Di wêjeya dinyayê de hin nivîskar hene, ji bilî zimanê nivîskî ango standart, bi zimanê heremkî yan jî bi yê devokî nivîsandinê tercîh dikin. Sedema vê tercîhê gelek caran di berhemên xwe de, mijar, karekter, atmosfer û hwd. bi awayekî realîst afirandin e.
Di edebiyata îngîlîzî de Emîly Brontê di romana xwe “Girikên bi Xulxulî” de devoka herêma yorkshire, di ya frensî de Gûstave Flaûbert di romana xwe “Madam Bovary” de devoka gundewar, di edebiyata amerikî de Harper Lee di romana xwe “Kuştina Bilbil” de devoka başûra Amerika, di wêjeya rusî de Maksîm Gorkî di romana xwe “Dayik” de devoka derdora Volgayê bikar aniye. Di wêjeya tirkî de jî Reşat Nurî Guntekîn di romana xwe “Hewêrde” (Çalikuşu) de devokên Anatoliyê ên cur bi cur bi kar anîne.

Tevî ku kurmancî nebûye zimanê fermî jî standardîzasyonek ava bûye. Ew standardîzasyon ji bo zimanê nivîskî famkirinekê çêbike jî di nava xwe de hin xeterayan dihewîne. Ji ber ku zimanên wekî kurdî ku bi hezar salan in bêyî dewlet hatine axaftin û nivîsandin, avantajê vê yekê ya herî mezin ji îqtîdara zimên dûrbûn û dewlemandiya devokan parastin e. Dezavantaj jî di vê demsala globalîzmê de, ji ber ku fermiyeta kurmancî nîn e, ev yek dibe sedem ku ziman neyên bikaranîn.
Di ser vê yekê re em berê xwe bidin wêjeya kurmancî; nakokiya herî mezin ev e ku; ji bo têgihiştînê, standardîzasyona zimên şert e lê belê ji bo dewlemendiya zimên bê parastin, ji bo pirdengiyê bêrêzer nebe, ji bo rastî derkeve holê, zimanê devokî jî hewce ye. Jixwe di zimanên wekî kurdî de ku bi sedan sal in bindest mane, “wêjeya devokî” gelek caran ne wekî tercîh, bi awayekî xwezayî tê kirin.

Ramyarê ziman û wêjeyê Mikhaîl Bakhtîn di derbara vê yekê de dibêje: "Her ziman, di  lihevlêqayîbûna hêzên navendî û hêzên ku ji navendê direvin de cî digre.”(2) Ji bo kurmancî jî rastiya vê destnîşankirinê heye ku di wêjeyê de ziman bigihîje asta standardîzasyonê jî digel vê yekê zimanê devokî bikaranîn, ji ber xwe re dengên, formên cur bi cur tevî zimanê nivîskî dixe, vegotinê xurtir dike, çanda heremkî tev li wêjeyê dike. 

Mikhail Bakhtîn ji bo vê dewlemendiya zimanan dibêje: “Roman ev e ku; rêxistina cur bi cur û rengînbûna zimên e.” (3) Ji ber vê yekê jî di wêjeyê de bi devokên cur bi cur nivîsandin, hunera eslî û xurtbûna zimên e. 
Lê bêle bikaranîna zimanê devokî hin metirsiyan çêdike ku ew jî; gelo dê vegotin estetîk bibe, zimanê bê famkirin, xwendekarên vê edebiyatê wê kêm nebin?

Di wêjeya kurmancî de sedema zimanê devokî bikaranîn wekî di wêjeya dinyayê de ji tercîhkirinê bêtir, mecbûriyet e. Sedema vê yekê ya sereke ev e ku; zimanê kurmancî zimanê fermî nîn e. Heke ziman fermî bibûya dibe ku gelek nivîskar bi heman devokê bifikirin û devok bikaranîn bibûya wekî tercîh. Lê belê ji bo ku ziman fermî nîn e, hiş û pergala wateya nivîskar, giranî, bi zimanê devokî teşe digre, bivê nevê bandora zimanê devokî li ser wêjeyê dibe.

