Diyarname
Belgefîlmê derhêner Kazim Oz "Çinara Spî" di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de derdikeve pêşberî temaşevanan.
Li gundekî Xozata Dêrsimê "Zeynel Dede" (Zeynel Kahraman) hostayekî kurd e, hema bibêje her tişt ji destê wî tê ku temenê wî jî gihîştiye 100'î. Ew li tembûrê, kemarê, curayê dide û destrê, di warê hunera şikildayîna kevir, daran de nav daye, her wiha ji aliyê sewalvanî û mêşvanî ve jî wekî mîrate nav li dû xwe hiştiye.
Wî bi dehan stran çêkirine, sindoqê ji bo ciyêzên bûkan ku ji destên wî derketine hê jî li ser tê axivîn. Li gelek gundên Dêrsimê xaniyên ji kevir bi destên wî şikil girtine û hatine çêkirin. Niha Kazim Oz berê kameraya xwe daye wî û wî derdike pêşberî temaşevanan. Di belgefîlm de jiyana Zeynel Dede, têkiliyên malbatê, êş û coş xwe nîşan dide.
Belgefîlmê "Çinara Spî" yekemîn car di çarçoveya 35'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de roja 9'ê mehê, saet 11.00'an de li Navenda Çanda Îtalyan tê nîşandayîn. Belgefîlm di heman demê de di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de ye û piştî nîşandayîn belgefîlm derhêner Oz dê derkeve pêşberî temaşevanan û gotûbêjek jî li dar bixe.
KUNYE:
ÇINARA SIPÎ
Derhêner/Senaryo/Derhênerê Dîmenê: Kazim Oz
Vesazkirin: Kazim Oz, Memet Dalmaz, Ozcan Vardar
Lîstikvan: Zeynel Kahraman
Sala Kişandinê: 2015, 83 deqe
Ziman: Tirkî, Kurdî
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bi "Midnight Special" festîvalên deriyên xwe vekirin
- Derî vedibe: Hin jê bi kurdî 221 fîlm tên
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn


