logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Çend gotin li ser 'Medesa'ya Ahmet Anaç

MEDESA wekî gelek beşdaran jî bi lêv kir xwedî babeteke ZANISTA XEYALÎ ye.

  • Dîrok: 01/11/2020
  • Beş: Serbest

Novellaya Ahmet Anaç a bi sernav "MEDESA" vê hefteyê mijara nirxandina koma wêjeyê bû. MEDESA wekî gelek beşdaran jî bi lêv kir xwedî babeteke ZANISTA XEYALÎ (bilîm kurgu) ye. Medesa gerstêrkeke xwedî 15 mîlyar nifûs e û medesakî jî zimanê wê yê fermî ye. Li medesayê şîrketeke dermançêker bo ceribandin û pêşxistina dermanan projeyeke veguhestina bîra mirov a li hin zindîwerên din yên cuda pêş dixin. Bo projeyê biceribînin polkaya (bîr, hiş) hin girtiyên cezayê muebetê li wan hatiye birîn vediguhezîn polkaya zîndewerê bi navê homokîûs jirêderketiyo yê li dinyayê dijî. Ev homokîûs jirêderketiyo bi demê re pêş dikevin û dibin însanên roja me. Ji hêla gelek mijaran ve cudahiyek mezin di navbera dinyayê û Medesayê de heye lê cudahiya mezin, zeman e; rojeke ya Medesayê miqabilî bîst salên dinyayê ne. 

Civîna koma wêjeyê bi modaretorîya Adnan Doganî dest pê kir û piştî xêrhatin li endamên komê hat kirin, nirxandina beşdaran ewilî bi Kamran Simo Hedilî dest pê kir. 

Hedilî fikrên xwe wiha anînin ziman: Nivîskêr celebeke nû aniye di nava edebiyata me û ev celebê edebiyatê dikare rêyeke din li ber me jî veke. Lê jiyana medeseyiyan ji ber ku nehatibû vegotin pir nedihat  fêhmê, ango liv û tevgerên jiyana wê derê, amûr û alavên jiyanê û xwarin û vexwarinên wê derê nehatibû vegotin, lewma bi min her çendî zimanê wî herikbar û xweş be lê şayesandin kêm mabû.

Piştî Hedilî Emîn Aksu jî fikr û ramanên xwe yên derbarê MEDESAYÊ wiha ragihandin:  Her çendî celebeke nû ye û ji gelek aliyan ve serkeftî be jî lê hinek nakokî di hişê însên de zîl didin. Wekî mînak:  Piştî Keybanû polkaya xwe vediguhêze Parîsê û dixwaze xwe bigihîne Vîtalîsto ango Rakê medesayî, çendî Vîtalîsto pir pêşketî ye û li Marsê jî hem jîngehek û hem kargegek avakirî ye lê Parîs bi hêsanî xwe digihîne Vîtalîsto û di demeke kurt de têkiliyeke xurt pê re datîne. Her wiha Parîs li gorî dema dinyayê piştî heştî salan dizewice em dibînin bo dinyayê zeman bihûrîye lê bo Parîsê wekî xwe maye..

Ahmet Kaan jî di axaftina xwe de got, di hêla honandinê de xweş bû û vê teknîka vegotina zanista xeyalî bandor li min kir. Nivîskêr ji nava çîrokê dest bi vegotinê kiriye pişt re hatiye serê çîrokê û dawiyê jî bi flaşbelekê qedandiye. Min gelek romanên birêz Anaç xwendine bi pirranî di metnên wî de şervaneke rojavayî bo rehabilîtasyonê li Ewropa tê xuyakirin û dixwazim sedema vê bipirsim. Min kitêb bi zewqeke xweş xwend û zimanek herikbar hatiye bikaranîn. Her wiha vî cureyî mereqa me jî di vê hêlê de zêdetir kir.  

Huseyîn Çîftçî dû re weha des bi nirxandina xwe kir û got: Ev pirtûk hinekî psîkolojîk, efsûnî û zanistî bû, ango tarzeke nû bû. Hinekî ji hêla rêzimanî ve xeletî hebûn û xalbendî jî pir pir zêde hatibûn bikaranîn. Carinan hevdgirêdana navbera hevokan mirov aciz dikir lê dîsa jî bo giştî herikbariya zimên xira nedikir. Diyar bû haya nivîskêr ji mijara wî hebû û ev jî hêza nivîskêr eşkere dike. Lê hinek hevok jî bêhna mantiqa tirkî ji wan dihat. Hin mijar jî hinekî qels mabûn. Bi taybetî jî mijara têkilîya Rak, Roz û Parîsê  di vegotinê de lewaz mabû.

Seyhan Amedê jî bal kişand li cûdabûna tevna kitêbê û got; Ev pirtûk pirtûkeke derveyî xwendinên me yên heta niha bûn.  Me heta niha di kitêban de mijarên heyî dixwendin lê ev hinekî din ji wan kitêban cûda bû lê belê bi min nivîskar li gorî vê mijara xwe amade nekiribû. Mijareke din jî di kitêbê de qala du jinan tê kirin Keybanû û Roz. Di navbera van her du jinan de xwepêşandinek hebû her yekê dixwest Rakî li ba xwe ve bikişîne. Ango dixwazim vê bêjim: mijara romanê her çi dibe bila bibe lê fikr û ramanên nivîskêr wekî xwe mabûn. Her çendî mijareke zanistî hatibe vegotin jî lê fikrên nivîskêr yên di jiyana îroyîn de dîsa hatibûn parastin. 

Şoreş Reşî jî di nirxandina xwe de got; zimanê nivîskar bi min giran hat lewma gelek peyvên nû hatibûn tercîhkirin. Hindik be jî lê hinek dubarekirin hebû di kitêbê de û ev yek jî xweşa min neçû. Ez dikarim bêjim di kurdî de cara ewil bû min pirtûkeke bi vegotina ilmî xwend û bi min jî balkêş hat. Ev roman derveyî mijarên klasîkî bû. Bi giştî dikarim bibêjim min ji vê pirtûkê hez kir û gelek xweşa min çû. 

Ezîz Aksu kêmahiya vî celebê ya di wêjeya kurdî de anî ziman û axaftina xwe wiha domand: Ev cureya metnê di edebiyata me de kêm bû û bo nivîskêr jî ev kêmahî dîtiye û nivîsiye bi vê kitêbê kêfxweş bûm. Kurdewariya navên qerektaran serkeftî û xweş bû. Lê kitêb bi giştî bi min gelek xwerû an jî tazî mabû, ango şayesandin kêm bû. Lê hin cihan jî bandora zimanê tirkî hebû..

Ednan Dogan jî kitêb wiha şîrove kir: Belê ev pirtûk birûxistineke zanistî ye. Dema min dest bi xwendinê kir min welê hizir kir yê nivîskar behsa zanista gerdûnê bike. Carinan jî mirov digot qey kitêb lêkolîneke li ser giyanê însên e. Lê carinan mirov xwe di nava evînê de didît. Pirtûkek herikbar û serkeftî hatiye nivîsin lê hin hevok jî hebûn bo têgihîştinê mirov diwestand. 

Bi vê nirxandinê civîn jî bi dawî bû. Wekî xuya dibe beşdaran berhema birêz Anaç bi zewq û kêfxweşî xwendiye. Ev jî tê vê wateyê nivîskar di vê hêlê de serkeftî ye. Em jî li ser navê Koma Wêjeyê bi hêviya gelek berhemên din û serkeftinê ji birêz Anaç re dixwazin.  

Veguhestina deng bo nivîsê Emîn AKSÛ

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Newroza 2009'an wisa derbas bû

ad

Wêje û Zanistên Civakî

ad

Îsmet Yilmaz bû Serokê Meclisa Tirkiyeyê

ad

Qeymaxê DiCaprio dixwe, yên din jî mastê!

ad

Li Şîlî Pinera carekî din hat hilbijartin

ad

30 hezar kesî helbesta Ahmed Arîf xwend

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname