___Brahîmê Alûcî___
Niha nîqaşa me nivîskaran li ser “Ferhenga Termên Derûnnasiyê” ye ku yek ji kesên tê sûcdarkirin jî ez im. Ezê qala meseleyê bikim. Lê di destpêkê de ez lêborîna xwe ji kurdên dilsoz û dilqewîn ên kurdewar dixwazim ku ez mecbûr mam tevlî hin gengeşiyên li ser medya civakî bûm – ji ber ku hinek kurd û xelk kurdan wekî ‘nikarin tiştekî hevpar bikin û bi hev û pev diçin’ didin xuyakirin – û dîsa ez mecbûr mam ku bersivekê binivîsim.
Bi qasî di bîra min de maye ez ê binivîsim, ger min tiştek xelet, kêm an zêde nivîsî be, ez dikarim sererast bikim û lêborîna xwe ji kesên eleqedar bixwazim.
Meseleya me ji Ferhenga Termên Derûnnasiyê (Dictionary Of Psychology) derket.* Gava min Ferhenga Termên Derûnnasiyê wekî e-pirtûk belav kir, kovara Psychology Kurdî ji raya giştî re belavokek belav kir û ez bi dizandina xebata xwe tawanbar kirim.
Ez ê ji serî û berêv de behsa vê meseleyê bikim.
Kovarê di sala 2016’an de dest bi weşanê kiriye. Xebata min a nivîsê diçe gelek salan berî vê. Ji salên 2000’î ve min bi navên cuda di gelek kovar û malpêran de li ser derûn û derûnnasiyê nivîsiye; wekî mînak, min bi navê “Hemed Elî Qoserî” di salên 2010’an de di malpêra “www.amidakurd.net” de nivîsiye (xwediyê kovarê Mehabat Felat Arda). Paşê di sala 2016’an de ji bo ku em nivîsê di kovarê de biweşînin me ew jê bir.
Nivîsên min di kovara W û Çirûskê de weşiyan. Bi gelek navên din min li ser înternetê nivîsiye; bi taybetî ji bo https://ku.wikipedia.org/wiki/Destpêk. Min Ferhenga Derûnnasiyê (bi qasî 65 rûpel) û Ferhenga Zayendî (bi qasî 40 rûpel) di sala 2005’an de amadekiri bûn. Haya hevalan ji vê xebata min hebû, bi taybetî haya Siyabend Aslan. Gelek nivîsên min li ser derûn û derûnnasiyê hebûn, min ji kovar û malpêran re dişand, piraniya wan digotin ev ne mijar û beşa me ye, loma nivîs li min vedigerandin; vê taliyê min piraniya wan di bloga xwe de weşandin https://brahimaluci.blogspot.com/ (vêga 424 nivîs tê de).
Em bi kurtasî werin ser meseleya kovarê. Di havîna 2015’an de ev rûdan û pevçûnên giran dest pê kirin, loma gelek bajar vala bûn. Ji ber vê yekê Nisêbîn jî vala bû û memûrên wê wekî demkî li Mêrdînê belav kirin. Derûnnas Siyabend Aslan jî hat cihê ku ez lê dixebitim. Min bala xwe dayê ku ew jî bi kurdî re eleqedar e, min jê re behsa nivîsên xwe kir, wî jî got ku min berê mîzanpaja kovaran dikir. Min got pir baş e, ka em jî kovarek derûnnasiyê derxin, wî jî got baş e, em derxin.
Li ser vê em çûn cem gelek kesan. Ez ligel Siyabend Aslan û Atman Yavuz em çûn cem van kesan:
Wê demê Ahmet Turk nû bibû Şaredarê Bajarê Mezin, em ji bo alîkariyê çûn cem wî; mala wî ava be, qedr û qîmet da me û em ezimandin. Ji me re got herin cem serokê çand û folklorê, bila alîkariya we bike. Em çûn cem wî, ew mêrik qaşo bi kurdî re eleqedar bû, got derûnnasî bi kurdî zehmet e, termînolojiya kurdî têrê nake, nivîsa xwe şanî me da û got, "Va ez bi xwe nikarim vê nivîsê wergerim kurdî" û hwd. Me paş stûyê xwe xurand, serê xwe rast kir û ji wir derketin.
Ez dûdirêj nekim û navên hin kesên ku di bîra min de ne binivîsim: Perwîz Cihanî, Remezan Alan, Remezan Pertew, Deham Ebdulfettah, Îrfan Amîda û hwd.
Me ji gelek kesan re name nivîsî wekî Arîf Hîto, Husein Muammed, Lezgîn Çalî û hwd – hinekan bersiv da, hinekan neda. Ez li vir spasiya Arîf Hîto dikim, pir alîkariya me kir.
Paşê me wekî nimûne reşnivîsek amadekir û bi gelek kes û weşanxaneyan re peyivîn, kesî xwe neda ber. Mala Weşanxaneya J&J û Azad Zal ava be, xwe da ber û got mesref nîvî ji min û nîvî ji we. Dûre me Aydin Rengîn nas kir – mala wî jî ava be, gelek bû alîkar û hîn jî alîkariya kovarê dike – ji me re got divê ev nivîs bên sererastkirin. Me ji bo wê serî li gelek cihan da, welhasil kesî xwe neda ber. Paşê Aydin Rengîn got ez yekî nas dikim di warê kurdî de jîr û jêhatî ye. Navê Sîdar Ozmen da, em çûn pê re peyivîn; ji ber ku ew birayê hevalê Siyabend Aslan bû, daxwaza me qebûl kir û me dest pê kir. Kenan Ormek jî hevalê Sîdar Ozmen bû, carekê pê re hat – xweş nayê bîra min – ew jî tevlî xebatê bû. Atman Yavuz dermansaz bû, piştî 3 - 4 hejmaran veqetiya.
Ji ber ku kesî di vî warî de nedivîsî, min bi çend navan dinivîsî; wekî Mihemed Elî Alûcî, Hemed Elî Qoserî, Rewşen Remakî, Nazdar Mihemed û hwd. Piştî ku Atman Yavuz dev ji xebatê berda, Ez, Kenan Ormek, Siyabend Aslan û Sîdar Ozmen man; bi rastî her yek ji me ji ber xwe ve cehd û ked dida û em di ser de jî ji bêrika xwe dixesirîn. Hêdî hêdî hestiyê kovarê goşt girt û qelew bû. Ji hejmara 10’an pê ve em ji J&J veqetiyan û êdî kovar ji Avestayê derket, lewra Avestayê hemû mesref girt ser xwe.
Ez naxwazim serê we biêşînim; ji hejmara 12’an pê ve ez ji edîtoriyê veqetiyam, lê min carcaran ji bo kovarê werger û nivîs şandin li ser navê Mehmet Ali Erol heta hejmara 20’î. Ez êdî bi tena serê xwe xebitim, min gotarên xwe yên berê sererast kirin û bo weşanê amade kirin.
Di wê navberê de min bihîst ku hevalên di edîtoriyê de re wê ferhenga termên derûnnasiyê derxin (28.07.2021)**. Min jî êdî li ser navê Brahîmê Alûcî dest bi xebatên xwe yên li ser derûn û derûnnasiyê kir. Min Ferhenga APA*** ji xwe re kir bingeh û dest bi amadakirina Ferhenga Derûnnasiyê kir. Di wê navberê de min ji bo kovarê nivîs û werger jî dikir û me hev du jî didîtin; kesî behsa haziriya xebata Termên Derûnnasiyê nekir û tu kesî di derbarê wê de tiştek negot û nepirsî.
Yek ji hevalên ku em bi hev re dixebitin, Abdulsemet Dogan, car caran min nivîsên xwe pê didan xwendin da ku çewtiyên nivîsê bibîne. Min Ferhenga Derûnnasiyê jî şanî wî da, got "Abê, em jî hazira Termên Derûnnasiyê dikin."
Wî bi xwe got, "Abê, xebata te cuda ye."
Min xebata xwe xelas kir û li Fûara Amedê ya 2024’an de li stenda Nûbiharê xwest ku wekî kitêb çap bikim. Kekê Silêman Çevik got, "Tu Hayrullah Acar nas dikî, ku wî got erê, temam e.” Ez bi kekê Hayrullah Acar re peyivim, min dît niyeta wî tune ye, min dev jê berda û biryara e-pirtûkê da – û berê jî ji bo derxistina Kovara Psychology Kurdî jî pê re peyîvî bûn lê dîsa bê encam ma bû.
Paşê gelek heval tevlî me bûn: Leyla Turhan, Abdulsemet Dogan, Erdal Aladag, Aydin Rengîn, Berîtan Guneş, Gulperi Gundüz, Azad Dildar û hin kesên din jî hebûn – bila li min biborin, navê wan vêga nayê hişê min.
Di Gulana sala 2025’an de min Ferhenga Derûnnasiyê wekî e-pirtûk weşand – https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/ – herçiqasî piştî hejmara 12’an pê ve qet hayê min ji terman û xebata terman tunebû jî, bêyî ku tu belge û delîlan nîşan bidin, ez tawanbar kirim. Her çiqasî min di destpêkê de û di çavkaniyan de kovar wekî çavkanî nîşan dabe jî dîsa xebata min wekî xebateke diziyê şanî raya giştî dan. Rica ji rexnegira ew e ku bila her du xebata bidin ber hev û paşê rexne bikin.
Ew qasî bes e.
Bila li ser xêrê be. Wa ew ê Ferhenga Têgehên Derûnnasiyê derxin; bila xwendevan êdî biryara xwe bidin.
*- Gelo 'Ferhenga Derûnnasiyê' keda kî ye? (Gotina her du aliyan)
**- Ferhenga Termên Psîkolojiya Kurdî tê amadekirin / Nûçeya Rûdawê
*** Gerhenga APA
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?


