Li kuçe û kolana ku her roj tê de dibuhurim, bi çavên beloq li der û dora xwe mêze dikim. Ev avahî û mixazeyên nû ji ku derketin? Ew qas guherîn kengê çêbûn? Ez li ku bûm? Ma her sibeh û êvar di heman rê de nediçûm nedihatim? Qey hiş û çav henekên xwe bi min dikin? Çavê xwe digrim û vedikim lê, dîsa heman dîmen. Ji xwe û hebûna xwe dikevim şikê. Erê dizanim va ye dimeşim, lê çima tiştek hîs nakim. Wexta ev guherîn çêbûn ez li ku bûm? Çawa û çima min tiştek ferq nekir? De were neteqe, de were dev li canê xwe neke. Offf nizanim, nizanim çi diqewime.
Li kursî û maseyên pastexanyê yên ku li ser peyarêkê hatine danîn, maseyeke xalî dibînim. Cî li xwe xeş dikim nakim, ew, bi "merheba"yeke re, li ser kursiya ku hember min e rûdine. Hê min devê xwe venekiriye garson li ber me diçikile. Li wê û garson dinêrim. Bi beşişîna li ser lêvan û çavên ku mîna şewqa sibê diçûrisin dibêjin: 'heyat ez'im li min mêze dike.
- Dibêm: ji kerema xwe re pasteyeke bi çîkolata û qehweyeke tehl. Lê tu?
- Ji min re jî qehweyeke bi şîr.
Piştî garson winda dibe. Bi kenê li ser lêvan re dibê: ka tu çawa yî?
Hê peyva li ser zimanê min nerijiyaye gotina xwe dikudîne. Qey merû dibê; îşev te di paş pişta min de xew kiriye. Te xêr e?
Bi qirf dibêm: Ka ew şans.
Berê bi naz û tinazî çavê xwe gewr dike. Bi tîqe tîq ji cîhê xwe radibe diçe hundir. Garson sparîşan datîne ser maseyê. Dibêm, "Ka qehweya bi şîr?" Wekî ji xew şiyar bibe vediceniqe. Li min, li kursî û kaxeta siparîşan mêze dike. Bê ku biaxife tiştînan li kaxetê dinivîsîne û bi niçe niç diçe. Bi bişirîna xwe ya ji şîr û şekir tê li cîhê xwe rûdine.
Bi lez dest bi xwarinê dikim. Dizanim çavên wê li min in. Xwe lê nakim xwedî. Garson bêdeng qehweyê datîne ser masê û vedigere. Ji bêrika xwe pakêta cixareyê dertînim. Libek jê di nav levên xwe de bi cî dikim. Berî agir bi cixareyê bixim tevî pakêta cixareyê destê min ber bi bêrika min ve diçin. Di nîvê rê de pakêta cixareyê datînim navbera me. Di bêrikên xwe de li heste digerim. Li wê û qehweya hê fir lêneketî mêze dikim. Bi beşîneke nîvco re agir bi cixareya xwe dixim. Bi firta li qehwê xistî re dibêm: bilezîne em dereng ketin. Dibe niçe niça wê û em dest bi vexwarina qehweyê dikin.
Piştî hesabê xwarin û vexwarinê didim li masê vedigerim. Pakêta cixarê û têlefonê davêm bêrika xwe. Wexta li kursiyê wê vedigerim dibe xewna şevan. Çend caran çavê xwe diqirpînim. Ji cihê xwe radibe ez li pêş ew li dû min em dimeşin. Piştre hinek xwe giran dikim. Tê dikeve milê min. Em bêdeng ber bi kargehê ve dimeşin. Ji kargehê re çend gav dimîne. Dîtina dibînim destê xwe ji texsiya ku dike di ber me re derbas bibe re dihejîne. Texsî li ber me disekine. Piştî em di erebê de ci li xwe xweş dikin ji şofêr re dibêm: ji kerema xwe re me bibe peravê.
Li peravê em li ser bankek berî li deryayê rûdinin. Ji ber tîna tava sibê, hil û gulm bi ser deryayê ketiye. Xuşîna ji rûyê deryaya ku cî bi cî diqurmiçe dinizile, dibe muzîka serê sibê. Dengê qaqilbazên li per û baskan in, li muzîka heyî zêde dibe. Ji pakêta cixarê du cixareyan dertînim. Berê agir bi cixareyek dixim, hilma ewil dikişînim nav dil û hinavan û cixareyê dirêjî wê dikim. Xwe li min û cixareyê nake xwedî. Piştî bêdengiyeke kurt dibêm: "Îro tu bûyî bela qey? Bê henek, ez nizanim ez çawa me. Ma ez mecbûr im bibêjim 'ez baş im?' Gere merû darek di qûna wî/ê kesê/a ev qalib gotina 'ez baş im' aniye di nav dev û hişê me de bi ci kiriye bikute. Nexweşê li ber mirinê ye dibê: baş im. Qesas e, teze destê xwe ji xwînê şûştiye dibê: baş im. Ji ber xebatê ava reş di ser û çav de hatiye dibê: baş im. Her ro, her kêlî, di qula têlefonê de li kuştina bi hezaran însanî temaşe dike dibê: ez baş im. Serê xwe kutane çaviya telefonê, heyat mîna çemeke har di ber wan re diherike dibên: ez baş im...
Deng bi têlefonê dikeve. Kurtebirî ji xwediyê kar re dibêjim: "Ez nexweş im, îro nayêm kar" û dibêm kirt têlefonê bêdeng dikim. Li der û dora xwe dinêrim. Ji bilî min tu kes li peravê tune. Qidûm li min dişkên. Bi tîqe tîq dibêm: Ez di başiyê nim. Ez di başiyê nim. Ez di başiyê nim. Ez baş im baş.