logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan
  2. ‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin
  3. Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir
  4. Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate
  5. Amedsporê 5 lîstikvanên xwe qewirandin
news-details

Wêje û Zanistên Civakî

  • Dîrok: 29/06/2025
  • Beş: Serbest


___Serwet Ornek___


“Wêje, cîwanan perwerde dike; zewqê dide kalan;  bextewariyê dixemilîne; di rojên teng de dibe dilxweşî û sitargeh.” Cicero         

Danûstandinên dînamîk ên jiyana civakî û têkiliya cîhana derûnî ya mirovan, di pêvajoya dîrokê de her dem bala ramanwer, lêkolîner û hunermendan kişandiye. Di vê pêvajoyê de ji bo têgihîştina jiyana çandî û cîhana mirovî, wêje û zanistên civakî wekî amûrên bihêz û çalak derketine pêş û her yekî bi perspektîfên xwe yên cihêreng vegotin û nirxandina serpêhatiyên mirovî hêsantir kiriye.

Wêje û zanistên civakî her çi qas xwedî hin taybetmendiyên hevpar bin jî esasen dîsîplînên ji hev cuda ne. Hevpariya van dîsîplînan bi gelemperî di warê mijar û armancê de ye. Ango wêje û zanistên civakî li ser serpêhatiyên mirovî û rastiyên civakê radiwestin û hewl didin ku bi vegotineke rengîn û têgihîştineke kûr ji serpêhatiyên civakî û mirovî agahdar bibin. Wêje û zanistên civakî, ji bo pêkanîna vê armancê ji hev sûdê werdigirin û kêmahiyên hev temam dikin.

Bêguman her zanisteke civakî xwedî cudahiyeke xweser e û ev cudahî di warê rê û rêbazên zanistê de ye. Wêje beşeke hunerê ye, bi zimanekî sûbjektîf serpêhatiyên civakî û mirovî vedibêje. Beravajî vê civaknasî, felsefe, derûnnasî û erdnîgarî zanist in û her yek li gor armanca xwe, van mijarên hevpar bi awayeke sîstematîk û analîtîk dinirxîne. Ev têkiliya dualî û sûdwer hem çarçoveya civakî ya berhemên wêjeyî dewlemendtir dike hem jî şêweyeke hunerî dide berhemên zanistên civakî.

 

Wêje 

Wêje, yek ji zanînên civakî yên girêdayiyê vegotinê ye û bêguman metnên wêjeyî ji bo xebatên zanistên civakî çavkaniyên rengîn û dewlemend in. Berhemên wêjeyî her çiqas hilberînên takekesî bin jî ji ber ku pêkhateyên zanistên civakî vedihewînin di heman demê de berhemên çandî û civakî ne. Xebatên li ser vê têkiliya qedîm û hevpar, bi bandora post-modernîzmê ve berfirehtir bûne. Bi taybetî ji sala 1960’î şûn ve zanyarên zanistên civakî, bi metnên wêjeyî ve zêdetir aleqedar bûne û ji bo baştirîn fêmkirina xwezaya mirovî hewl dane ku di navbera wêje û zanistên civakî da pireyan ava bikin.

Berhemên wêjeyî, berhemên ramyarî û hestyarî ne û rêç û şopên çanda civakê vedihewînin; li gor şert û mercên civakî teşe digirin. Metnên wêjeyî; pirwateyî ne, mayînde û neynika jiyanê ne, çalakiya vegotina mirovî ne, xwemalî, neteweyî û gerdûnî ne, subjektîf in, hest û ramanên mirovî bi zimaneke bedew vediguhêzîne. “Çawa ku jiyana civakî hemû kiryarên mirovî, hunerî û wêjeyî vedihewîne û diparêze, wêje jî çavkaniya jiyanê ye û dahatûyê ava dike.” [ KARPAT, K. Edebiyat ve Toplum, Timaş Yay. İstanbul, 2017,s, 71.  ]

Helbet wêje ne tenê jiyanê û civakê vedibêje û pênase dike, di heman demê de şêwazên jiyanê diguherîne, teşeyê dide jiyanê û jiyaneke nû pêşniyar dike. Her berhemeke wêjeyî; baweriyeke, îdeolojiyeke, doktrînekê diparêze. Her çiqas berhemên hunerî hilberînên takekesî bin jî ji aliyê naverokê ve civakî ne. Lewra nivîskar jî heyîneke civakî ye û kesayeta wî li gor şert û mercên civakî têşe digire û kêm zêde di bandora rihê demê de dimîne. Wekî ku Karpat jî dibêje “Ne pêkan e ku tu berhemeke wêjeyî – pir razber be jî – jiyana wê heyama ku tê de hatiye afirandin nîşan nede. Helbestvan û hunermend, bêyî ku haya wan jê hebe jî ji bandora serdem û havîrdora ku tê de dijîn îlhamê digirin .” [  LEVENT, A.S. Divan Edebiyatı, Enderun Kitabevi. İstanbul, 1980, s, 259. ] Li ser vê esasê mirov dikare bibêje ku wêje bi qasî ku berhema serdemê ye, ew qas jî mîmarê serdemê ye. Ango wêje hem di bin bandora civakê de dimîne hem jî bandorê li civakê dike. Ev têkiliya dualî alîkariya yekîtiya çandî dike û hişmendiya civakî ava dike.

Romannûsên modern, hewl didin ku di berhemên xwe de jiyanê bi hemû pêkhateyên wê vebêjin. Lê ji ber ku jiyan bi pêkhateyên cihêreng ve dorpêçkirî ye û pirreng e, tu berhemeke wêjeyî bi derfetên xwemalî nikare wî bi awayeke hûrgilî vebêje. Lewra wêje ne bi tenê mijareke teknîkî û bi ziman ve sînorkirî ye. “Wêje di heman demê de neynika çand û jiyanê ye. Di qada jiyanê de çi hebe ew di berhemên wêjeyî de cih digire. Ji ber vê yekê mirov dikare di wêjeyê de meylên hestyarî û rewşenbîrî yê neteweke û geşepêdana çêj û şaristaniya wî welatî bibîne û bişopîne.” [KOPRULU, M. F. Edebiyat Araştırmaları 1, Akçağ Yay. Ankara, 2004, s, 40.] Em ji van her du hevokên Koprulu têdigihîjin ku berhemên wêjeyî xwediyê hişmendiyeke çandî û neteweyînê û rihê demê vedihewînin. Diyar e ku danasîn û vegotina jiyaneke berfireh encax bi alîkariya zanistên civakî pêkan dibe. Bêguman ev alîkarî hem ji bo zelalkirina dîroka şaristaniya neteweyan hem jî ji bo dîroka şaristaniya mirovahiyê derfeteke giranbuha ye.

 

Wêje û Civaknasî  

Dewlemendî û kûrahiya berhemên wêjeyî, ji bo xebatên civaknasiyê qadeke giranbuha ava dikin. Berhemên ku di bin sîwana wêjeyê de hatinê hilberîn, bawerî û şêwaza jiyanê, hest û ramanên civakan li ber çavan radixin. Ji bo vê wêjeya ku neteweyan bi keda sedansalan hilberandiye û berhev kiriye, ji aliyê zanyarên civaknasiyê ve wekî materyal hatine bikaranîn û li ser van metnên wêjeyî xebatên kûr û nirxandinên analîtîk hatine kirin. Têkiliya berhemên wêjeyî û xebatên civaknasiyê wisa kûr e ku bêyî şahidiya wêjeyê, lêkolînerên civaknasiyê nikarin jiyanê bi awayekî berfireh, binirxînin û şîrove bikin.

Hunermend çav, guh û zimanên civakên xwe ne. Nirxên çandî yên hevpar û bûyerên girîng, di parzûnê hunerê de dadiwerivîne û wan li ser navê gel tîne ziman. Kesayeta hunermendan bi nirxên civakî û çandî têşe digire û dikemile. “Çand, têgeheke civakî ye, dîrokî ye; mîrateyeke divê were hînbûn û wekî hevîrtirşê jiyana civakî were ragihandin ji bo dahatuyê; fonksiyonel e, di nav yekîtiya mirovahiyê de cudahiyeke resen e û guherbar û dînamîk e.” [KAPLAN, M. Nesîllerîn Ruhu, Dergah Yayınları, İst. 2022]  Hunermend van rastiyên çandî paşguh bike jî rêç û şopên civakî bi awayekî di berhemê de tê dîtin. Lewra fikrê mirov çi be zikra wê jî ew e. Di vê mijarê de Borges Ciovanni wiha dibêje: “Ez çîrokekê li ser mirovekî ku li ser heyvê dijî binivîsîm jî dê wekî çîrokeke arjantînî derkeve holê, ji ber ku ez arjantînî me; çavkaniya wê şaristaniya rojava ye ji ber ku ez jî ji wê şaristaniyê me.” [ SAĞLIK, Ş. “Edebiyatta Bağlanma Sorunu”, Hayat Edebiyat Siyaset, Hece Özel Sayı, Yıl. 8, Sayı 90/91/92, 2004, s, 13.]

Rexnegirên ku berhemên Balzac nirxandine dibêjin kesên ku dixwazin civaka fransî ya sedsala 19’an bi awayeke berfireh binasin û şîrove bikin pêwîst e ku romanên Balzac bixwînin. Francis Merrill, ku romanê wekî kana agahdariya li ser danûstendina civakî bi nav dike, diyar dike ku “Balzac, bi du hezar û çarsed karakterên ku di berhemên xwe da afirandiye, bandora çand û civakê bi awayeke eşkere piştrast dike.” [ MERRİLL, F, E, Sosyolog Olarak Balzac: Bir Edebiyat Sosyolojisi İncelemesi, Çev. Köksal Alver, Mustafa Fişne,     Edebiyat Sosyolojisi İncelemeleri Der. Hece Yayinlari, Ankara,2004, 43-56.]   

Bêguman tişta ku wêje û civaknasiyê di xaleke hevpar de tîne gel hev, mirov û çand e û ev hevparî bingeha civaknasiya wêjeyê pêk tîne. Nivîskar ji vê hevpariyê sûdê werdigire û bi awayekî xwezayî naverokên civakî hildiberîne. Ji ber ku armanca civaknas dîtin û şîrovekirina nirxên civakî ye ew li ser naveroka berhemê û şêweya vegotinê ranaweste lê metnên wêjeyî bi rê û rêbazên civaknasiyê dinirxîne û bi vî awayî helwesta takekes a li hember hêzên civakî û çandî nîşan dide.

Civaknasî li bersiva pirsên, “Civak, çawa pêkan dibe, çawa kar dike û guherînên girseyî çawa pêk tên?” digere. Wêje ji civaknasiyê zêdetir bi cîhana civakî ya mirov re têkildar e. Roman, cureyekî wêjeya civaka pîşesaziyê ye û têkiliyên mirovî yên bi dewletê re yên bi malbatê re vedibêje û hewl dide ku cîhana civakî ji nû ve biafirîne. Di vê çarçoveyê de wêje û civaknasî li ser heman zemînî dimeşin lê belê wêje di vî warî de ji civaknasiyê çalaktir e. Lewra dûrî pênase û wekolînên zanistî disekine û dikeve nav hûrgiliyên çandî û civakî û bi kêfa dilê xwe hespê xwe dibezîne.

 

Wêje û Felsefe

Felsefe şêweyeke sîstematîk ya ramanê ye, bi pirsgirêkên giştî, bingehîn û nedîtbar ên wekî heyîn, zanîn, nirx, rastî, hiş û ziman ve mijûl dibe. Felsefe hewl dide ku bi nêrîneke biguman û rexneyî; bi rê û rêbazên mantiq û aqilmendiyê ji heyîna mirovî û ji cîhanê fêm bike. Wêje, çarenûsa mirovî ya hevpar bi derfetên vegotinê nîşan dide; felsefe der heqê heyînê û çarenûsa mirovî da pirsên biguman dipirse û zanînê hildiberîne. 

Şaxeke felsefeyê, felsefeya hunerê ye. Ev bin beş, bi berhemên hunerî ve mijûl dibe û wan di çarçoveya estetîkê de vedikole û dinirxîne. Pirsên wekî “Huner çi ye, gelo wate û nirxên wê hene?” dipirse û bi nêrîneke analîtîk li bersiva van pirsan digere. Felsefeya hunerê, ji bo têgihîştin û nirxandina metnên hunerî çarçoveyeke têgehî pêşkeş dike û bi vî awayî nirxandinên estetîkî hêsantir dike.

Ev beşa felsefê, bi taybetî li ser mijarên wekî xwezaya hunerê û nirxandina berhemên hunerî radiweste. Ji vê bonê tevger, raman û pirsên felsefî ji bo berhemên wêjeyî dibin çavkaniya îlhamê. Ango têgehên felsefî yên wekî heyîn, zanîn exlaq, azadî û edalet dikarin wekî mijar di berhemên wêjeyî de werin bikaranîn. Têgehên nedîtbar û tevlihev ên felsefeyê bi derfetên vegotinê û bi saya karakter û tîpên wêjeyî şênbertir dibin. Berhemên wêjeyî jî bi nirxandinên felsefî û bi pergalên cuda yên ramanê xwendevanan teşwîqî hizirînê dikin.

Wêje, pirengiya serpêhatiyên mirovî bi kûrahî nîşan dide û asoyên berfireh û nû li ber lêkolînerên felsefê vedike. Bi berhemên wêjeyî em hest, raman, bûyer û karakterên cuda dinasin. Di vê pêvajoyê da têgehên wekî tîp, metafor, îmaj û şêweyên vegotinê di wêjeyê de cih û war dibe û ji bo felsefê zimanekî metaforîk ava dike. Bi saya vê zimanê metaforîk, têgehên felsefî ên nedîtbar zelaltir dibin. Ev têkiliya dualî bi awayeke xwezayî vê pirsê tîne bîra mirov: Gelo felsefe di xizmeta wêjeyê de ye yan wêje di xizmeta felsefeyê de ye? Bi ya min ji ber ku mijara her du zanistan jî heyîn û jiyan e, berhemên wêjeyî û felsefî bi away dualî di xizmeta hev û din de ne lê ji bo armancên cuda. Felsefevan, metnên wêjeyî di warê hilberîna zanînê de dinirxîne û wan bi zimaneke taybet vedibêje. Rexnegirên wêjeyê jî li ser vî zimanê taybet dixebitin.    

Her berhemeke wêjeyî xwedî felsefeyeke ye û li gor pergaleke hest û ramanî tê afirandin.  Her du zanist jî têgehan wekî amûrên vegotinê bikar tînin. Belê armanca her du zanistan jî derbirîn û ragihandina hest û ramanan e. Lê belê ji bo bidestxistina van armancan rê û rêbazên cuda bikar tînin. Armanca wêjeyê ya sereke, pêydakirina serpêhatiyeke estetîk, geşkirina hestan û pêşkeşkirina vegotineke hunerî ye. Armanca felsefê, analîzkirina têgehan, pêşxistina nîqaşan û hilberîna zanîneke bi rastiyê ve lihevhatî ye.

 

Wêje û Derûnnasî    

Cîhana mirovan û cîhana xwezayê ji hev cuda ye. Berî her tiştî mirov candareke biaqil e, hestiyar e û heyîneke xwedî nirx û îrade ye. Jiyan tabloyeke pirreng e û mirov di nav vê pirrengiyê de li heyîna xwe û rengê xwe digere. Di çarçoveya zagonên xwezayî de pênasekirina xwezayê pêkan e û mirov dikare di vê mijarê de hin pêşbîniyan jî bîne ziman. Lê belê têgihîştina heyîna mirovan ne ew qas hêsan e. Lewra cîhana mirovî taybet e, di çarçoveyeke berfireh û dewlemend de ava dibe. Wêje hem ji aliyê hilberînerên xwe ve hem jî ji aliyê mijarê ve berhemeke mirovî ye, behsa mirovan ji mirovan re dike. Derûnnasî di her merhaleya afirandina berhemên wêjeyî de diyardeyeke sereke ye. Ji ber vê taybetmendiyê metnên wêjeyî ji bo lêkolînên derûnnasî qadeke dewlemend e.

Berhemên wêjeyî bi jiyan û jîngeha civakî ya nivîskarê xwe ve têkildar e û rêç û şopên wê vedihewîne. Kesayet û şêwaza hunermend, têşeyê dide berhema hunerî û wê diafirîne. Ji vê bonê berhemên hunerî, fêkiyên bîr û serpêhatiyên hunermend in. Di vê têkilyê de çavkanî hunermend e, cihok jî berhem e. Berhemên hunerî ji şopên giyanî, derûnî û hestyarî yên nivîskarên xwe sûdê werdigire. Loma berhemên hunerî wekî diyardeya cîhana derûnî û kesayeta nivîskar tê pejirandin. Ji ber vê têkiliya di zikê hev de mirov dikare bi du metodan berhemên hunerî binirxîne. Ya yekem ji cîhana bîr û kesayeta hunermend xwe gihandina metnên hunerî ye, ya duyem jî beravajî vê ji metnên hunerî xwe gihandina bîr û kesayeta hunermend e. Diyar e ku her du metod jî me digihîne bîr û derûniya hunermend.  

Li gor Freud di navbera binhişê hunermend û afirineriya wî de têkiliyeke taybet heyê Freud, hunermendan wekî mirovên xewnerojkan dibînê pênase dike; berhemên wêjeyî jî li gor wî xewnerojk bi xwe ne. Xewn û xewnerojkên ku hunermend dibînin, bi gelemperî yên jiyaneke têkçûyî ne û daxwazên hunermend ên binhişî vedihewînin. Freud, afirandina berhemên hunerî wekî amûreke têrkirina daxwazan û terapiyeke giyanî diacibîne û ji vê bonê exlaqîtiya zêde ya Dostoyevkî, bi hestên wî yên sûcdariya ve girê dide. 

Di nav zanistên civakî de ya ku herî nêzî wêjeyê derûnnasî ye. Sedema vê nêzikiyê hevpariya mijarê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku her du zanist jî yek in. Berî her tiştî wêje huner e, derûnînasî zanist e. Wêje tevgerên mirovî di çarçoveya hunerê de dinirxîne û bi şêweyeke estetîk vedibêje. Derûnnasî tevgerên mirovî di çarçoveya rê û rêbazên zanînê de dinirxîne, hewl dide ku van tevgeran, bi sedem û encamên wê diyar bike. Wêje, kûrahiya rihê mirovan vedikole; hest, raman, tevger û motîvasyona kesayetan bi berhemên hunerî diyar dike. Derûnnasî, bi rê û rêbazên zanistî hewl dide ku ji pêvajoya afirandina berhemên hunerî fam bike.

 

Wêje û Erdnîgarî

Wekî ku Îbnî Xeldûn dibêje “Erdnîgarî qeder e.” û di pêkhatina kesayet û hişmendiya civakî de bi qasî ziman, dîrok û civaknasiyê bibandor e. “Erdnîgerî ne tenê lêkolîna erdê ye, di heman demê da hewildaneke ji bo têgiştina mirovan e.[ KEFELİ, Emel, Coğrafya Merkezli Okuma, Turkish Studies, 2009, 428.] Taybetmendiyên erdnîgariyê jî li ser tevgerên mirovan û cîhana civakî bibandor e. Bêguman mirov li gor şiklên erdê û filoraya nebatan, li gor şert û mercên avûhewayê hin taybetmendiyên fîzyolojîk, psîkolojîk, çandî û civak bi dest dixe. Wekî ku Richard jî dibêje “Sedema cudahiya hişmendiya neteweyî ne tenê pêvajo û pêkhateyên çandî ne.” [ NİSBETT, Richard E. Düşünncenin Coğrafyası, (Çev.  G. Çağalı Güven) Varlık Yayınları, İst. 2005, s, 12.] Derfetên ku derya pêşkeşî mirovan dike; şert û mercên deşt û çol û çiyan li ser pêkhatina kesayeta mirov û şêweya jiyanê, heta li ser ferhenga zimanan jî bibandor e. Madem ku wêje neynika jiyanê ye ji bandora erdnîgariyê jî ne azade ye. Bi awayekî xwezayî berhemên wêjeyî li gor taybetiyên erdnîgarî û koordînatên herema ku tê de hatiye afirandin têşe digire.

Xala hevpar a erdnîgarî û wêjeyê jî mirov e. Ev têkilî li ser esasa hilberîneke dualî dimeşe. Çawa ku erdnîgarî jiyana mirovan diyar dike, mirov jî têşe û watêyê dide erdnîgariyê. Hest û ramanên ku mirov xeyal dike û xewnên ku dibîne teqez di erdnîgariyeke de derbas dibe. Ango dika xewn û xeyalên berhemên hunerî mekan e û hişmendiya mirov li ser erdnîgariya ku tê de dijî teşe digire, dikemile. Wêje ji bo danasîna mirov û çandên cihêreng ji erdnîgariya civakî îstîfade dike. Cîhan, welat, bajar, bajarok û gundên ku di berhemên wêjeyî de tên diyarkirin, ne tenê têgehên erdnîgariyê ne, di heman demê de her yek xwedî têkilî û taybetmendiyên çandî ne.

Erdnîgarî, parçeyekî jiyana mirovan e û li ser naveroka berhêmê û kesayeta hunermend bibandor e. Berhemên wêjeyî teqez di mekanekî de derbas dibin û mekan jî li gor mijar, dem û kesayeta lêhengan bi awayekî zaneyî tê hilbijartin. Bêguman derfet, pêdivî û têkiliyên gundiyekî û yên bajariyekî neyek in. Ji vê bonê pêwîst e ku wêjevan di navbera mekan, bûyer û lêhengan de têkiliyeke lihevhatî damezirîne. Di vê mijarê de delîl û mînakên herî balkêş û lihevhatî, Verona û Venedîka Shakespeare e; Dublîna Joyce e û Londraya Dîckens e. Erdnîgariya ku di van berhêmên navborî de hatiye vegotin ji bo têkiliya wêje û erdnîgariyê têkiliyeke lihevhatî û rênîşandar e.  

21’ê avrêla 2025’an, Amed

 

    

***

Nivîsên Serwet Ornek ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Huner, hunermend û siyaset

- Roman û Dîrok

- Peyamên niximandî û masiyên tîbûyî

- Awirên wêrek û kenê bi tinaz 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

Pirek û 4 can...

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 11 2025

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

news
  • 09 11 2025

Bijî serê heshesok

news
  • 07 11 2025

Stranbêjên kurd çima stranên gelêrî xirab dikin?

news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

57 saliya wefata Celadet Bedirxan

ad

Îdîa: Wê zimanê îngilîzî wekî zimanê fermî ragihîne

ad

Nivîskarên kurd li Dirbêsiyê sekinîne

ad

MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan

ad

Reqîbên Beşîktaş û Fenerbahçeyê diyar bûn

ad

Me ji bo yarê 420.3 mîlyon YTL xerc kir!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan

  • 13 11 2025
news

‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin

  • 13 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

  • 13 11 2025
news

Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate

  • 13 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname