Diyarname
Bendavên herî mezin li nav axa kurdan in. Bendava Ataturk bendava herî mezin e ku li ser Çemê Firatê, di navbera Riha û Semsûrê de ye. Dûre Bendava Kebanê tê ku dîsa li ser Çemê Firatê, li navçeya Kebana Elezîzê ye.
Paşê bendava Ilisû tê ku li Mêrdînê, li ser çemê Dîcle ye. Bendava Karakaya di rêza çaran de ye; li Çingûşa Amedê, li ser Çemê Dîcleyê ye.
Îsal li bajarên kurdan gelek berf û baran barî, av gelek e, bendav tije bûne. Ji van bendava Bendava Karakaya deriyên wê hatin vekirin û av tê berdan.
Herî dawî 7 sal berê ji Bendava Karakaya av hatibû berdan. Bi berdana ava ku bi metreyan jor de tê berdan de dîmenên xweşik derketin holê.
DSÎ (Karên Avê ya Dewletê ya Tirkiyeyê) van bendavan dide xebitandin û biryarên li ser van ew dide.
DÎROKA VÊ BENDAVÊ
Bendava Karakaya di sala 1976'an de dest bi çêkirina wê kirine û di sala 1987'an de temam bûye. Ligel elektrîka HES'ê, bendav ji bo avdana erdên li dor AMed, Elezîz û Meletî jî tê bikaranîn.
Foto ji ÎHA'yê hatine girtin



