logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan
  2. ‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin
  3. Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir
  4. Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate
  5. Amedsporê 5 lîstikvanên xwe qewirandin
news-details

Çalakiyên dawiya hefteyê: Panel, konser, şano û fîlm

Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna

  • Dîrok: 15/04/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna fîlman. Kerem bikin hin çalakiyên dawiya vê hefteyê...
16 AVRÊL:

ÇÎROKA KURDÎ

Li Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Egîtîm-Sena Wanê paneleke li ser çîroka kurdî li dar dixe. Panela bi sernavê “Çîroka Kurdî, Duh-Îro-Siberoj” dê roja 16’ê mehê saet 14’an de li Salona Konferansê ya Azîz Vural a Keska Wanê li dar bikeve. Panela ku moderatoriya wê dê Xezal Redkanî bike çîroknivîskar Bajar Mîrzeman, Mehmet Dîcle û Mihemed Şarman dê biaxivin.

‘HAY LO DÎSA TEVLIHEV BÛ’

Li Wanê Şanoya Mencel lîstika xwe ya nû bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû” 16’ê mehê saet 20.30 de pêşkêş dike. Lîstika ku ji teksta Claude Magnier hatiye girtin Dilawer Zeraq wergerandiye û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye. 

KONSERA RAPA KURDÎ

Bi beşdariya du rapkaran konsereke bi navê “Kurdish Rap Night” li dar dikeve. Di şeva ku Chalak Events li dar dixe de Ronî Artîn û Reqso dê konserê bidin. Her wiha Egîd jî mêvanê wan e. 

Konsera rapa kurdî êvara 16’ê mehê saet 21.00’an de li Konektiva Sahne (Nane Sok. no 5/2 Taksim, Beyoglu Stenbol) li dar dikeve.

Her wiha piştî konsera rapa kurdî partiyeke din li heman cihî lidar dikeve. Partiya ku Erivan Edit wekî dj dê bi rê ve bibe, saet 23.30 de dest pê dike heta 1’ê şevê.

17 AVRÊL:

REWŞA ZAZAKÎ

Li Amedê Weşanxaneya Dengê li ser kirmanckî (zazakî) panelek li dar dixe. Nivîskar û weşanger Roşan Lezgîn dê beşdarî panelê bibe û der heqê zazakî de agahiyan bide beşdaran. Lezgîn li ser xalên wekî bi giştî rewşa zazakî ya nivîskî çi ye, problemên nivîsînê yên zazakî çi ne biaxive.

Panel wê 17’ê mehê saet 13’yan de li weşanxaneyê (Dawiya Kuçeya Hunerê, Ofîs, Amed) li dar bikeve.

‘BÊCIR’ A ŞANEŞÎNÊ

Şaneşîn Performans ku ev demek e li Mêrdînê dest bi xebata şanoyê kiribû lîstika xwe ya yekemîn derdixe ser dikê. Lîstika bi navê “Bêcir” ji teksta Moliere hatiye adaptekirin. Rejiya lîstikê Recep Îçen kiriye. Lîstik 17’ê mehê saet 20.30 de li salona Baroya Mêrdînê dê bê lîstin.

‘HINEK HENEK’

Şanoya Bajêr a Amedê êvara 16 û 17’ê mehê li salona xwe lîstika Hinek Henek pêşkêş dike. Lîstika ku derhêneriya wê Nazmî Karaman û Yavuz Akkuzu kiriye saet 20.30 de derdikeve ser dikê.

‘BÛKA LEKÎ’

Lîstika Şermola Performansê di çarçoveya tûrneya xwe de 17 û 18’ê mehê li Wanê li sehneya Şanoya Mencel tê pêşkêşkirin. Lîstik saet 20.30 de tê pêşkêş kirin. Lîstika ku ji çîroka Sadiq Hidayet hatiye girtin derhêneriya wê Mîrza Metîn kiriye.

NÎŞANDAYÎNA FÎLMAN: 2 FÎLMÊN KURDÎ
Li Stenbolê 41'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê didome. Dawiya vê hefteyê jî li 7 salonan nîşandayîna fîlman didome. Di vê çarçoveyê de du fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Fîlmê derhêner Şewket Emîn Korkî ê bi navê "Ezmûn" 16'ê mehê saet 11.00'an de li Beyogluyê li salon aAtlas 1948'ê tê nîşandayîn. Heman fîlm 17'ê mehê jî sae 19.00 de li Nîşandaşi Cinewam City's Salon 3 bê nîşandayîn. Fîlm 18'ê mehê jî li Sînematek/Sînemaevî ya li Kadikoyê saet 13.30 de bê nîşandayîn.
Fîlmê derhêner Alî Kemal Çinar ê bi navê "Beriya Şevê" jî di çarçoveya festîvalê de 18'ê mehhe saet 16.00'an de li salona Atlas 1948'an tê nîşandayîn.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

Pirek û 4 can...

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 15 11 2025

Xelatên Festîvalê hatin belavkirin

news
  • 14 11 2025

Dawiya hefteyê li 6 bajaran çalakiyên hunerî

news
  • 13 11 2025

‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin

news
  • 13 11 2025

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

news
  • 11 11 2025

Çîrokên bi ser ketin hatin xelatkirin

news
  • 11 11 2025

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Encamên Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran diyar bû

ad

Pişke hat kişandin: Du tîmên mezin hatin hemberî hev

ad

Klîba Hefteyê: Rojda "Şengal"

ad

Ji Enfalê çîrokek evînî Herman hat kişandin

ad

Festîvala Şanoyê li benda temaşevanên xwe ye

ad

Li Sûrê êrîşê du cafeyên kurdan kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan

  • 13 11 2025
news

‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin

  • 13 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

  • 13 11 2025
news

Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate

  • 13 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname