Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê festîvala herî mezin, Festîvala Fîlman a Stenbolê. Sala 1982'yan de dest pê kir û her ku diçe mezin dibe. Festîval îsal 35'emîn car roja 7'ê vê mehê deriyên xwe vedike. Festîvala ku di salên destpêkê wekî Rojên Fîlman û tenê dawiya hefteyê li dar diket de her ku çû mezintir bû; Di salên dawî de 9 rojan li dar dike, îsal ji 7'ê mehê heta 17'ê mehê, yanê tam 11 rojan li dar e.
Festîval bi bernameyeke gelek fireh tê: Ji 62 welatan 221 fîlm tên nîşandayîn. Di nav van de fîlm û belgefîlmên derhênerên kurd jî hene. Ji bilî fîlman gotûbêjên bi beşdariya derhêneran, dersên sînemayê, konserên taybet jî li dar dikevin.
Pêşbaziya Navneteweyî
Di pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî de 15 fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê ku di nav van de ji Tirkiyeyê tenê fîlmê Zeki Demirkubuz ê nû "Kor" heye. Ji Kirgizistan hena Kanada, Îngilistan, heta Meksîka Bulgaristan, Almanya û Komara Çek gelek fîlm dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Serokê vê pêşbaziyê derhêner Pablo Trapero ye (Endamên din Melisa Sozen, Lior Ashkenazy, Ali Kazma ûEwa Puszczynska ne). Trapero ku di sala 1971'ê de li Arjantînê hatiye dinê heta niha li gelek festîvalan (Venedîk, Buenos Aires, Havana, Rotterdam) xelat girtiye û di gelek festîvalan de jî endamtiya juriyê kiriye.
Pêşbaziya Neteweyî
Di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Laleya Zêrîn de 11 fîlm hene. Seroka Juriyê Mujde Ar e û endamên juriyê jî Tansu Biçer, Niki Karimi, Ben Hopkins, Murat Uyurkulak û Torsten Frehse e.
Fîlmên "Tarla" (Cemil Agacikoglu), "Benim Kendi Hayatim" (Adnan Akdag), "Ruzgârin Hatiralari (Ozcan Alper), "Siyah Karga" (Tayfur Aydin), "Kalandar Sogugu (Mustafa Kara), "Rauf" (Barış Kaya, Soner Caner), "Mavi Bisiklet" (Umit Koreken), "Toz Bezi" (Ahu Ozturk), "Ana Yurdu" (Senem Tuzen), "Ruzgarda Salinan Nilufer" (Seren Yuce) û "Kasap Havasi" (Çigdem Sezgin) di vê beşê de dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Her wiha di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 10 kurtefîlm, di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de jî 12 belgefîlm dikevin pêşbaziyê. Dîsa pêşbaziya "Di Sînemayê de Mafên Mirovan: Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê FACE", "Xelata Seyfî Toraman a Fîlmê Yekemîn" jî hene.
"Xelata Audentia" û derhênerên jin
Yek ji nûbûnên festîvalê jî Xelata Audentia ye ku Eurimages ji bo wekheviya cinsiyetan vê xelatê dide. Ji bo vê beşê 15 fîlmên derhênerên jin hatine hilbijartin û fîlmê bi ser bikeve bi şertê di fîlmê nû de bê bikaranîn dê 30 hezar Euro pere bigire. Ji bilî vê Xelata FIBRESCİ û Cineeuropa.org jî hene.
Salonên sînemayê
Îsal hejmara salonan jî hatiye zêdekirin. Li Beyogluyê li salonên Atlas, Beyoglu, Fîtaş (du salonên wê), salona Akbank Sanat, Navenda Çanda Îtalyan; li Ortakoyê li Salona Feriye Sinemasi; li Kadikoyê li Rexx Sînemasi (du salonên wê) û li Salona İstanbul Modernê fîlm têne nîşandayîn. Seansên fîlman saet 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30, her wiha rojên În û Şemiyan jî li Atlas û Rexx'ê seansên 24.00 jî hene.
Festîvalê îsal gavekî din jî avêtiye ku fîlman dibe navçeyên cuda jî. Rojên 16-17'ê mehê; li Sultangazî li Navenda Çanda Ahmet Yesevi û li Maltepeyê jî li Navenda Çanda Turkan Saylan dê hin fîlmên hilbijêr bêne nîşandayîn.
Beşên festîvalên
Di beşên wekî Galayên Akbankê, Yên Ji bo Salan Qub Dixwazin, Ji Festîvalên Dinyayê, Hostayên Ciwan, Beşa bi Mayin, Antîdepresan, Şedatiya Şevê fîlmên cur bi cur têne nîşandayîn. Beşa Belgefîlman a NTV care din ji dinyayê belgefîlmên balkêş pêşkêş dike.
"Kerî" careke din
Fîlmê Yilmaz Guney û Zekî Okten “Kerî” bi awayekî nûkirî di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn. Festîval di çarçoveya “Klasîkên Tirk ji Nû ve” de îsal "Kerî" nîşan dide.
Fîlmên bi kurdî
Di festîvalê de nêzî 10 fîlman zimanê wan bi kurdî û tirkî ye ku derhênerên hinan kurd in. Di vî warî de yên ku ketine pêş çavên em pêşkêşî we dikin;
M.Tayfur Aydin ku berê bi fîlmê "Rêç" ji festîvalê xelat girtibû îsal bi fîlmê xwe yê nû "Qijika Reş" (12.04.2016, saet 16:00, salona Atlas) di beşa pêşbaziyê de ye.
Ahu Ozturk bi fîlmê xwe yê yekemîn ku vî fîlmî li derveyî Tirkiyeyê bal kişand ser xwe, bi "Toz Bezî" (Potikê Paqijiyê) di pêşbaziyê de ye (11.04.2016, saet 21:30, salona Atlas).
Fîlmê "Rauf" derhêneriya wî Barış Kaya û Soner Caner kiriye.(13.04.2016, saet 11:00, Salona Atlas)
"Benim Kendi Hayatim" ji aliyê Adnan Akdag ve hatiye kişandin û ew jî di pêşbaziyê de ye (11.04.2016, Saet 16:00, salona Atlas)
Derhêner Kazim Oz ku ji Festîvala Stenbolê heta niha gelek xelat girtine îsal bi belgefîlmê xwe "Çinara Spî" di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de dibe mêvan (09.04.2016, Saet 11:00, salona Navenda Çanda Îtalyan).
Ayşe Polat bi belgefîlmê xwe "Otekîler" (10.04.2016, saet 19:00, salona Navenda Çanda Îtalyan) Umut Vedat bi "Kara Elmas" (13.04.2016, saet 13:30, Salona Navenda Çanda Îtalyan) dibe mêvan.
Buhaya Bilêtan
Îsal jî wekî salên borî buhaya bilêtên seansên nava hefteyê yên saet 11, 13.30 û 16.00'an bi erzanî, yanê bi 8 TL ne. Seansên 19.00 û hemû seansên dawiya hefteyê bi 18 TL (ji bo xwendekar û kesên bi ser temenê 65'î re bi 14 TL) ne. Buhaya bilêtên seansên 21.30 jî bi 20 TL'yî ne. Buhaya fîlm û belgefîlmên ku li Îstanbul Modern, Navenda Çanda Turkan Saylan û Ahmet Yesevi bi 8 TL'yi ne.
***
Nûçeyên eleqedar:
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn
- Xelatgirên Xelata Rûmetê diyar bûn


