Amed
Şaredariya Peyasa Amedê bi navê “Hevdîtinên Peyasê” hin rêzeçalakiyan ku dê li gundan li dar bikevin dide dest pê kirin. Ya yekem wê 2’yê vê mehê dest pê bike.
Şaredariya Peyasê bi armanca xurtkirina hesta yekîtiyê, hevgirtin û hevşengiyê li tax û gundên Peyasê pêk bîne gelek rêze çalakiyên civakî dide destpêkirin. Ev bi navê “Hevîditinên Peyasê” dest pê dike û di vê çarçoveyê de wê li 28 gund û 8 taxên cuda çalakî li dar bikevin.
Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, Gerînendetiya Ciwan û Xizmetên Sporê, Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê van çalakiyan bi hev re organize dike. Armanc jê ew e ku li hemû tax û gundên li seranserê navçeyê xwe bigihînin gel.
Ji Tenduristiyê heta Şahiyê bernameyeke berfireh
Beşek ji vê xebatê ku armanca wê xurtkirina yekbûna çandî û civakî ye, bernameyeke tijî ji çalakiyên çandî û tenduristî hatiye amadekirin, bala her temenî dikişine ser xwe. Şahiyên cur bi cur dê li cihên ku hatine diyar kirin, bêne lidarxistin.
Di çarçoveya bernameyê de, nîşandana fîlman, muzîk, komên lîstikê yên zarokan, boyaxkirina rûyan, kontrolên tenduristiyê, xebatên hişyariyê yên derbarê polîtîkayên jinan û gelek çalakiyên din ên cihêreng hene.
Bernameya yekem li taxa Kirxaliyê ye
Bernameya pêşî 2’yê mehê wê li gundê Kirxaliyê were lidarxistin. Rayedarên şaredariyê hemû welatiyên li gund û navçeyê vexwendin şahiya “Hevdîtinên 1. a Peyasê” da ku bi rihê yekgirtî û tê de hestên çandî û şahî serwer e, li hev kom bibin.