Ji ber vê yekê, standardîzasyona zimên hebe jî, di qada wêjeyê de, bi hêla gelek nivîskaran ve, bikaranîna zimanê devokî hewceyî lekolîn û gengeşe kirinê ye. Gelek çîroknivîs û romanivîs her çiqas bi kurmanciya niviskî dinivîsin jî, pir caran wekî şewazekê,  pêyvên devokî jî di berhemên xwe de bi kar anîne ku ew dewlemendiyek e. 
Li herema Amedê; Yildiz Çakar, Mehmet Dicle, 
Li herema Botanê; H. Kovan Baqî, Firat Cewerî, Lorîn Dogan,
Li Berferatî; Osman Sebrî, Mehmet Uzun, Welat Dilken
Li Serhedê; Eyşana Beravî
Li Hekaryanê; Omer Dilsoz
Wekî çend mînak em dikarin bidin.

Di van devokan de devoka Hekaryan gorî heremên dî hinekî cihêreng e. Devoka Hekaryan qismek Ûrûmiyeyê û Musilê, qismek Botanê, li Wanê; Westan, Şax, Nordizê, li Culemêrg, Gever, Şemzînan û Çelê tê axaftin. 
Her wiha di nava nivîskarên kurmancî de bi berhemên xwe ve Omer Dilsoz jî balkêş û taybet e. Ji ber ku di edebiyata kurmancî de ji xeynî Omer Dilsoz nivîskarên bi devokê Hekaryanî dinivîsîn nîn in. Bi vê hêlê ve ziman, şewaz û wêjeya Omer Dilsoz yekane ye û gerek were gengeşekirin.
Em ê di vê nivîsê de “wêjeya zimanê devokî” û hin hêlên dî li ser romanên nivîskar ên “Şaemîran” û “Berbiska Zer” binirxînin. 


Di pirtûka Şaemîran de du jin serlehengên romanê ne ku Şamîran di çaxên berê de, di dîrokê de jiyaye, keybanûya welatê Tûjîba ye. Şemîran jî di vê dema nûjên de dijî, ji mêrê xwe cihê dibe û koçî bajarê ber golê dike. Bajarên ku her du jî jê dijîn pirsgireka avê heye û vê pirsgirêkê Şamîran û Şemîran di şikefteke bi sehr de kaniya ave dibînin û çareser dikin. Lê gava ku Şemîran bi tîma xwe ve li şikefte derdikevin; dibînin ku volkan teqiyaye, dinya guhiriye, ew pengizînê demeke 30 - 40 sal pêş ve. Jiyana ku berê dijiyan serobin bûye. Roman li ser jiyana Şamîran û serpehatiyên Şemîran û hevalên wê ava bûye. Nivîskar karekterên her du jinan jî wekî şareze, jîr û aqilmend bi cî kirine.

Her wiha di pirtûka Berbiska Zer de jî wisa ye. Karektera sereke Sînem parêzereke jîr e. Ev demek e ew xewnên hestiyên miriyan dibîne, ji bo wê jî psikolojiya wê xira bûye. Li gundê ku zarokatiya Sînemê lê derbas dibû, wê demê mêrikekî jî li wir leşkerî dikir. Leşkerên wê demê dergistiyê Sînemê Berjên û bapîrê wî dikujin û wan binax dikin ku tu kes ciyên wan nizanin. Mêrikê leşker di rojnameyekê de, di derbara vê bûyerê de nûçeyekê dibîne û wijdana wî, wê xirabiya ku wan kiriye qebûl nake. Alîkariya Sînem û hevalên wê dike, ciyê hestiyên Berjên û bapîrê wî nîşanî wan dide. Nivîskêr, roman li ser vê mijarê hunandiye

Omer Dilsoz di romanên xwe de biwêj û gotinên devokî gelek bi kar anîne. Ji bo pirtûka Şaemîran mirov bêje, nivîskar bi biwêjan romanek afirandiye peytandineke zêderoyî nabe. Mînak; 
“Wa nêçîra min tê, pê re guyê tajiyê min tê,
Nîr û nêrî bila xwe bidin ber wî kerî,
Nîr û nêrî de rojekê biçêrin li ber wî kêrî,
Tu dê bimrî wî derdî, tu nabînî wî erdî,
Hem xweş dibêjî hem jî xweş dipêjî,
Gotina xweş bihara dilan e,
Tu jî şûrê xwe dijî xêman bikêşî”(rûpêl 193) 

Ev biwêj tenê di rûpelekê de derbas dibin. Bi vî awayî di pirtûkê de gerek bi vegotina nivîskar gerek jî diyalogên di navbera karekteran derbasbûyî de biwêj wekî rûbarekî dihêrikin. Her wiha di pirtûka Berbiska Zer de jî wisa ye. 
Xuyaye zimanê devokî wekî şewazekê, wekî îmzeyekê şixulandin ji bo Omer Dilsoz qasî ku mecburiyet e, ew qas jî tercîh e. Nivîskar di her du berheman de jî gelek ciyan de peyvên devokî xistine nava vegotinê heta peyv di zimanê devokî de çawa tê bilêvkirin, bi wî awayî nivîsî ye. Ji ber ku Dilsoz wekî her nivîskarek kurd, bi awayekî mecbûr, peyvên devokî bi nav metin xistine, çimkî hiş û bîra nivîskar li ser vê devokê ava bûye. Lê belê, hêla dî ve Omer Dilsoz eşkereye ku wekî tercîh bi devokê Hekeryanî dinivîse ji ber ku, ew hewl dide ziman tenê di bin bandora navendekê de nemîne û bi vî awayî li şîdeta zimên dûr bisekine. Gava ziman standardîzasyonek ava kir,  demajoyek şûnde bivê nevê navendek derdikeve holê û devokên din, di bin bana vê navendê de qels û bê têsîr dimînin. Fîlozof û civaknas Pîerre Boûrdîeû di navbera ziman û şîdetê de vê rastiyê wisa pênase dike: “Şîdeta nîşankî ev e ku bi awayekî meşru, pergala wateyan tenê ji bo zimanekî (devokekî) ferzkirin e.” (4)

Helbet di kurmancî de standardîzasyona zimên negihîştibe asta şîdetê jî, em dikarin vê peytandinê bikin ku xuyabûna devoka Hekeryan li gorî devokên din gelek kêm e. Ji ber ku kurmanciya heremên din bi hêla pêyvan û bilêvkirinê ve li gorî herema Hekaryan bêtir nêzî hev in. Di vî warî de Omer Dilsoz bi zanabûn li hemberî devokên din, bi berxwedaneke edebî dinivîse. Nivîskar hay ji vê yekê ye jî; bi Hekaryanî nivîsandin li bazarê nirxê edebiyata wî kêm dike. Pîerre Boûdîeû di vê mijarê de wisa dibêje: “Qîmeta gotinê, gorî piyasaya ku tê pêşkêşkirin, diyar dibe.”(4) Tevî ku nivîskar jî dizane piyasaya wêjeyê bêtir li gorî zimanê standard tê diyarkirin ku ev yek xwendina berhemên wî kêm dike jî lê misêwa bi vê devoka Hekeryan dinivîse. Ew berxwedan ji bo rengînbûna zimên, ji bo pirdengiya wêjeya kurmancî bi qîmet e û gerek bê parastin. Ji ber ku her devokek bîreke piçûk, her waryanteke zimên hebûneke berxwedanê ye.

Ji xeynî van xalan di wêjeyê de estetîk jî hewceyî nîqaşkirinê ye. Helbet di wêjeya kurmancî de her nivîskar wekî mohreke, şêwaza wan heye û ew şêwaz estetîk e yan nîn e, gengeşiya mijareke din e. Digel ku estetîk diyardeyeke îzafî ye jî hin pîvanên gelemperî hene; gerek dengê nivîskar xwerû û cihêreng be, vegotina nivîskar gerek zelal be, hevok hewce ye ku petî bin û metin rewan be, peyv û hevokên zêde bi kêr nehatî li ser metin nebin bar, neyên bikaranîn.
Li gor van pîvanan mirov dikare berhemên Omer Dilsoz binirxîne..

Di vir de em ê dîsa romanên “Şaemîran” û “Berbiska Zer” wekî mînak hilbijêrin ku hem alî biwêj û gotinê ve hem jî bi dewlemendiya peyvan ve şewazeke nivîskar a cihêreng heye. Lê belê di her du berheman de jî nivîskar pir caran eynî gotinan dubare dike. Erê bi peyv û hevokên cuda ve lê di heman wateyê de ji gelek ciyan vegotinê bedilhewa dirêj dike. Ev yek vê hîsê ji xwendekar re çê dike ku mirov dibêje; “Vê beşê nexwînim jî çi ji têgihîştina min kêm nabe” 

Di pirtûkan de jî handîkap ev e ku dubarêkirin, barekî zêde hildide ser metnê, metinê giran dike. Ya dî her tiştî nivîskar vedibêje, îzah dike; ji xwendekar re para fikirandinê gelek kêm dihêle, para perçeyan berhevkirinê nahêle. Ev yek hem meraqa xwendekar dikuje hem jî mirov ji radeyek şûnde ji vegotinê diweste. 

Gava em bala xwe didin dengê metnê ku newaya romanên Omer Dilsoz wekî bi rîtmeke bazdanê hatiye afirandin hevok derfetê nadin ku mirov, şûnwarê, psikoljiyê fam bikin; nivîskar, atmosfer ava dike, şûnwarê teswîr dike, psikoloijya karekteran dihûne lê fersendê nade ku xwendekar hinekî bêhna xwe vede û li ser van beşan bifikire. Tevî ku nivîskar dikare heman wateyê bi hevokekê jî saz bike lê ew hevokan bi bazdaneke bi lez dide dû hev û li pey hev rêz dike. Tûrê nivîskar bi peyv û hevokan heta bi biwêjan ew qas tijî ye ku di her beşê de wî tûrî valayî ser xwendekar dike. Ew rewş astek şûnde xwendekar li mijarê dûr dixe û hişê mirov belawela dike. Mirov ji bazdana li du metnê diweste.

Di encamê de mirov dikare bêje; tevî ku kêmasî hebin jî wêjeya ku Omer Dilsoz bi devoka Hekaryan, ji bo wêjeya kurmancî dewlemendiyek e.

(1)A Theory of Literary Dialect 1971
(2)The Dialogic Imagination Bakhtîn
(3) The Dialogic Imagination Bakhtîn
(4)(Bourdieu, Language and Symbolic Power, 1991)
(5) (Bourdieu, Language and Symbolic Power, 1991)

 

 

***

Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Culemêrg çi reng e dayê?

- ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

- Em ne qehpikên tu kesî ne

- Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir

- Teyrên Baz û Eylo

- Fermo Seyda

- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

- Şşş! Hiş be, şik afirî

- Bijî serê heshesok

- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek

- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên fransiz li Stenbol û Enqereyê ne

ad

Rojnameger hatin berdan (hat nûkirin)

ad

'Artîst'î di Oscaran de jî artîstiya xwe nîşan da!

ad

Komên C û D jî xilas: Arjantîn ji sekeratê vageriya

ad

Hevdîtina Fîlmên ji Sînema Behra Spî dest pê kir

ad

3 mîlyon hebî formay sîparîş day

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname