Diyarname
Berî havîn bê çalakî kêm bibin jî hin çalakiyên çandî hene. Ji bo vê dawiya hefteyê me ew dan hev. Kerem bikin.
STENBOL:
- 6'ê mehê li Wefqa Îsmaîl Beşîkçî bi navê "Ji Elegezê heta Stenbolê Dengên Arkaik" gotûbêjek heye. Samiye Solmaz ku bi heman navî pirtûkek bi tirkî nivîsandibû, Wê li ser meseleyê biaxive. Moderator Sewda Xanzad e. Çalakî saet 15'an de li dar dikeve.
- 6'ê mehê Çîdem Baran pirtûka xwe îmze dike. Pirtûka Baran a bi navê "Li Peravên Torê Torên Evînê" ji Weşanên Bêjingê derketibû. Ewê li Medya Kîtabevî ligel mêvanan sohbekt bike û pirtûka xwe îmze bike. Çalakî di navbera saet 16.00 - 18.00'an de ye.
- Ji bo rêzgirtina lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak li Zanîngeha Bîlgiyê çalakiyek bi navê "Rêzgirtin li Mehmet Bayrak" li dar dikeve. Çalakî di navbera saetên 14b00 - 18.00'an de li Kampusa SantralÎstanbul E1-301'ê li dar bikeve.
AMED:
- 6'ê mehê li ÇandAmedê saet 19.30 de fîlmê derhêner Emine Yildirim "Gunduz Apollon Gece Athena" tê nîşandayîn. Fîlm saet 19.30 de ye. Temaşekirin bê pere ye.
- 7'ê mehê li ÇandAmedê fîlmê anîmasyonî "Mavka: Strana Daristanê" saet 13.00'an de tê nîşandayîn. Temaşekirin bê pere ye.
MÊRDÎN:
- Baroya Mêrdînê bi navê "Rojên Pirtûkan ên Baroya Mêrdinê" xebatek daye dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de gelke weşanxaneyên kurdan li wê derê stand vekirine; nivîskar pirtûkên xwe îmze dikin û her wiha hin gotûbêj jî hene. Rojên Pirtûkan li vir 3 rojan, rojên 5, 6 û 7'ê mehê li dar e.
ENQERE:
- Li Enqereyê 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fîlmên Jinan 2'yê mehê dest pê kiribû heta 7'ê mehê li dar e. Fîlm li Sinemaya Kavaklidere têne nîşanday


