Diyarname
Ji Cristiano Ronaldo, Lionel Messi, Neymar, FIFA û hinên din, vane nûçeyên sporê yên îro derketine pêş:
Ronaldo bû yekemîn lîstikvanê mîlyarder
Lîstikvanê Juventusê Cristiano Ronaldo par 105 mîlyar dolarî bi dest xist û bi vê bû xwedî pênaseya "Yekemîn lîstikvanê fûtbolê yê ku dibe xwedî mîlyar dolarî".
Kovara Forbesê lîstikvan Ronaldo xiste nava kesên disala 2020'an de herî zêde pere kar dikin. Ronaldo bi 105 mîlyon dolarî bû xwedî pênaseyê. Her wiha Messi 104 mîlyon dolarî kar kiriye û Ronaldo di vî warî de jî bi ferqek biçûk ew derbas kiriye.
Navên din ên lîsteyê
Ji bilî Ronaldo sporkarên din Roger Federer, Messi, Neymar û Dwayne Johnson jî di nav lîsteya navdarên herî zêde pere kar kirine de cih girtine
120 dolar alîkarî bo Neymar!
Li Brezîlyayê di serdema Covid-19 de, ji bo alîkariya 120 dolarî bigire navê Neymar jî hat qeydkirin ku Neymar salane 100 mîlyon dolarî pere kar dike. Hikumetê tam alîkarî erê dikir, li benda belgeyên din bû, hat îdîakirin ku hinên din agahiyên wî dizîne û navê wî qeyd kirin.
Serokê FIFA'yê, 'îdare bikin'
Serokê FIFA'yê Gianni Infantino xwest ku ji bo klûban pergala zelaltir a fînasî bê sazkirin. Infantino wisa gotiye: "Bi ya min ne tenê pergala transferê ji bo hemû ekosîstema futbolê divê sînor bên dayîn, pergala zelaltir a fînansê bê eşkere kirin. Ji bo em fûtbolê ber bi pêş ve bibin pêdiviya me bi alîkariyê heye."
Messi peymanê nû dike
Li klûba Barselonayê ji bo ligel Messi peyman bê nûkirin hefteya pêşiya me dê hevdîtin bê kirin. Her du alî dixwazin p eymanê heta sala 2021'ê dirêj bikin.
Messi roja 24'ê vê mehê dê bikeve 33 saliya xwe.


