Ji bo guhdarîkirinê:
Şemî- Hestîyar im îşev, wekî dildarekî kaînata sînga xwe kiriye qedeha dagirtî ji meya hesreta yarê. Hemû jinên kurd di sewta muzîsyenê kurd de bi dilsojî distrên û ez careke din qanih dibim go bedena jinê dikare trans(fer)î nîjada nêr bibe, lê dengê jinê qet nabe transseksuel.
Sewta jinê ji devê mêrekî jî derê nerm e wekî kefa destê dayê.
Xwî û xisletê min pişkî dişibe nivîsên min û nivîsên min pişkî dişibin xwe, yadê. Lê dîsa jî nikarim yeqîn bikim ji dilsozî û dirustiya vî Ez ê li vê şaneşînê. Hemû şaneşîn dûrî welatê min in û ez penaber im li hemû şaneşînan.
Tevî penaberî ezmûna min e û bûme pisporê koçberiya xwe jî, hîn nikarim li welatê xwe bibim penaber û ji welatê xwe koçî welatê xwe bikim.
Berî çêbûna Îsa ez li welatê xwe hatim dinyayê, dinya bû cîgehê koçberiya min û welatê min. Koçî kîjan quncika dinyayê dikim, welatê xwe jî bi xwe re dibim. Welatê min koçî kîjan bênasnamebûnê dike, min wekî nasnameyek bêwelat bi tenê dihêle li dûv xwe.
Tenêtiya min welatê min û welatê welatê min e. Mafê min tune gazinan ji welatê xwe yê reben bikim – lewra tibabek reben xwe li ser rebeniya welatê min xwedî dikin. Heke welatê min nebe, rebeniya wan ê ji wan re bibe kefen. Heke ez nebim, welatê min ê nebe xwediyê hebûnekê. Lewra min welatê xwe ava kiriye di nava xwe de, min gewdeyek jê re çêkiriye ji gotinan û canek dayiyê. Di nava min de, ji hebûnê wê de, dilê welatê min lêdide. Nikarim pênase bikim. Loma ji bêçaretî dibêjim, “Muzîka ji deng wêdetir e welatê min.”
Tevî ez mala welatê xwe me jî, ji neewlebûnê bêhtir ewle nebûme ji bo welatê xwe yê ez ne di nava wî de.
Ew qas ne alçax im da karibim çîroka rastiyê ji me re bêjim, Clarice. Bi hedê xwe zanim, loma qisûrên tazîbûna xwe di bin lihêfa rastiyê de venaşêrim.
Nivîsên min di zimanê neteweya min de penaber in; neteweya min jî di zimanê min de penaber e, belkî. Belkî ji ber vê yekê ye xwe wekî yekûna penaberiyê dibînim.
Ma yekûn ne perçebûn bixwe ye?
Çiqas ava cemidî vedixwim jî agirê welatê min venamire. Li jêr dinêrim bêçaretiya xwedê dibînim, xwedê li jor dinêre bêhaviliya min dibîne. Ew ji ezmanê xwe koçber bûye, ez ji welatê xwe – ne ew dikare welatê min di nava min de kêm bike, ne ez dikarim ezmanê wî di çavên wî de nizim bikim.
Sirûşa nivîsê tê min, tillîkên min wekî artêşeke têkûz ji mêj ve hazir in:
Heke rojekê xwedê ji hebûna bihuşta xwe bawer bike, ez ê jî bi dirustiya xwe ewle bibim.
Ewlebûn û bawerkirin du kabûsên erjeng in – yek bi şev li ser sînga min siwar dibe, yek bi roj.
Min çîroka xwe nenivîsiye. Hûn dixwazin ez bêjim, ez jî dibêjim ji ne tu kesî re, ji herkesî re. Rastî ji çîroka min ditirse, monetanê nade revê. Ji pişt ve bûme temaşevanê sebrê. Çavê sebrê li reva rastiyê.
Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî.
Gotin hênkahiya bê li birînên xwe dipêçin, xwîn nema diherike nava xwêdanê. Gotin ji dema bê re çîrokan dibên û ez dibim guhdarê siberojê.