Diyarname
Musa Anter (Apê Mûsa) di 33'yemîn salvegera mirina wî de li Nisêbînê bi nîşandayîna fîlmekî ew hat bibiranîn.
Di bîranîna Apê Mûsa de fîlmê derhêner Aydin Orak ê bi navê "Asasiz Musa" (Mûsayê Bêgopal) hat nîşandayîn.
Navenda Çanda Rengîn û Şaredariya Nisêbînê bi hev re ev bîranîn li Parka Sînor organîze kir. Keça Musa Anter Rahşan Anter, Hevşaredarên Nisêbînê Gülbin Şahin Daghan û Selahattin Ay û gelek hemwelatî beşdarî bîranînê bûn.
Piştî nîşandayîna fîlm li ser jiyana Apê Mûsa axaftin hatin kirin.


