Amed
Ji bo nasandina 3'yemîn Şahiya Çand û Sporê ya Ciwanan a Şaredariya Yenîşehîra Amedê civîneke hate lidar xistin.
Bi beşdariya Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn û gelek kesan li Kompleksên Sporê ya Yenîşehîrê civîneke bi taştêxwarinê li dar ket.
Şaredarê Yenîşehîrê Anli li ser girîngiya ciwanan a ji bo civakê sekinî û got: "Em ê îsal 3'yemîn Şahiya Çand û Sporê ya Ciwanan bi kêfxweşiyeke mezin lidar bixin. Her wiha em gelek girîngiyê didin xebatên çand û sporê, lê ji bo van xebatan, divê derfet, şert û merc hebin. Bi teybetî divê tesîsên sporê bêne çêkirin."
Anli diyar kir ku ew dixwazin di pêşerojê de organîzasyona vê şahiyê dewrî ciwanan bikin.
Di civîna çapemeniyê de Aktîvîstê Koma Xebatên Ciwanan a Şaredariya Yenîşehîrê Engîn Kotay jî balkişand ser zarokên ku di Bûyerên 28'ê Adarê ya sala 2006'an de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Zarokên di wê teqînê de jiyana xwe ji dest dan eger îro li vir bûna, ew jî dê tevlî van şahiyan bibûna. Loma em van şahiyan diyarî wan zarokan dikin."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


