Diyarname
Li Tirkiyeyê navê gelek lîstikvanên fûtbolê ketiye nava "bahîs" (qumara fûtbolê). Di nav de navê 5 lîstikvanên fûtbolê jî hebû, Amedsporê di cih de peymana van 5 lîstikvanan betal kir û ew şandin.
Amedsporê di daxuyaniya belav kir de got ku Mixuviriya Hiqûqê ya TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) di encama lêpirsînê de der barê 5 lîstikvanên me de bi sedema wan jî "bahîs" lîstiye biryara dîsîplînê da.
Qlûbê di daxuyaniyê de wisa got, "Lîstikvanên navê wan derbas dibe her çiqas dema lîstikvanên Amedsporê bûn ji bo tîmên xwe bahîs nelîstibin jî, Amedspor ji roja hatiye avakirin ve li gor nirxên etîkê tevdgire û loma jî peymana ligel ev lîstikvanên xwe betal kiriye."
Di lîsteya lîstikvanên bahîs listine de lîstikvanên Amedsporê kaptan Ugur Adem Gezer, Oktay Aydin, Arda Kemal Gulmez, Bartu Kaya, Alberk Koç cih girtibûn.
Ji tîmên mezin wekî Galatasaray, Beşîktaş û Trabzonê jî nav hene.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bi îstatîstîkan li Tirkiyeyê hakêmên qumarbaz û rewşa dawî