___Faîk Ocal___
“Direndeyên Hesinî” pirtûka helbestan a Mervan Serhildan e. Pirtûk qalind e û tê de gelek helbest û 55 baneşan hene. Em bi hûrgilî li pirtûkê binêrin. Em dixwazin bersiva van pirsan bibînin: Peyama helbestkar çi ye? Ew gihîştiye armanca xwe? Pirtûk li gorî rêbaz û rêgeza helbestan çawa ye? Ziman, îmge, rîtim, deng û ahenga helbestan çawa ye?
Helbestên serkeftî jiyanên nû di hundirê me de bi me didin jiyandin. Bi helbestên serkeftî em di hundirê xwe de dest bi rêwîtiyên nû, destkpêkên teze dikin. Bi wî awayî di giyana xwe de pencereyên nû vedikin, deriyên şîn dibînin. Helbest me pêş de dibin. Mirovê bi giyanê xwe helbestkar ji bêhêviyê destpêkên nû diafirîne lê yê ku haya xwe ji helbestan nîn e di nava hêviyan de dixeniqe û têk diçe.
Bi wî awayî em li helbestên Serhildan binêrin; em dibînin ku wî pişta helbestên xwe daye ev her sê hîman: Hîmên peyvan, hîmên kesan û hîmên sembolîk. Di tevahiya pirtûkê de helbestkar di nava ev her sê hîman de diçe û tê.
Li Gorî Serhildan Helbest Çi ye?
Carinan lîrîneke bi çikî tenê ye, teyrê eylo ye, awireke bi efsûn e, pêjna Nexşîneke kezîzer e. Carinan birînek çarçavî ye, peyvkarek otantîk e, heskirinek asîmetrîk e, qêrînek akûstik e, serhildêrek delodîn e. Carinan firîna peyvên bêbask û bêperik e, rihê qêrînên kuantomîk e, lêgerîneke têgeh û rêgehên belek e. Lewre helbest bi serî ye lê bê dawî ye. (r. 69-70).
Hîmên Peyvan Kîjan in?
Di pirtûkê de peyvên helbestkar hene. Em dikarin bêjin ku wî helbestên xwe radestî van peyvan kiriye, yan jî nûveya pirtûkê ew peyv in. Peyv ev in: heqîqet, heyam, felat, welat, kurd, kurdî, rûpoş û rûpoşrû. Helbestkar bi van peyvan dixwaze; ‘berê karwanê felatê bide xîretê’ (r. 12) û ‘ala felatê’ (r. 33) bi dest bixe. Dixwaze em ‘wêneyê heqîqetê’ (r. 15), ‘tofana welat’ (r. 17) bibînin. Lewre heyam ‘heyama elektronîkê’ ye (r. 24).
Helbestkar çi wate dide peyvên xwe?
Heqîqet, rastî û hebûna kurdan pejirandin e. Heyam; seqaya derve ya kapîtalîstan û gemara hundurîn ya xwefiroşan e. Felat; ji hemû astengiyên nehênî û xuyayî filitîn û azadbûna xwe bi dest xistin e. Welat, ji Xanî heta Arjen Arî xewn û xeyala şairên me ye. Kurd; em in, yanî bindestên dinê, sirgûnên gerdûnê. Kurdî; zimanê êş û azarên me ye. Rûpoş û rûpoşrû; yên ku bi bivirê me dara zimanê me jêdikin in.
Hîmên Kesan Kî ne?
Di awêneya helbestên Serhildan de çend wêneyên kesan xuya dikin. Wî ew nas tesadifî nehilbijartine. Bi baldarî ev nav û kes hilbijartine: Mûsa Anter, Ahmet Kaya, Elîşêr û Zerîfe, Mehmed Uzun, Cegerxwîn, Mehmet Ozmen, Egîdê Cimo, Mihemed Şêxo, Mîr Celadet Bedirxan, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û hwd.
Hîma Sembolîk Çi ye?
Gelek hîmên sembolîk hene û em dikarin bêjin helbestkar pirtûka xwe li ser hîmên sembolîk ava kiriye. Ji navê pirtûkê jî diyar e, Serhildan dixwaze em Dirindeyên Hesinî bibînin û van ji hundirê xwe derxin yan jî xwe ji van biparêzin. Bi wî awayî bibin mirovên bi kesayet û azadiya xwe bi dest bixin. Nasname û dahatûya me di nava didan û kodên Dirindeyên Hesinî de ne. Divê haya me ji xwe û ji wan hebe.
