Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de maçên çarîk fînalê temam bûn û nîv fînalîst diyar bûn. Lyonê tîma îngilîz Manchester City (MC) têk bir û wekî nîv fînalîstê dawî navê xwe li tabelayê kir.
Berî vê Leipzing û PSG derbasî nîv fînalê bûbûn û bûbûn reqîbên hev. Duh jî Bayer Munihê bi rekorek mezin, bi 8-2 Barselona têk biribû û bûbû nîv fînalîst. Munih li benda reqîbê xwe bû. Di maça îro ya MC û Lyonê de Lyon bi ser ket û bû reqîbê Munihê.
Otorîteyan MC wekî favorî nîşan dida lê her nîşandayîn wisa encam nabe. MC di temamê maçê de bi sedî 78 topê lîst lê top di destê te de be jî fêde nade ger tu nikaribî golan biavêjî. Lyonê di hin atakên kir de firsendên xwe baş bikar anîn û bi 3 golan derbasî nîv fînalê bû.
Lyonê deqîqeya 24'an de bi gola Makswel Cornet 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Manchester City deqîqeya 69'an de bi Kevin De Bruyne bersiv da lê Lyonê di deqîqeyên 79 û 87'an de bi Moussa Dembele encama xwe ragihand: 3-1.
Maçên nîv finalê
Maça Leipzing û PSG'ê dê roja 18'ê mehê, maça Lyon û Bayer Munih 19'ê mehê bê lîstin. Her du jî saet 22'yan de ne.
Du tîmên bi ser bikevin dê êvara 23'yê mehê maça fînalê bilîzin.


