logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Nameyek ji Evîn Zapsu

  • Dîrok: 20/11/2026
  • Beş: Serbest

Di xewna xwe de min ji bo sifrê kursiyek din kişand;
“Tu çawa yî, heval?”
Gulsum bi qedehek çayê di destê xwe de li serê nivîna min rawestiyabû. Dema bin xwe rast kir, zikê min êşiya. Qedeh danî ber min û li benda rûniştina min ma. Encamê biyopsiyê hê nehatiye. Dermankirina min hê dest pê nekiriye. Min dixwest pêşî ji Gulsumê re behsa êşa xwe bikim. Paşê jî min dixwest xewna xwe ji bîr nekim û jê re vebibêjim.

Hacer nan dibirî. Yaprak li periyên ku li bin maseyê ketibûn dinêrî û digot: “Bihêle, paşê em ê paqij bikin.” Zarokên min jî li ser sifreyê bûn. Dema Laserê min tiştek digot, min axaftina wî birî.
“Dayê, min hê gotina xwe temam nekir.”

Dema ez ketim hundir, ew neh salî bû. Di xewnê de bi rewşa xwe ya mezin li hemberî min rûniştibû û bi dengê xwe yê neh salî axaftina xwe bi paş ve dixwest.

Paşê Sermin hat. Min ji bo sifreyê kursiyek din kişand. Tam dê rûnişta, li ber derî yek bi kaxizek di destê xwe de xuya bû.
“Sermin Demirdag. Piştî şeş mehan dê dîsa bê nirxandin.”

Mêrî kaxez du caran qat kir û xist bêrika xwe. Destê min li pişta kursiyê ma. Sermin ji sala 1993’an vir ve li girtî ye. Ev cara 8'emîn e berdana wê tê taloqkirin; vê carê şeş mehên din. Gotina mêr a “şeş meh” û qatkirina kaxizê bi hev re çêbû.

Fikra ku Hacer û Yaprak li derve ne, dilê min hênik kir. Bi dehan hevalên me wekî wan derketin. Dema yek ji menzelê tê berdan, serê sibehê bi awayekî xwezayî çav bi cihê ku ew jê hatiye berdan ve dikeve. Paşê tê bîra te ku tu li mala xwe yî. Mirov carinan li kursiyek vala dinêre û dikare şa bibe.

Piştî çûna Gulsumê, qatkirina kaxizê ya wî mêrî dîsa hat bîra min. Desthilatdarî behsa aştiyê dike. Di pêvajoya civaka demokratîk de dema dor tê ku gav were avêtin, ji devê dewletê dîsa heman gotin derdikeve: “Hinekî din bisekinin.” Em li hundir roja civîna pêş a komîsyonê dihejmêrin. Li derve mirov bi xemgîniyê li benda wê ne ku sozên hatine dayîn bên girtin an na. Lê belê li pêşiya vî welatî firsendek heye ku kurd bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe wekî welatiyên wekhev bijîn û jiyanek hevpar ava bikin. Her taloqkirinekê ji baweriya me ya ku em dikarin wê jiyanê bi hev re ava bikin, tiştek kêm dike.

Îro ez li ser Tuncay Saglam fikirîm. Li ser girtîyên ku wekî wî dema nexweş bûn di girtîgehê de canê xwe ji dest dan, û li ser yên ku li malê li benda nûçeyeke baş a ji telefonê ne, fikirîm. Ez jî dema bi zarokên xwe re diaxivim, da ku êşa min li dengê min nekeve, carinan di nîvê hevokê de bêdeng dimînim û nefes digirim. Gelo ew jî, da ku ez xemgîn nebim, hin tiştan ji xwe re vedişêrin?

Ber bi nîvro ve hevaleke me ya ku ji hevdîtînê vegeriyabû, gotibû ku keçika wê porê xwe pir kurt kirîye. Bi destê xwe bilindahiya guhê xwe nîşan da. Got “Pir li wê çûye.” Gavek din dema çaya xwe tev dida got, “Dema biçûk bû min porê wê dihonand". Kefçiya wê di qedehê de ma. Ez li ber wê rûniştim. Dilovan piştî nîvro bi pirtûka xwe hat. Got, “Heval, vê hevokê carekê jî tu bixwîne.” Min xwend, peyvek jê min nexwendibû. Bi tiliya xwe nîşan da. Dilovan di temenê zanîngehê de ye. Ji nişke ve ez fikirîm ku ew li kantîna zanîngehê ye. Hevalên wê amade ne ku rabin, ew pirtûkê vekirî dihêle. Bang dike, “Bisekinin” û didomîne, “li vir em carekê din bixwînin.”

Bû êvar. Di xewna xwe de min hê nekarî bîr bînim ku Laser çi digot. Heger rojekê em li ser heman sifreyê rûnên, ez ê jê bipirsim: “Tu li ku mabûyî?” Vê carê heta ew axaftina xwe temam bike ezê lê guhdarî bikin.

Ji kerema xwe em xwedî li dengê girtîyan derkevin...

**
*Têbiniya Diyarnameyê:
Evîn Zapsu girtîyekê kurd e ku niha li Girtîgeha Bunyan a Kayseriya Tirkiyeyê ye.
Ew di sala 2016'an de li Mêrsînê hatiye girtin, cezayê 15 salan lê hatiye birîn. Ew diya sê zarokan e û niha bi Nexweşiya KOAH’ê (nexweşiya rîviyên kronîk) ketiye. Tê dermankirin, lê rewşa wê zêde ne baş e. Li gor agahiyên hatine di mehên dawî de êşên giran ên zikê pê re çêbûne. Di tomografî û tetkîkan de di cihên cur bi cur (kezeba, derdora hêkdanan, zik, dîwarê zikê û hwd.) de parçe hatine dîtin. Biyopsî hatiye kirin û li gorî rapora patolojiyê, kansera zikê ya qonaxa 4’emîn lê hatiye teşhîskirin û kanser belavî organên hundir bûye. 
Ji ber rewşa wê ya tenduristiyê, ÎHD, DEM Partî û hin kes û rêxistinên din bang dikin ku were berdan û li derve bê dermankirin. 
Ev nameya niha me belav kir Mecit Zapsu li ser hesabê xwe yê X'ê bi tirkî belav kiribû. Ji bo dengê Evîn Zapsu û hemû girtiyan bê bihîstin me wergerand kurdî.

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 11 2026

Nameyek ji Evîn Zapsu

news
  • 19 11 2026

Jiyan herêmeke qedexekirî bû: Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve

news
  • 14 11 2026

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

“Li Siya Keziyan Haya Maçan Ji Min Nîn e” Maloka Peyvên Belavbûyî ye

ad

Mihail Gorbaçov merd

ad

Ji ber stran kurdî ceza lê birîn

ad

Li Afşînê bîlançoya ku derketiye holê...

ad

Helbestvan jin ên kurd tên ba hev

ad

Şeva xelatdayînê li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname