logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Sûriyeyê hejmara miriyan derket 5 hezar û 814 kesî

  • Dîrok: 14/02/2023
  • Beş: Nûçe

 

20.30 

Vê êvarê hejmara nû: 35 hezar û 418

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan vê êvarê piştî civîna li AFAD'ê ya ligel wezîran reqebûn nû eşkere kirin.

Li gor agahiyên fermî ku Erdogan eşkere kirin heta niha 35 hezar û 418 kes di erdhejê de mirine.  

20.00

Li Semsûrê hejmar 11 hezarî derbas kir

Li Semsûrê li gor daneyên ne fermî 11 hezar kesî canê xwe ji dest daye.

Li gor AFAD'ê 2 hezar avahî hilweşiya ne, ji 8 hezarî zêdetir avahî jî bi giranî xisar dîtine. 

Tê gotin li Yeni Mezarlikê ji 7 hezar û 500 zêdetir cenaze hatine definkirin. Dîsa li Goristana Karapinar li dor hezar kes hatine definkirin. Li goristana kevn a li bajêr jî dor hezar kesî hatine definkirin. Bi sedan cenaze birine gundan û li wir defen kirine. 

19.00

Li Îzmîrê Hîlton ji bo mexdûran derî vedike

Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer bi ser hesabê xwe yê twitterê re ragihand: "Em Otela Hîltonê ji bo erdhejzadeyan vedikin. Li Hilton Otela ku em bi sedî 23,5 şirîk in ligel şirîkê mezin Ata Holdingê me hevdîtin çêkirin û hevdîtinên me bi erênî bi encam bûn. Piştî lêkolînên teknîkî û vesazkirinê otel dê ji bo demkî ji bo erdhejzadeyan bê bikaranîn."

18.00

Li Sûriyeyê hejmara miriyan derket 5 hezar û 814 kesî

Wezareta Terduristiyê ya Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî li ser erdheja ku bandor li bajarên Sûriyeyê jî kir agahî belav kirin. Li gor van agahiyan heta niha 5 hezar û 814 kes li Sûriyeyê ji ber erdhejê mirine. 

17.00

Li Amedê rewşa dawî

Li Amedê 8 avahî hilweşiyabûn ku 2 jê vala bûn. Ji bin avahiyên din her roj cenaze têne derşistin. Ji van 4 jê xebata lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bûye, li yên din didome. 

Li Amedê heta niha 380 cenazeyên kesên di erdhejê de mirin hatin derxistin. Hejmara birîndaran jî 902 ye. 

Rewşa avahiyan

Li aliyê din li Amedê li Baxlar, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê 71 hezar avahî hene ku ji van 15 hezar heb jê lê mêze kirine ku rewşa wan çi ye. Ji Odeya Mihendizên Avahiyan 120 kes, ji Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawirê jî 80 kes avahiyan kontrol dikin. Heta niha karîne li 15 hezar avahiyan mêze bikin. Li gor eşkere kirine di nav avahiyên lê mêze kirine de 20 heb hema heba li ber hilweşînê ne, di 300 heb avahiyan de jî xisareke mezin heye.

16.30

Reveberiya Xweser alîkarî dişîne herêmên derveyî xwe jî

Rêveberiya Xweser duh, pêr alîkarî şandibûn hin herêman. Îro jî endamê şaneya krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm da zanîn ku karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê amade kiribû, wê ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tayihe yê di navbera herêmên rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bi rê keve.

16.00

Seroke MUSÎAD'Ê hat binçavkirin

Musîad (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Mustakîl) ku xwe oldar dibînin li Tirkiyeyê gelek karan ew dikin. Ji van Serokê MUSÎAD'a Meletî yê berê Muharrem Poyraz îro hat binçavkirin Çima? Ji ber ku li Meletî avahiyên bi navê Seyr-î Îstanbul Evlerî 3 sal berê wî çêkiribûn û niha ew avahî di erdhejê de hilweşiyan. Di ev avahiyên hilweşiyayî de gelek kes mirin. 

15.00 

Kayûmê li cihek nebaş kon danîn

Şaredariya Bajarê Amedê ku di bin destê kayûmê de ye li qeraxa Çemê Dîcle ji bo mexdûrên erdhejê kon danîn. Kayûmê li vê derê 4 hezar û 200 heb kon danîne. Lê berî niha bi du salan qapaxê Bendava Dîcleyê jê bûbû û derdor ketibû bin navê, loma jî qeraxa Dîcleyê wekî cihê talûke tê hesibandin. Qada ku li ser 190 hezar metreqorzî ye di dema pêşiya me de dê temam bibe. Saziyên sivîl dixwazin0 şaredarî cihê van konan biguherîne.

14.30

Cenazeyê parêzer Serhan Ozdemir derxistin

Cenazeyê endamê OHD'ê (Komeleya Hikûknasên Ji Bo Azadiyê) parêzer Serhan Ozdemîr piştî 9 rojan hat derxistin. Ozdemîr li Qala 5'an a Diyar Galeria Îş Merkezî bû. Ji heman malbatê 8 kes hebûn û hemûyan canê xwe ji dest daye. Diyar Galerîa li Amedê li ser Kolana Elezîzê bû û di erdhejê de hilweşiya bû.

Li aliyê din Baroya Amedê îro eşkere kir ku ligel Serhan Ozdemîr du parêzerên din ên endamên Baroya wan parêzer Bawer Karakoyun û parêzerê stajyer Yusuf Can Bayancuk jî di erdhejê de mirine.


Cenazeyê Serhan Ozdemîr ji bin xirbeya Diyar Galeria derxistin. 

14.00

Hejmar derket 31 hezar û 974'an

AFAD'ê li ser erdhejê hejmarê nû yên fermî eşkere kirin. Li gor AFAD'ê heta niha 31 hezar û 974 kes di erdhejê de mirine. AFAD'ê ragihand ku heta niha 195 hezar û 962 kes ji herêmê şandine bajarên din.

 

 

 

Nûçeyên Eleqedar:

- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû 

- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir 

- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe 

- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin 

- Erdhej, agahiyên 13'yê mehê 

- Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker) 

- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye 

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê      


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnameya El Ereb: Bêyî Kurdan çareserî tune ye

ad

Kanunî sansur danî ser 'Kurdistan'ê

ad

Dengê 'Bijî Yekitiya Colemêrgê' bilind bû

ad

Ji Rojda straneke nû ya Newrozê

ad

Mamê Gur… Şêrê Gur

ad

Wêneyê rojê ji Geverê hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname