Diyarname
Weşanên Na pirtûka xwe ya yekemîn a 2013'yan derxist. Pirtûka helbestan a Çetîn Lodî bi navê "Rê û rê" ji Weşanên Nayê derket.
Çetîn Lodî, bi hest û axîn û lorîn û jiyînên xwe ya lîrîk, bi pirtûka xwe ya yekem tevî karwanê helbestvanên kurmanc bû.
Waye yek ji wan helbestan:
Girî
li biharan
rojeke tarî
havîn nayê bîra tu kesî,
xwedê dizane
ewr bi jana min avis bûbûn
kenê min
û giriyê min,
êşên min bi hev re zewicî bûn
û dê ewladên zinê diwelidandin.
ken sivik
girî qehpik
rojê tim em xapandibûn
em li hevdû xapiyabûn
me ji derewên xwe bawer kiribûn
me ji xwe bawer kiribû
piştî kul bû,
jiyanê, stranên bêedeb nîşanî me dabû.
Ji bo kesên eleqedar:
wesanenna@hotmail.com


