___ Eyyup Guven___
Ev wêne di sala 1903'an de li hundirê fabrîqeya niftikan a Bryant & May a li Bow'a Rojhilatê Londonê hatiye kişandin.
Li rûyê keçên ciwan binêrin. Çenên wan werimî, pûsî û di tariyê de dibiriqin. Ew keçên 14, 15 û 16 salî ne.
Navê vê nexweşiyê “Çenê Fosforê” bû. Erka wan ew bû ku niftikan di fosforê spî de bikişînin. Fosforê spî jehr e û wan her roj ev kar dikir.
Pêşî diranên wan ketin. Piştre goştê diranên wan kesk û reş bû. Piştî wê jî tevahiya hestiyên çena wan pûsiyan û diviyabû bijîşk bê dermanê êşên wan bibirîna. Hin ji wan bi qîrîn û êşê mirin.
Xwediyên fabrîqeyê rewş dizanibûn; ji sala 1880'an ve agahdar bûn ku fosforê spî mirovan dikuje. Lê belê, fosforê spî erzantir bû. Fosforê sor ê ewletir sê qat buhatir bû, lewma wan bi ya spî berdewam kirin.
Ev keç hefteyê 6 rojan, rojê 14 saetan bi tenê ji bo 4 şîlînan dixebitîn. Ger bipeyiviyan cezayê pereyan li wan dihat birîn. Ger niftikek bavêtan lêdan dixwarin.
Rûyên wan bi şev ji ber fosforê dibiriqî; li kolanên Londonê jê re digotin “xeyal”.
Di sala 1888'an de, 1400 keçên ciwan çûn ketin grevê. Ev yek bi pêşengiya keçeke 16 salî bi navê Sarah Chapman pêk hat. Ew bi rûyên xwe yên werimî çûn Parlementoyê û gotin: “Ji pûsînê çêtir e em ji birçîbûnan bimirin.”
Tevahiya Londonê şok bû û di dawiyê de, di sala 1908'an de Brîtanyayê fosfora spî qedexe kir; Ev jî bi saya van keçan bû.
Ev ne serdema navîn bû; ev sala 1903 bû, li Londonê, di dewlemendtirîn împeratoriya cîhanê de. Ew tenê keçên ciwan bûn ku di fabrîqeyê de dixebitîn... lê bi wêrekiya xwe neteweyek neçar kirin ku biguhere.
08.10.2026
**
Nivîsên Eyyup Guven ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
- Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî
- Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî
- Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!


