QAMIŞLO
Endamên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurdî li Suriyê (ENKS), bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çekdar û dorpêçkirina Efrînê hatin cem hev.
Civîn îro li bajarê Qamişlo li navenda Desteya Bilind a Kurd pêk hat. Di civînê de li ser bûyerên dawî yên li rojavayê Kurdistanê, dorpêçkirina herêma Efrînê, hewldanên komên çekdar ên li derdora Qamişlo, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka nirxandin hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû de, ev encam hatine girtin:
- Her du meclis wê bi hemû hêza xwe herêmên Rojava biparêzin.
- Wê bi pêkhateyên din ên rojavayê Kurdistanê re hevdîtin bêne çêkirin.
- Li ser hevdîtin û civînên têne lidarxistin, wê her du meclis di rojên pêş de daxuyaniyek hevbeş bidin çapemeniyê.


