Qamişlo
5'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi diruşma “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad“ 13'ê mehê dest pê dike. Di mîhrîcana îsal de 81 fîlm wê bene nîşandayîn. 13'yê mehê bi taybetî hatiye hilbijartin ji ber ku ew roj rastî salvegera Şewata Sinemaya Amûdê tê. Mîhrîcan wê 20'ê mehê bi merasimek bi dawî bibe.
Mîhrîcan ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlman ku girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ye ve tê lidarxistin. Bernameya mîhrîcanê hat eşkerekirin.
FÎLM LI TEV-ÇANDÊ Û NAVENDA MIHEMED ŞÊXO TÊNE NÎŞANDAYÎN
Mîhrîcan li Navenda TEV-ÇAND`ê û li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo yên li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Li gorî agahiyên komîteya amadekar e 81 fîlm û 22 senaryoyên ku ji hêla komîteya amadekar ve hatine pejirandin beşdarî mîhrîcanê dibin. Ji wan 81 fîlman 8 navnetewî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûriyeyî ne.
Li gor ANHA'yê ligel nîşandayîna fîlman dê 6 semîner û panelên li ser rewşa sînamayê li cîhanê û Kurdistanê bên lidarxistin. Her wiha 2 perwerde (kargeh) yên girêdayî derheneriya dîmenê kamerayê û derhêneriyê bên lidarxistin.
FÎLM WÊ BÊNE XELATKIRIN
Di roja dawî ya mîhrîcanê de fîlmên bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.Her wiha di beşa senaryoyê de jî dê xelatên filmên kurt û fîlmên dirêj bêne dayîn.
Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava cara pêşî di sermaweza/mijdara 2016`an hatibû lidarxistin. Ya duyem di 13`ê sermaweza 2017'an de li Qamiloyê, ya 3`emîn di sermaweza 2018`an de li Kobanî û ya 4`emîn jî di 13`ê sermaweza 2019`an de li Qamişloyê i dar ket. Ya pêncemîn paşê ji ber rewşa Rojava navber dan mîhrîcanê. Mîhrîcana pêncemîn wê di sala 2022'yan de li dar biketa lê ji ber şert û mercên ewlekariyê li dar neket. Mîhrîcan îsal cara 5'an dê deriyên xwe veke.


