logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Nivîskariya Kurdî

Pêşî divê ku em destnîşan bikin bê ka nivîskarê/a kurd kî ye? Her yê/ ku li ser kurdan dinivîse nivîskarê/a kurd e?

  • Dîrok: 13/06/2009
  • Beş: NÎQAŞ
Ferhat Girêşêran

Piştî ku min nivîsên Omer Dilsoz, Dilawer Zeraq, Helîm Yûsiv û Fêrgîn Melîk Aykoç yên hêja xwend min jî xwest ez nerînên xwe yên li ser vê mijarê bi we re parve bikim.

Pêşî divê ku em destnîşan bikin bê ka nivîskarê/a kurd kî ye? Her yê/ ku li ser kurdan dinivîse nivîskarê/a kurd e? Yan em wiha bipirsin yên ku bi eslê xwe kurd in û li ser kurdan bi tirkî dinivisînin nivîskarên kurdî ne?
Ji ber ku mijarek bi serê xwe tevlihev û giran e û ne hedê min e ku ez biryara vê yeka bidim ezê hew bi van pirsan dest bi mijarê bikim lê yên ku ezê li ser wan bisekinim nivîskarên bi kurdî dinivîsînin.
Erê îro nivîskarên kurd xwedî potansiyeleke gelek mezin in. Xwedî pênûseke gelek xurt û tûj in. Zane, bîrbir û ji dinyaya nû haydar in. Dikarin bi pênûsên cîhanê re bi zimanê xwe têkevin pêşbirkê. Dikarin li ser mijarên zanistî bi zimanê xwe gotaran binivîsînin. Dikarin rojevê li gor bîr û baweriyên xwe rave bikin, nîqaş bikin, ji bo guherînê rê nîşan bidin. Ne tenê ji hêla bîrdoziyekê ve lê îro nivîskarên ji gelek baweriyên cihê li ser rojevê di malpêr û kovarên xwe de nivîsan bela dikin. Li hemberî van nivîskarên teng, di demên bihurî de asê mayî, di nava qalikên bîrdozî de asê mayî, cîhana wan ew bi xwe, şerok û hwd. jî hene.
Lê îro hêza nivîskarê kurdînûs çi ye? Qîmeta nivîskarê me çiqas e? Pîvana qîmetdayînê, nivîskar bixwe ye an ev pîvan civak, siyaset û  dezgehên çandî ne? Helbet bandora vana hemûyan li ser  meseleyê heye. Lê ez bawerim emê dîsa werin û li ser zimanê siyasetê û siloganan bisekinin. Wekî mînakekê ez dixwazim qala  Newroza Stenbolê bikim.
Gelek siyasetmedarên tirk û kurd derketin ser dikê û hin bi kurdî hin jî bi tirkî peyivîn. Lê ma ne em miletê kurd in, gava ku yek bi tirkî bipeyive emê çawa jê fahm bikin, ma pêdivî bi sîmilatorekî/ê tune bû? Heta ku ziman ji bo siyasetê tenê silogan be, heta ku em perwerdehiya bi zimanê xwe bixwazin lê em rûpelek kurdî nexwînin, heta ku em navên zarokên xwe ji nav kurdiya nûjen bibijêrin lê em bi wan re bi tirkî bipeyivin, heta ku “civînên” me bi tirkî bin û em hîn gelek tiştên bi vî rengî bikin ez bawerim ewê hêza nivîskarê/a kurd kêm be.
Li vî welatî  çi bi tirkî, çi bi kurdî xwendin kêm e. Lê ji ber ku tirk bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û di dema perwerdebûnê de hewceyî bi xwendinê dibînin bixwazin nexwazin pirtûk, rojname û kovaran dixwînin. Lê ji ber ku ê me Kurdan derfeteke me ya perwerdehiya bi zimanê xwe tune ye ev hewcedariya xwendina bi kurdî jî bi gelekên ji me re çênabe. Ji xwe em jî bixwazin nexwazin (li Tirkiyê perwerdehiya seretî mecbûrî ye) di wê çerxa perwerdehiyê re derbas dibin. Em jî xwendinên xwe bi tirkî dikin, heke siûda me hebe li derdora me yekî/a bîrbir hebe rê nîşanî me dide ku em jî karibin bi kurdî bixwînin (di van salên dawiyê de bi xêra TZPKurdî û Enstîtuya Kurdî û hin tevgerên din rewş hebek ber bi başiyê ve çû lê berê ji bo xwendina kurdî derfet pir teng bûn.) em dest bi xwendina kurdî dikin. Lê yekî ku bi salan bi tirkî xwendibe ewil ewê pê tahde bê bi zimanekî din bixwîne (ew ziman zimanê wî yê esil be jî). Yan ewê hebek hewl bide, di ber xwe bide û biserkeve yan jî piştî çend hewldanan ewê dev ji xwendina kurdî berde û xwe bavêje paxila tirkiya hêsan. Em dizanin ku nivîskarek ji xwendekarên xwe hêzê dîstîne, nivîskarek neyê xwendin ewê çi hêza wî hebe?

Gelo çend nivîskarê/a kurd dikare bi karê nivîskariyê debara xwe bike û ev karê wî/ê yê sereke ye, an ofîsa çend nivîskarê/a me heye ku karibe lê bixebite û aboriya kîjan nivîskarê/a me têra ku karibe bigihîje her berhema bixwaze dike? Nivîsandin û nivîskarî karekî heta tu bêje bes şixul, xebat û wext dixwaze. Nivîskarek divê ku karibe rojevê bişopîne, pirtûkan bixwîne, têkeve nava gel, pêşketinên nû bişopîne û hwd. Lê bi piranî nivîskarên me ji bo debara xwe karekî din dikin û demên xwe yên ji ber kar maye jî nivîskariyê dikin. Di encamê de jî asta nivîskariyê nizm dibe.
Ji ber ku gelek caran siyaset li ser nivîskaran pir bandorê dihêle ez dixwazim çend tiştan li ser vê meselê jî bêjim. Li ser hêza nivîskar em dikarin bêjin ku hêza nivîskar ew e ku karibe li hember hemû şert û zordariyan dikaribe azad bifikire û azad bimîne. Ne ku li gor dilê hinan binivîse an pesnê hinan bide, an bibe berdevkê hinan. Divê ku nivîskar karibe ji jor de li siyasetê binêre ne ku ji jêr de binêre. Dema ku nivîskar ji jêr de li siyasetê binêre hew dikare bibe berdevkê siyasetê lê ji bo ku karibe ji jor de li siyasetê binêre jî divê ku li pêşiya siyasetê be yan ku ji siyasetê pêşketîtir û zanatir be da ku karibe rê nîşanî siyasetê bide. Peywireke nivîskarî wiha jî heye ku dikare bi fikr, dîtin û nirxandinên xwe riyên nû li ber siyasetê veke.

Wekî encam em dikarin bêjin mijar her çî ku pir şaxên wê hebin jî du hêlên wê yên esasî hene, dewlet û kurd bi xwe. Ji bo asta nivîskariya kurdî bilind bibe, hêza wê xurt bibe divê ku bi kurtahî dewlet perwerdehiya bi zimanê kurdî serbest bike, di saziyên fermî de xebatkarên bi kurdî bipeyivin bixebitîne û astengiyên li ber ziman, fikr û ramyariyê rake û dev ji  zordariya li ser çapemeniyê berde. Kurd jî heta ku ji wan tê divê ku li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin. Yên ku di qada navnetewî de gelekî temsîl dikin nivîskarên wî gelî ne. Divê ku em dev ji xwe biçûk dîtinê berdin û bi ziman, nivîs û çanda xwe serbilind bin. Siyasetmedar û saziyên çandî yên kurdan jî divê ku ne tenê di siloganan de xwedî li zimanê xwe derkevin, divê ku ev siloganên xwe realîze bikin. Divê ku ev siloganên xwe daxin qada jiyanê. 99 şaraderî di destê şaradarên kurd de ne, ma ev şarederî her yek ji mehê carekê bernameyek ji bo nivîskarên kurd çêbike ewê bazara nivîsa kurd geş nebe? An bi dehan saziyên çandî yên kurdan hene her yek ji mehê carekê bernameyeke bi heman rengî çêbikin ewê hêza nivîskarên kurd xurtir nebe? Erê heta ku li vî welatî mafê kurdan neyên stendin ewê ji bo biçûkxistina, bêhêzkirina, qelskirina nivîs û nivîskariya kurdî û kurdan desthilatdar hewl bidin lê divê ku em jî ji xwe haydar bin û li berxwe bidin.

gireseran@gmail.com

 

***

Nivîsên Ferhad Girêşêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin
-
-

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kayûmê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir

ad

Cegerxwîn hat bibîranîn

ad

Antolojiya niviskarên girtî: “Rabûna Berî li Gulberojan” derket

ad

'Rê û Rê' helbest derket

ad

E-pirtûkek nû: 'Notên Xwendinê'

ad

Li Meclisê "Kurdistan" hat nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname