Diyarname
Amedsporê ji bo Dîrektoriya Sportîf ligel Serkan Rençber li hev kir.
Serkan Rençber heta niha sportîf dîrektorê tîma Beşîktaşê bû. Ji wir veqetiya, niha Amedsporê ligel wî peyman girê da. Klûbê daxuyaniya nivîskî belav kir û got, "Ji bo serdema 2026/27'an di çarçoveya sportîfê de; ji ber zanîna wî ya fûtbolê, tecrube û vîzyona wî ku li nav civata fûtbolê xwedî cihek girîng e, ligel Serkan Rençber di peywira Dîrektoriya Sportîf de li hev kiriye. Em jêre dibêjin tu bi xêr hatî û em jêre serketinê dixwazin."
Dîrektorê Sportîf çi karî dike?
Dîrektorê sportîf di nav tîmên fûtbolê de xweDî cihek girîng e. Ew ne teknîk dîrektor e lê ew kesê ku stratejiya demdirêj ya tîmê bi rê ve dibe û di navbera rêveberiya klûbê û antrenor de roleke girîng dilîze. Ew ji bo transferê lîstikvanan dibîne, plana stratejîk a klûbê saz dike, di akademî û pêşxistina ciwanan de xwedî gotin e, têkilî bi federasyon, ajans û klûbên din re datîne.
Li Tirkiyeyê bi taybetî tîmên mezin wekî Beşiktaş, Galatasaray, Fenerbahçeyê de dîrektorên sportîf hene.
Serkan Rençber di sala 1975'an de li Stenbolê hatiye dinê. Li Zeytinburnu dest bi lîstina fûtbolê kiriye, paşê di tîmên wekî Fenerbahçe, Van, Burka, Eskişehirê de lîstiye. Piştî dest ji futbolê ber daye li Beşiktaşê bûye teknîk dîrektorê tîma jêrin (2008), paşê li Kasimpaşayê ev peywir girtiye ser milên xwe. Di salên 2025-26'an de jî dîrektorê sportîf ê Beşîktaşê bû.


