Li bexçeyeke sewalan a li Çînê gur û bizinekî di heman qefesê de ne û ji hev venaqetin.
Li bexçeya sewalan a li bajarê Nanchongê ev demeke dirêj e sehneyeke ecêb li ber çavan e. Gurên ku bi gurtiya xwe her li dû sewalan in vê carê gurekî ne li dû xwarina sewalê, li dû evîna sewalekê ye. Gur û bizinekî li bexçeyê di heman qefesê de ne û gur ne bizinê dixwe, ne zirarê dide wê, ji vê jî wêdetir dema bizinê ji gurî vediqetînin ew har dibe. Tê gotin ku gur evîndarê bizinê bûye.
Peywirdarekî li bexçeyê ku bûye şahidê bûye wisa dibêje; "Serê sibeheke ji bo ez êm bidin bizinê min qefesa wê vekir û ji qefesekî din ku gur têde bû deriyê wê baş nehatibû girtin, gur ji wir bi zûrînî ber bi bizinê ve çû. Ji tirsan ricif bi bizinê ket. Lê gurî tiştek bi wê nekir û ji wê rojê de ew bi hev re ne."
Digel vê evînê û digel ku di heman qefesê de bi hev re dijîn jî bi hev re xwarinê naxwin.
Ji ANF'ê hatiye girtin


