Diyarname
Belê di vê nûçeyê de sê nûçe li ser xwezaya kurdan hene ku yek xweş didu jî nexweş in.
Pira Dîrokî xira kirin
Li navçeya Hênê ya Amedê pireke dîrokî bi navê Pira Gabon hebû. Em hebû dibêjin ji ber ku pir li ser rêya kevn a Amed-Hênê bû ku li nav sînorê Hênê, ew pir xira kirin. Midûriyeta Karên Rêyên Bejî ya Herêma 9'emîn rêya Hênê-Amedê berfireh dikir, lê pir dike ser rê û rabûn du lingên wê xira kirin bêyî li dîroka wê, dîrokîbûna wê binêrin.
Pira Gabon pirek dîrokî bû lê kesî nedizanî dîroka wê heta kengê diçe.
Xwezaya Culemêrgê xira dikin
Li Culemêrgê, Gola Sat a Cîlo jî di nav de li 5 herêman xira dikin, sedem jî li meden û petrolê digerin. Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Medenê ji bo li van deran dest bi lêgerînê bikin roja 24'ê vê mehê îhale vekir. Bi xebateke wisa 5 herêmên turîzmê yên girîng ên Culemêrgê dê têk herin..jpg)
Jûjiyê guhbel hat dîtin
Di vê nûçeyê de agahiya xweş ev e: Xwezaya kurdan bi gelek sewalên cur bi cur tije ye ku hin ji wan nayê texmînkirin dê hebe lê heye. Yek ji wan jûjiyê guhbel e. Ev jûjî li Ukrayna, Moxolistan, Pasitkan, Lîbyayê, her wiha li Serêkaniya Bakur û li ser sînorê Hataya Tirkiyeyê heta niha hatiye dîtin. Lê niha li Hewsela Amedê jî ev yek hat dîtin. Jûjiyê guhbel ji aliyê fotografkêşê kurd Mehmet Masum Suer ve hat dîtin. Suer ku li Bexçeyên Hewselê berê fotoyên gelek sewalên cur bi cur kişandibû vê carê rastî jûjiyê guhbel hat û wêneyê wê kişand.
Jûjiyê guhbel ên çolê metre û nîv bin erdê de hêlînan çêdikin û dijîn. Bejna wan li gor 15-30 santîm e, giraniya wan jî dor 280 gram. Ew dikarin heta 10 hefteyan nexwin û venexwin û bijîn.
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyî ji MA'yê hatine girtin. Gotina "Jûjiyê Guhbel" me bikar anî, îhtîmal e navek wê yê din hebe. Belkî guhmezin be. Ji ber orjînala wê me nedît, me wisa bikar anîn. Ger navê orjînal bê peydakirin emê biguherînin.


