logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Şşş! Hiş be, şik afirî

  • Dîrok: 24/11/2025
  • Beş: Serbest

___Ayşegul KIZILKAYA___

Xewa ku her şev li min diherimî, dibe sedem li dorhêla tariyê bigerim. Newêrim gavek din biavêjim ji ber ku ez ê bikevim wê xeleka reş. Piştî wan gotinên hişk, req, sar û cemedî, tarî her şev gazî min dike. Min vedixwîne wê xeleka bêdawî. Dihîsim ku şeytan dixwaze bi min bikene; bi rûpoşek ve rûyê xwe qulibandiye  yekî dilovan û ji min re dibêje “were netirse, were dilê xwe rihet bike. Netirse, ka binêre navê min bi tîpa şşş! yê destpê dike. Tîpa şşş! Hiş be û vegere hundirê xwe. Netirse ka binêre li tîpa ş’yê peyva şşşşikê! Afirî. ŞŞŞik û pêy şikên xwe bikeve.

“Ez dibêjim “Dilê xwe bi çi rihet bikim tu bi xwedê?” Şeytan bersiva min dide “Çi, çi bi xwedê, îca ez û xwedê?” û ez vediciniqim û rûpoşkê şeytan dişihite. Ez ji tirsan dibehicim. Çavên xwe digrim, xwe vedikeşînim pişt çavên xwe. Ne ji bo xew ketinê, ji bo ku bi tenê bimînim, çavên xwe digrim. Gava pêlûyên min tên xwarê bi tariyek zer û gewr ve çavên min disojin, bi dengê peyvên bêdeng ve guhên min diçelqin. Çelqandineke dilmayî, sojineke bi hiznî… Kêlîkên xweşik tên berçavên min, li pêlûyên min diqelibin, tarî nahêle derbasbin ku ez wan bibînim, şeytan wan diqewrîne. Dîsa dibêje “Tîpa şşş! Yê hiş be, peyva şşşşik! Bibe şik û şikê ji xwe bike.” Ez ji xwe dipirsim “Temam şikbarim lê şikê bibim ser çi? Li dilîniyê an li dilvîn e?” Çima şikbar bim şeytano? 

Çiqas bi hev re xweş û dilxweş in, hiş û binhişa min… Binhiş dipirse hiş bersiva wê dide. Hiş dîmenan dibîne, binhiş ji pê re şîrove dike. Hiş dixeyide, binhiş dilê wê xweş dike. Dawiya dawî bi hevşabûna hiş û binhiş ve ruhê min ducanî ma. Pista pista şeytêne li ber guhê min, dibêje “dev jê berde”. Helbet ez guh nadimê. Şeytên ewqas hewl da ku ruhê min berbiaveje jî, pitan, bi eynatî ve, bi şaxên rehma min girtîbûn ku ber bi min ve neçûn. Mixabin ez bi rihma dilê xwe xapiyam. Ji rihe min, mistek jahr, canek qahr za, niha jî wan dimêjînim. Şeytên dît ku min xembarî welidand; ji bo ku şîrê min tîr û zêdetir be, wî ji min re pêlok çêkir lê qet nayê xwarin. Ji ber ku ne şîrine, bi tahm ziqûm û qûzûlqûrt e. Jixwe şeytan jî dixwaze hişê min were serê min ku bi tiştên nexweş ve rûbirû bimînim.

 A niha nizanim, ez jina bi çêlî me pitên xwe dihewînim an jî şîne girê didim, şîna xweşî û dilxweşiyê dikim. Bi her awayî qahr û jahrê dimeyînim. Tevî ku her şev bi hevşabûnê ve min sibe ji xwe dikir jî dîsa di paşila xwe de qahr û jahrê dilorînim. Gelo çaxa çêlê min dagerî, qahr û jahr wê bi pê bikevin û bigerin, ji min dûr bikevin, an jî piştî çil rojan şîn girêdana min wê xilas bibe ez ê wan binax bikim?
 

***

Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bijî serê heshesok

- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek

- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mano Xelîl: Bila li Rojava sînemaya xal û xwarziyan nebe

ad

Qisedanên Bi Dayê Re (1)

ad

MC'ê carek din Kûpaya Îngilistanê bir mala xwe

ad

Ji bo Heskîfê meş têne lidarxistin

ad

Nirxandina li ser romana “Tazî”

ad

Dîroka Festîvala Ehmedê Xanî diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname