AMED
Ji bo şermezarkirina kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim (18 salî) ku ji aliyê leşkeran ve hat kuştin gel ber bi qereqola Hezane ve meşiya Li ser banga rêxistinên navçe û bajaran ên BDP’ê bi hezaran kurdistanî îro meşek li dar xistin.
Li nêzî gundê Fîsê ji ber leşkeran rê girt girseya bi hezaran, çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakgeran diruşmayên ji bo dilsoziya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK’ê re bilind kirin. Piştî hevdîtinan, rê li ber gel hat vekirin û gel ber bi qereqola ku êrîş lê pêk hatibû ve meşiya.