Hîmên Sembolîk Kîjan in?
Helbestkar bi peyvên elektronîk pirtûka xwe dagirtiye. Peyvên elektronîk ew qas zêde ne ku em xwîner bêhnteng dibin. Çima helbestkar wisa kiriye. Li gorî wî; “Dirindeyên hesinî bi tîrên lazerî li mêjî dan” e. (r. 27).
Du cure û hîmên sembolîk hene: Hîmên serdestiyê û hîmên bindestiyê. Ji hîmên serdestiyê çend mînak: sîxên sîberî, navendên kozmîk ên kovî, konên pîrebokên hesinî, artêşên sîberî, reşkesên dirinde, tor û tevnên pîrebokên dirinde, cinawirên hesinî, sîxên hesinî, kuliyên hesinî, kurmên hesinî, şûnik û mîrkutên teknîkê, hevegurên hesinî, pençikên lazerî, girêkûtkên hesinî, bêvilên lazerî, hişê çêker, guleyên lazerî, kopîhiş û hwd.
Ji hîmên bindestiyê çend mînak; kezîzer, dayika şemiyê, dilbirîn, sorgul, şoreşger, kurd, kurdî û welat…
Zimanê Helbestan Bi Çi Awayî ye?
Zimanê helbestkar polîtîk û tund e lê bi kok û helwesta xwe ve helbest nerm e, nazenîn e, zerif û narîn e. Helbestên polîtîk di heyama xwe de tên xwendin û ji bîr kirin. Mînak Lorca helbestkarekî şoreşger bû lê helbestên wî ne tund û polîtîk in. Helbestên wî hîn bi kêfxweşî tên xwendin. Ji yên me; Çima em ji helbestên Rojen Barnas, Aryen Arî yan jî Renas Jiyan hez dikin? Jixwe armanca Mervan Serhildan ya van wekî hev e jî. Em dikarin merama xwe bi du peyvan îfade bikin: îmge û polîtîka. Hersê helbestkaran polîtîka ji îmgeyan pêşdatir nexistin. Lê di helbestên Serhildan de polîtîka ji îmgeyan pêşdatir e.
Peyama helbestkar çi ye? Ew gihîştiye Armanca Xwe?
Helbestkar bi helbestên xwe dibêje bi xwe bihesin, li xwe mikur bên, li gorî heqîqetê xwe bijîn û tevbigerin. Heqîqet kurdbûn e. Divê her kurd li gorî kurdbûna xwe bijî û ji nakokiyên xwe bifilite. Kurdbûn azadî ye; azadî kurdbûn e. Lê kokê kurdbûnê beloq dike. Tûrê helbestkar bi peyv û gotinên rengîn û zengîn tijiye lê çimkên dara zimanê kurdî nehatiye estetîzekirin. Serhildan ziman wekî çekê bikar aniye. Em sarbûn û hişkbûna zimên di her helbestê de dibînin.
Rîtm û Aheng Helbestan Heye?
Di gelekî helbestan de em deng û awaza Dirindeyên Hesinî dibînin. Em dikarin bêjin ku di helbestan de tenê rîtm û ahenga peyvên hesinî, gotinên elektronîk û îmgeyên siberî, xeyalên çêkerî hene. Em di nava çolên hesinî de li heqîqetê xwe digerin. Bi helbestan em nikarin li pey heqîqetê kevin.
Xeletiyên Çapkirinê Çi ne?
Di aliyê çapê de xelatiyek beloq heye. Naverok û navê helbestan hevdu nagirin. Di naverokê de bi navê “Zar û zimanê kurdî” helbestek heye lê di pirtûkê de ev helbest nîn e. Hejmara “Kadrajeke çar rehend” di naverokê de 112 in lê di pirtûkê de rûpela wê 111 e. Hejmara helbesta “Aqilmendên goristanê” di naverokê de rûpela wê 269 e, di pirtûkê de 113 ye. Xeletiyên wisa zêde ne. Di pirtûkê de 55 baneşan hene lê di naverokê de cî nedane baneşanan.
- Dirindeyên Hesinî / Mervan Serhildan / Weşanên J&J / 270 rûpel / 2026
**
Nîvîsên Faîk Ocal ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Trêna Li Stasyona Xwe Digere
- Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed


