Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) der barê maça Diyarbekirspor û Bursasporê de biryara xwe da: 3-0. TFF li ser maça Diyarbekirspor û İBB'ê jî wê roja înê biryara xwe bide.
Di hefteya 24'an de di maça Diyarbekirspor û Bursasporê de bûyer derketibûn maç hatibû betalkirin. TFF'ê li ser maçê biryara xwe da: Diyarbekir bi hukmî hate têkbirin ku ev beramberî 3-0 e. Bi vê biryarê Bursaspor bi 55 pûanan di Lîga Super de bû yekemîn. Galatasaray bi 53 pûanan ket rêza diduyan.
Li ser maça Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) û Diyarbekirsporê ku ew jî di deqîqeya 87'an de hatibû betalkirin jî wê vê înê TFF biryara xwe bide.
Ger TFF biryara bi awayê hukmî têkçûna Diyarbekirsporê bide wê Diyarbekirspor ji lîgê bikeve. Lê tê gotin ku wê TFF biryara bi 1-0 têkçûna Diyarbekirsporê bide û pêşî li ketina wê ya ji lîgê bigire.
Her wiha ji ber maça bi Bursayê re TFF'ê biryara sê maçan bê temaşevan lîstina di sehaya bê alî de jî dabû. Li ser vê biryarê jî Diyarbekirspor maçên xwe yê bi Antalya (hefteya 26'an), Entab (hefteya 28'an) û Kayserî (hefteya 30'î) re li sehayeke bê alî û bê temaşevan bilîze.


