Diyarname
Şanogerê kurd Erhan Sonmez ku li Mêrsînê kar û barên şanoyê dikir roja 13'yê mehê wefat kir. Cenazeyê wî roja 14'ê mehê dibin Amedê.
Şanoger Erhan Sonmez ji Erxeniya Amedê bû û ev demek dirêj e li Mersinê kar û barên şano û sînemayê dikir. Roja 13'yê mehê ji ber qeyrana dil wefat kir.
Erhan Sonmez ku 30 salî bû li gelek saziyên kurdan xebata hunerî kir, ev demek bû li NÇM'ya Mersinê de şanogerî dikir.
Cenazeyê wî dibin Erxeniyê û li Erxenî dê konek şînê bê vedan.
Di sala 1998'an de li NÇM'ê dest bi karê şanoyê kir. Di nav Halk Egitim Merkezi, Merhaba Sanat Tiyatrosu, Şanoya Şaredariya Akdenîzê, Seyri Mesel jî de cih girt. Sonmez di sala 2001'ê de Tiyatro Agon ava kiribû û heta niha gelek lîstik lîstibû. Wî hedî dawî di bin banê NÇM'ê de xebata xwe ya şanoyê dom dikir.


