Diyarname
3'yemîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navnetewî dest pê kir. Festîval îsal li Stenbol, Enqere, û Îzmîrê li dar dikeve.
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navnetewî ku 1'ê mehê dest pê kir heta 10'ê mehê li dar e. Festîvalê îsal wekî mijara bingehîn "Kameraya ku kedê dibîne, sînemaya ku derketiye kolanê" hilbijartiye.
Li Tirkiyeyê jî yekem car festîval di sala 2006'an de li Enqere û Stenbolê hate lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê SES, Sîne-Sen, Dev Saglik-Îş, Bîrleşîk Metal-Îş, Hava-Îş û Petrol-Îş, Halkevlerî, sendika.org ve tê organîzekirin, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Navenda Çanda Kazim Koyuncu, Navenda Çanda Fransiz, Navenda Çanda Îtalyan, Komeleya Dostaniya Jose Martîn a Kubayê, Yekîtiya Sînemavanên Belgesel, Odeya Endezyarên Înşaetê û gelek saziyên din piştgirî didinê
Îsal di festîvalê de ji 25 welatan li dor 50 fîlmî têne nîşandayîn, derhêner dibin mêvanê festîvalê û gotûbêj li dar dikevin.
Piştî Stenbol, Enqere û Îzmîre li bajarên wekî Edene, Amed, Bolu, Mêrsîn, Samsun, Kocaelî, Sêwaz, Antakya, Bursa, Eskîşehîr û Trabzonê jî ev fîlm bêne nîşandayînn.
Di festîvalê de belgefîlmê Omer Leventoglu "Zarokên Axa Qelîşî" ku bi kurdî ye jî dê derkeve pêşberî temaşevanan. Her wiha fîlmê "Rê", "Endîşe" ên Yilmaz Guney jî hene


