Qamişlo
Li bajarê Qamişloyê 6'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi dawî bû.
Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve li Qamişloyê hat lidarxistin. Piştî 8 rojên nîşandayîna fîlm, panel û çalakiyên hunerî 29'ê mehê bi dawî bû.
Di çalakiyan de sînemager, derhêner û eleqedarên hunerê yên ji Sûriye û derveyî wê amade bûn.
Di çalakiya dawîlêanîna festîvalê hunermend Ednan Kerîm konserek pêşkêş kir.
Di mîhrîcanê de eleqeyeke mezin ji hêla hunermend û sînemagerên ji 3 parzemînan; Asya, Ewropa û Afrîkayê û hejmarek dewletên wekî Burtagal, Spanya, Çîn, Hindistan, dewletên Rojhilata Navîn wekî Misr, Iraq, Îranê hebû.


